Hunermend Kurd Rewşan Çelîker, di meha Îlonê de dest bi turnaya konsertan kir. Wê, cara pêşî di 28’ê Îlonê de li Wanê, piştre jî li Colemêrgê derket pêşberî guhdar û hezkerîyên xwe.

“Li konserta Wanê û Colemêrgê em bûn yek dil û me sitranên xwe yên Kurdî bi hev re gotin. Me li her du bajarên delal gelek dost û guhdarên hêja nas kirin û bîranînên bêhempa berhev kirin,” Rewşan ji Dengê Amerîka re got.

Rewşan wê di 6’ê Cotmehê de li Navenda Çanda Nazim Hîkmet ya li taxa Yenîmahale, li Enqerê sitranên xwe bistirê.

Kurtejîyana sitranbêja Kurd, qasî sitranê wê balê dikşîne. Di zaroktîya wê de hest û vîna huner ketîye guhên wê. Rewşan bi lorîkên dîya xwe mezin bûye û paşê jî bi dengbêjîya xalê xwe û çîrokbêjîya xaltî û qizxaltîyên xwe mezin bûye.

“Zaroktîya min li Tetwanê derbaz bû. Xwezayeke pir xweş û behreke pir mezin heye. Çîyayên me gelek bilind in. Mala me li ser rêya koçeran bû, ku dêya min jî bi xwe koçer e. Kesên ku diçûn Çîyayê Sîpanê ji pêşîya mala me re derbaz dibûn. Pirê wan jî dibûn mêvanê mala me. Ew dema li mala me şeva şevbêrkan dihat çêkirin. Xalê min bi xwe jî dengbêj bû. Xaltîyên min û qîzxaletên min çîrokbêjên baş bûn. Ez di hawirdoreke wiha de mezin bûm.”


Rewşan di 13 salîya xwe de bi malbatî koçî Mersînê dike. Ew lîsê li wî bajarî dixwîne û paşê li Zanîngeha Enqerê Beşa Sêwirmendî û Rêbertîya Psikolojîk teva dike.

Çîroka perwerdebûna Rewşanê gelek dirêj e û ew hêlekê de karê derûnîzanîyê dike di hêla din de jî bi muzîkê eleqeder dibe û xwendina xwe jî didomîne.

Li Stenbolê li Hunera Bedew Pera Stenbolê dersên keman û vîola digire, li zanîngehê jî li ser huner lîsansê dike û mijara dozîneya wê jî lîstikvanî bû.

Lê, jibo Rewşanê berhemeke taybet heye ku ew jî çêkirina belgefîlmên televîzyonê ne. Ew bi Dengê Bakûr di televîzyonê de derdikeve pêşberî temaşevanan.

Lê Rewşan çi bike bila bike, vîn û hestên wê ti gav li ser muzîkê qut nabe û cara yekê albuma xwe Ax Lê Wesê di sala 2018’an de derdixe û gelek bal dikşîne.

Albuma Ax Lê Wesê di be ku ciwanîya wê be, lê di sala 2020’an de ew bi albuma “Tov” êdî yek gav ji cîwanîyê ber bi hostatîyê ve diçe.

Jibo Rewşanê bê derfetî wek bêbextîyê ye. Lê ew ticarî kontrola jiyana xwe ya hunerî nade destê bêbextîyê.

“Carna mirov di nav gelek derfetan de ye, lê dîsa jî nikare biafirîne. Carna jî bê derfetî ji mirovan re dibe asteng. Lê bawerîya min ew e ku gava mirov bixwaze dikare di her hawirdorî de xwe biafirîne. Di hunerê min de jî wisa bû. Derfetên min tunebû ku ez sitranên albuma xwe ya yekê bi teknîkeke baş tomar bikim. Lê min got, ezê bi şiklekê tomar bikim, Ger guhdarên min hez kir hez kir, nekir jî lê ez çibikim. Lê dîsa jî di nav wan bê derfetîyan de guhdarên min sitranên min ecibandin.”

Hezkerên Rewşanê tenê ne Kurd in, li Tirkîyê jî gelek kes Kurdî fêm nakin, lê guhdarîya sitranên wê dikin. Li gor Rewşanê jî, huner pêwîst e ji cîhê afirandinê bipeqe û ber bi cihên din ve biçe. Heke huner çiqas belav be, girîngîya wê jî hîn zêde dibe.

Jêder: VOA  









>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).