Ji demeke nêzîk ve dezgeha ARTA ya ragihandin û pêşvedanê pirtûka " Ji derveyî pêşbirkê: Ji Amûdê ta Amûdê" ya ragihîner Sêrwan BIRKO ku ji 93 pelên navend pêk tê weşand. 

Nivîser di berhema xwe de hûrguliyên destpêka koçberiya xwe û malbatê ji Sûriyê dema ku hîn13 salî bû tîne ziman. Ew serpêhatiyên jiyana xwe li Elmanya û bê çawa berê xwe da ragihandinê, û tekezî li ser kêşeya mafê mirovan li Sûriyê bi giştî û ya Kurdan bi taybetî kir.
Tevî ku pirtûk hûrguliyên kesayetî tîne ziman, lê di heman demê de û bi rengegî ji rengan serpêhatiyên gelek kesên ku zilm û zorî li Sûriyê dîti bûn berçav dike. 
Pîrtûk gelek li xwe mukurhatinên dilşewat ji jiyana nivîser tîne ziman, tevî wê jî hêzeke erênî û bitwane pêşkêş dike, di heman demê de ew tekeziyê li ser pêdiviya peydabûna hêzeke xurt dike da rê li ber ava kirina paşerojeke geştir û xweştir di civaka me de, ya ku bi stemkarî û zordariyê hilweşiyayî veke. 

Nivîser bi rengekî evînî li ser bajarê xwe Amûdê di axive wekû evîndarek ji evîna xwe re bi axive. Wê wek buhişta xwe ya sermedî di bîne, û ji wir ew di rêya Arta FM re bi cemawer re bi sê zimanên ku li bakurê Sûriyê bi kartên di axive. 
BIRKO di pêşgotina pirtûka xwe de dibêje ev pirtûk ne jiyanameya kesatiye : ev çîrok di be ku bi herkesî re çê bibe; normal e, herweha ew ne roman ankû helbestin. Ew tenê serpêhatiyên ku bi min re derbas bûne û min bi kurtî anîne ziman bê ku ez hûrguliyan binvîsim da naveroka pirtûkê tenê li ser serpêhatiyên min be ji dema ku ez ji Amûdê ta bi Elmanya koçber bûm ji dema ku ez hîn 13 salî bû ta ku ez di 30 saliya xwe de yekemîn car lê vegeriyam. 
Nivîser berhema xwe kire 26 par ew jî: Roja dawî li Amûdê, roja dawî li Şamê, roja dawî ya komara Elmanya demoqrat, roja yekem ya Elmanya Yekgirtû, goka gurover berdewam be ne rawest e; sifir ji me re tujî wekî me yî; dadmendê baş ewe ku tu diyarîgehê de bi hebûna wî ne hise; lihevkirin ta bi nehîniyê, vegera bo Amûdê bi gavên ne pîvayî; zarokên sînema Amûdê, gotûbêja demokrasî û şimika bavê min wek fîşekê di ser serê min re çû; rewşek tal lê pîroz; nêt, ragihandin, çalakî û bi destxistina kesatiya xwe; azadiya di rekehê de; li ser sînorê welat; rojin li Amûdê; radyo ARTA ji Amûdê; dezgeha ARTA ya ragihandin û pêşvedanê; nêzîkî avahiya (BBSî) li Lendunê ez li radyo ARTA ji Amûdê guhdar dikim; welat besî tevaye guhertinê ji ba xwe destpê bike; azadiya jinê hîma serkeftina wê ye; strana Kurdî; ji derveyî pêşbirkê; biyanî û lehengiya berz kirina kesatiyê, û para dawî bi sernavê "Amûdê niha" 

Kurte nivîs li ser nivîskar:

Ragihînerekî kurd ji bajarê Amûdê li Sûriyê. Ji destpêka salên 90 ve ew li Elmanya dijî. Ew bi kurdî , Erebî, Elmanî û Ingilîzî di axive. Malpera Amûda ya ilktronî ji despêka peydabûna intirnêtê ve damezrand, û pencerek girîng ji rewşenbîr û ragihînerên Kurd re vekir da berhemên xwe li wê demê belav bikin, herwisa wî li hin malperên din jî kar kir. Niha rêvebirê dezgeha ARTA ya ragihandin û pêşvedanê ye, Herwisa yekcaran pêşkêşiya program û şevbêrkên ji stodyo ARTA li Boxim Elmanya dike. 

Wergêr Lawîn ŞÊXO

Lînka daxistina pirtûkê li ser malpera ARTA (bê pere).

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).