Firat Cewerî

Li welatê Swêdê nivîskarê Kurd Firat Cewerî xelata Akademîya Swêdî bo danasîna çanda Swêdî ji derve re wergirt.

Akademîya Swêdî “Svensk Akademien” di roja Duşem 11/12 /2023`an de li ser malpera xwe belav kir û wê xelata xwe ya sala 2023-an de bo danasîna çanda Siwêdê ji derve bide nivîskarê Kurd Cewerî û Massimo Ciaravolo yê Îtalî.

"Ev Xelata ku min wergirtîye bi îmzaya Sekreterê Akademîyê yê berdewam Mats Malm e, ew bi navê Xelata Akademîya Swêdê ji bo danasîna kultura Swêdî li derveyî welat e," Cewerî ji Dengê Amerîka re got:

Ev xelat di sala 1992’an de hatiye damezrandin. Ji wê salê de her sal ev xelat tê dayîn. Kes, an dezgehên ku di warê kultura Swêdî de çalak in, kultur û edebîyata Swêdî li derveyî Swêdê didin naskirin û balê dikişînin ser kultur û edebîyata Swêdî layiqî vê xelatê tên dîtin.

“Min bi xwe heta niha zêdeyî 20 berhemên Swêdî wergerandine Kurdî. Armanca min bi wergerandina berhemên Swêdî ew bû û ew e ku ez ziman û edebîyata Kurdî bikim şirîkê ziman û edebîyata dinyayê. Xelata Akademîyê, zimanê Kurdî ku serdestên Kurdan mîna zimanê nezanî û cehaletê nîşan didin dikişîne qesir û qonaxên maqûlan û digihîne dereceya herî bilind. Vê xelatê ez kêfxweş kirim. Xelatên wiha dike ku mirov li karê xwe germtir bibe, bêtir bixebite, bêtir motîve bibe.

Min sala 2018’an xelateke din ji Akademîya Swêdê wergirtibû.

Cewerî bi eslê xwe ji Dêrika Çîyayê Mazî ye. Di destpêka salên heftêyan de koçî Nisêbînê kir û di sala 1980 de jî terka welêt kir û li Swêdê bi cîh bû. Wî di eynî salê de kitêbeke xwe da çapê. Ji wê salê û bi vir de ew di nav tevger û çalakîyên edebîyata Kurdî de ye. Wî di Adara 1992’an de dest bi weşandina kovara NÛDEMê kir û deh salan bê navber derxist. Piştî bi demekê kovareke xwerû werger bi navê NÛDEM WERGER derxist û weşanxaneya NÛDEM’ê ava kir.

Cewerî bi xwe heta niha 20 kitêb nivîsîne û 20 jî wergerandine Kurdî. Kitêbên Cewerî wergerîyane Swêdî, Almanî, Îtalî, Erebî, Tirkî û Farisî. Herwiha çîrokên wî di antolojîyên Swêdî, Almanî, Erebî û Tirkî de jî cîh girtine û bûne fîlm. Cewerî bi pênc romanên xwe; PAYİZA DERENG, EZ Ê YEKÎ BİKUJİM, LEHÎ, MARİA MELEKEK BÛ û DERZA DILÊ MIN wek romannivîsekî girîng bal kişandîye ser xwe.

Cewerî ku hê jî li Swêdê dijî, bi salan di Komîteya Karger ya PENa Swêdê de seroktîya Komîteya Nivîskarên Sirgûnê kirîye.

Cewerî di sala 2018’an de ji ber xebatên xwe ji alîyê Akademîya Swêdê ve hat xelatkirin. Di sala 2020’an de jî Wezareta Rewşenbîrî ya Kurdistanê ew bi “qelema zêrîn” xelat kir.

Jêder: Denge Amerika VOA

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).