Jon Fosê

Her mirovek yektaye lê di heman demê de wekû her kesê din e. Rengê me yê ji derve xuya ji ya herkesî cudaye, û helbet ev yek tiştekî baş e û qenc e, lê di hundirê herkesî ji me de jî tiştek heye ku tenê yê wî mirovî bi xwe ye - da ew mirov bi xwe be. Em dikarin ji vê yekê re bêjin canê wan, ankû rihê wan. An jî em dikarin biryar bidin ku em hîç tu navan li van peyvan nekin, tenê dev ji wan berdin.

Lê eger em tev ji hev cuda ne, em di heman demê de dişibin hev. Mirovên ji herçar hêlên cihanê di bengehê de wek hevin, em bi kîjan zimanî baxivin û bi çi rengî bin, çi rengê çermê me an jî rengê porê me.

Ev yek dibe ku seyr be: em bi temamî dişibin hev û di heman demê de bi tevahî ji hev cuda ne. Dibe ku mirov di pira dinavbera can û laş de di bengeha xwe de dudilî be, ji ber em xwe bi hebûna herî berçav a ku bi zemînê ve girêdayî dorpêç dikin û ev tişt sînorê girêdana bi zemînê ve derbas dike.

Huner, hunera baş, bi awayê xwe yê hêja bi ser dikeve, dema ku têkiliyeke baş dinavbera cîhanî û taybetiyê de peyda dike. Ew rê dide me da em tê bighêjin, ka ew çi tiştê cuda - an jî biyaniye, wekû dikare bê gotin - ji ber ku ew cîhaniye. Huner bi vê yekê sînoran di navbera ziman, herêm û erdnîgara welatan de derbas dike. Ew ne tenê kombonê di navbera sîfetên tekane yên her kesî de çêdike, lê bi wateyeke din taybetiyên her komekê ji xelkê, wekû nimûne ji her netewekê kom dike û tîne cem hev.

Huner vê yekê ne bi sazkirina nakokiyan da ku hertişt wek hev xuyabin çê dike, lê tersî vê yekê di rêya nîşandana tiştên ji me cuda, tiştên ji me xerîb an jî biyan. Hemî hunera baş bi taybetî vê yekê dihewîne: Tiştek xerîb, tiştek ku em bi giştî tênagihêjin û di heman demê de bi rengekî ji rengan em têdighêjin û fam dikin. Eger rast be ku wisa were gotin, ew nepeniyekê dihewîne. Tiştek me bi ser xwede dikşîne û me tavêje derveyî sînorên me û me bidûr dixe, û wisa şanaziyê di aferîne ew şanaziya ku pêwîst e di tavaya hunerê de peyda bibe û me bikşîne ba xwe.

Ez rêyeke çêtir nas nakim ku wisa dijberan bighîne hev. Ev rêbaz bi giştî li dijî rêbaza nakokiyên tund e, ku em bi gelemperî li cîhanê dibînin, ya ku destên wê di wêrakirina ji bo tunekirina hertiştê biyanî, her tiştê hêja û bê hempa, û cuda, de heye, ewjî diriya bikaranîna daçekên teknolocî yên nûjenî nemirovane ku ketine ber destê me. Li cîhanê teror heye. Şer heye. Ji ber ku mirov xwedî aliyekî ajelî ye, ku ji hêla însiyatîvê ve tê bikaranîn, û wisa kesên biyanî wekû dijminkî hebûna wan tehdîd dike dibînin, ne wekû razekî hêja dinerxînin.

Bi vî rengî yektayî û cudahiya ku em hemî dikarin bibînin, winda dibin, li şûn xwe jî wekheviyekê giştî dihêlin, ku hertiştên cuda ji xwe re wek xeterekê dibînin û divê ew ji kokê ve were qirkirin. Tişta ji derve tê xuyan ku ew newekheviye, wek nimûne ol û îdyolociya siyasî çawa ew dibe tiştekî ku divabe were têkbirin û tunekirin.

Şer şerê li dijî tiştê ku di hundirê me de kûr e: tiştekî bê hempaye. Û di heman demê de ew li dijî hunerê ye, li dijî tiştê ku di hundirê hemî hunerê de heye.

Ez li vir bi giştî li ser hunerê daxivîm, ne li ser şanoyê an şanonivîsê bi taybetî, lê ji ber ku wekî min got, hemî hunerên baş, di kûrahiya xwe de, li dora heman tiştî dizîvirin: tişta her balkêş û bêhempa dibe, ya bi tevahî taybet e, da ku bibe cîhanî. Yekkirina taybetî bi giştiyê ve, û bîranîna wê di rêya hunerê de: bêyî ku taybetmendiya wê tune bike, lê belê li ser wê taybetmendiyê tekez bike, û bike ku tişta biyan û nenas bi zelalî biçiris e.

Şer û huner dijberî hevin, çawa ku şer û aştî dijberin. Ewqasî hêsane huner aştiye.



>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).