Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û hevtayê wî yê Ukraynî Dmytro Kuleba derengê do Yekşemê bi rêka telefonê axifîn.

Daxuyanîyên wezaretên derve yên Amerîka û Ukrayna radigihînin ku her du wezîr ser hilcivîna NATO û operasyonên Kîevên yên dijî hêzên Rûsî peyivîne.

Wezareta Derve ya Amerîka dîyar kir ku her du dîplomat ser pêşketina Ukrayna ya dijî hêzên Rûsî peyivîne.

Kuleba jî ji Twitterê got ku wî û hevtayê xwe Blinken ser hilcivîna NATO ya li Vilnius danûstandin kiriye.

Hilcivîna NATO ya Vilniusê dê sibê Sêşemê destpê bike û roja Çarşemê jî bidome.

Karbidestên Ukraynî ser endamtîya li NATO danûstandinê dikin, lê rêberên dewletên Rojava dibêjin ku Kîev bi rewşa niha nikare bibe endama hevpeymanîyê.

Di NATO de 31 endam hene û jibo dewleteke bibe endama hevpeymanîyê divê ew hemî endam wê bi yekdengê bipejirînin.

Jêder: AFP, VOA



>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).