Çawa ji te re bibêjim oxir be looo?

Û te pişta min şikandiye

Çi bibêjim ji xewnan re?

Li ser gir û çiyayan

Xwîna min diherike

Yan di newalan de…

Birîndar dinalim (r, 8)

Her çi qasî tê gotin helbest ezezî ye, lê belê belgekirin û hinartina demê ye, Ebdurehman jî kurê çax û demên xwe ye, di her rûpelekê de şopek li pey qelema xwe hiştiye:

Berazekî banga kir:

Ez im padîşah

Ez im sultan

Mîna kulîyan hatin şewatê

Li nav lingên hespên siwarên me

Kulî diperçiqin

Lê Hevrîn guleke avdayî bû (r, 62, 63)

 Ne sirûşt ne jî dîtbariyan xwe ji ferhengoka helbestvan dane alî, xwîner bi van peyv û gotinan jî hembêzkirina helbestvan ji jîngeha wî re dinase û hîs dike ku êş, çem û kanî, çiya û govendên azadiya welêt dîwan xemilandine:


Li vir pakrewan bêjimar in

Xewn şikestî ne

Şewitî ne..

Lê kê dewla bîrê qetand looo? (r, 73)

***

Aniha..

Ku tu derîyên vî dengî

Bi tilîyên laleyî vekî

Li çîrokên xwînê..

Û sinbilan guhdar bikî

Tê zanibî..

Çawa êş û xem..

Agir bi nava min û Hisiça dixin

Xabûrê min. (r, 71)

***

Mirovan hev qelandin

Tenê dengê qîrîn û çekan tê

Qorzîkên bajaran asteng in

Were em bi nanê tisî

Van bajarên vala bipêçin

Belkî govendek çêbibe lo? (r, 19)

 Ebdurehman helbestên xwe wekî çavên kewê zelal nivîsîne, hin ji wan bi kurtbûna sernavên xwe wateyeke sade radixe ber çavan, mîna (Serê kaniyê), êdî xwîner tê digihêje ku helbestan ji kaniya vî bajarê bejinbilind av vexwariye, lewma bi çend malikan serî jê re çimandiye:

Tu dizanî..

Xabûr nema xelkê binav dike

Lê şaneyên qûmê

Komkujîyan çêdikin delala min. (r, 66)

Bi dirêjkirina sernavan ne tenê gotin hatine riqufandin, ji wê zêdetir wateyên kûr û dûr di hinavên malikên xwe de rakiriye, ji wan "Wî tîne bîra xwe kêm dihat bîra wê" (r, 34)

Ronîkirina pûnijîn û nimandina helbestê, her çi qasî çavan derman dike, helbet aliyekî wêneyên nixumandî dimîne û her xwînerek li gorî xwe paşperdeya malikan dixwîne: 

Çav sîwanên tovan e

Serî hilda û got:

Hooo…çemo…

Ka beza heyv û werdekan…

Li ser rûyê te? 

Belê ka xummum

Û gotinên te bi axê re?  (r, 24)

Luqman Ebdurehman bi behlewanî kelpîçên dîwana xwe birrîne û çavan li davan dipelîne, êdî mirov bêhemdî xwe dide tengala nazikbûna hûnandinê:

Name: 

Av e

Ba ye

Ax e

Rok e

Aşt î (r, 53)

 Bi qasî ku nasnameya bajarên helbestvan hatiye çewisandin, ew qasî ew rakiriye, cih jê re veqetandiye û di germahiya pirtûka xwe ew danîye:

Di navbera min û buharê de

Sozek heye

Geh bi xwîn e

Û geh mîna Kobanê û Şengalê ye..

Her ku kulîlk û sorgulan

Himêz dikim

Bihna şewatê tê min

Çav zuha bûn..

Lê ev gewdên bêserî

Bi ku de diçin lêêê? (r, 42)


*Dîwan: Tîpên Qûmê

Helbestvan: Luqman Ebdulrehman

Çapa yekem

Qab û rûpelsazî: Xelîl Îbrahîm

Hûrbînî: Dr. Şivan Reşik û Ibrahîm Xelîl

Berhemên helbestvan: Sîya avê bi kurdî, 2019`an

Bi zimanê erebî: Zihûr El-Ewsec, 2006`an

Tîpên Qûmê

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).