Mîrê berê yê Walesê yê Brîtanya roja Şemiyê bi fermî li Koşka St. James li Londonê bi fermî wekî şah tê ragihandin.

Charles bi mirina diya xwe, Şahjin Elizabeth II, roja Pêncşemê bû padîşahê Brîtanya. Ew ê wekî Şah Charles yê sûyem were nasîn.

Pêvajoya roja Şemiyê ya li Encûmena Tevlêbûnê dê bibe ragihandina fermî ya serweriya wî û dê yekem car be ku merasîm dê ji televîzyonê were weşandin.

Roja Înê, Charles di axaftina xwe ya yekem de wekî serokê dewletê pesna diya xwe ya koçkirî da û ew wek "Dayika hêja" binav kir.

Charles, ku 73 salî ye û padîşahê herî mezin e ku hilkişiya ser textê padîşahiyê, got ew ê bi "paqijî, rêz û hezkirin" xizmet bike wekî ku diya wî zêdetirî heftê salî kir heya mirina wê roja Pêncşemê di 96 saliya xwe de.

Charles roja Îniyê di axaftina xwe ya televîzyonê de ji Qesra Buckingham ji xelkê re got,"Ez îro ji we hemûyan re, wê soza xizmeta hetahetayî nû dikim."

Wî hurmet da diya xwe û got ku mirina Elizabeth "hesteke windabûnê ya bêhempa" derxist holê.

Charles got:

“Ji bo dayika min a delal: Gava ku hûn rêwîtiya xweya paşîn a mezin ji bo tevlêbûna bavê min ê delal dest pê dikin, ez tenê dixwazim vê yekê bibêjim: spas. Spas ji bo hezkirin û dilsoziya we ya ji bo malbata me û ji bo malbata neteweyên ku we di van salan de bi rûmet xizmet kir. Bila frefên periyan ji bo rihetiya te bistirên."

Padîşahê nû got ku ew ê mînaka diya xwe bişopîne.

Charles dema ku roja Îniyê gihîşt qesrê ligel Camilla, hevjîna şahbanûya, ji Keleha Balmoral a Skotlandê ya ku Elizabeth lê mir, ji hêla dilxwazan ve hate pêşwazî kirin.

Padîşah di heman demê de yekem kombûna xwe ya Îniyê bi Serokwezîr Liz Truss re li Koşka Buckingham li dar xist, tenê di roja sêyemîn a wê ya kar de.

Elizabeth Sêşemê Truss ji bo posta wê ya nû wek serokwezîr destnîşan kir.

Nêzîkî 2,000 kes roja Îniyê beşdarî merasima bîranîna şahjinê li Katedrala St. Paul bûn, di nav de Truss û rayedarên din ên hikûmetê.

Cenazeyê Elizabeth dê di rojên pêş de li Westminster Abbey ya Londonê were kirin, û ew roj dê wekî Roja Şîna Neteweyî û pişûyeke giştî were ragihandin.

Çiyayên kulîlkan mezin dibin û hurmetên ji şahbanûyê re ne tenê li Qesra Buckingham û Keleha Windsor, lê di heman demê de li balyozxane û katedralên Brîtanî li çaraliyê cîhanê kom dibin.

Jêder: https://www.dengeamerika.com/

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).