Hunermendê bi navê deng Omer Suleyman li Rihayê hatiye desteserkirin.

Leşkeran li navçeya Karakopruyê ya Rihayê bi ser mala Suleymanî de girtine û ew desteser kirine.

Suleyman piştî şerê Sûriyeyê hatibû Tirkiyeyê û ev nêzîkî 10 sal in li navçeya Akçakaleyê bicih bibû. Suleyman firneyeke nan vekiribû.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Suleyman bi îdiaya ku “endamê rêxistinê ye” hatiye desteserkirin.

Suleyman birine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înanî û li vir doktoran ew kontrol kiriye. Piştî wê jî cendermeyan ew birine qereqolê û wê jêpirsîna wî were kirin.

Derbarê Omer Suleymanî de

Di sala 1966an de li Til Temira nêzîkî Serê Kaniyê ji dayik bhuye. Stran bi kurdî û erebî strane. Nêzîkî 500 albumên wî hene. Ji sedî 80 stranên wî yên şahiyan e. Di Kanûna Paşiyê de Ribbon Suleymanî di sala 2013an de strana “Wernê Wernê” ya kurdî bi alîkariya Ribbon Music, şîrketa muzîkê ya Ingilistanê derxistiye. 

Di sala 2011an de beşdarî Festîvala Glastonbury-yê bûye. Di Hezîrana heman salê de li Chaois in Tejasa Austinê, di Tebaxê de jî li li Portekîzê, li Paredes de Courayê stranên xwe strane. Beşdarî festîvala ATP Nightmare Befero Christmasê bûye.

Her weha çendîn caran hatiye Tirkiyeyê û li Stenbolê jî konser dane. 

Ji bo albuma Björkê ya bi navê Biophillayê sê remîks amade kiriye.

Di sala 2013an de li Goteborgê beşdarî Festîvala Way Out Westê bûye. Di Çiriya Paşiyê ya 2013an de li Osloyê, di dema Konserta Xelata Aştiyê ya Nobelê de konsertek daye.

Her weha beşdarî gelek festîvalên din bûye.


Jêder: https://bianet.org/

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).