Peymangeha Navnetewî ya Şano ITI


Rêxistina Cîhanî ya Hunerên Şano


Nameya Roja Cîhanî ya Şanoya Giştî 27ê Adarê 2022 


Nivîskarê Peyamê: Pîter SALARS -EMERÎKA

Birêveberê Şano, Opera û Festîvalê


Ingilîzî (Zimanê jêder)


Peyama Roja Cîhanî ya Şanoyê 2022 bi pênûsa 

Pîter SALARS


Hevalên hêja,

Ji ber ku cîhan li katejimêr û xulekan bi kurtenûçeyan ve girêdayî ye, gelo dibe ez wekî afirîner me hemûyan vexwînim da em têkevin nav çarçove, û qada me ya durist de, dema dastane û guherîna efsaneyan, di dema hişmendiya dastanan de, ji xwe tê zanîn ku dastane bi xwe jî dîtin û veguhestina efsaneya ne? Em di dîroka mirovatiyê de di serdemek efsane de dijîn û guhertinên kûr û şopgirtina têkiliyên mirovan, çi yên kesayetî yan jî yên têkildarî hev ku em têre derbas dibin, herweha tiştên xwezayî, êdî em nikarin têbighêjin yan şîrove bikin anjî li ser axiftinê bikin.

Di 24 katejimêrên rojê de bi giştî em ne li ser xêza nûçeyan dijîn, belê em li ser kevya demê dijîn, rojname û alavên ragihandinê têra şîrovekirina guhertinên em têre derbas dibin nakin.

Kanî ziman, tevger çi ne, û çi wêne hene dikarin bihêlin em têbighêjin bê guhertin û parçe bûnên kûr ku em têre derbas dibin çine? Û çawa em dikarin naveroka jiyana xwe niha ne wek raport, lê wek ezmûn ragihînin?

Şano rengê hunera ezmûnê ye.

Li cîhanek mişt ji torên medyayê yên berfireh, û serpêhatiyên bilêvkirî, û pêşbîniyên metirsîdar, em çawa dikarin ji dubarekirina bêdawî ya hejmaran wêdetir bigihêjin pîrozî û bêdawîtiya jiyanek yekane, yan jî sîstemek xwezayî tekane, an hevaltî, an jî çaksaziya ronahiyê di asîmanekî biyan de? Du salên belav bûna KORONA (COVID-19) hestên mirovan şaş kirin, jiyan li mirovan teng kirin, têkilî hatin birîn, em xistin  zeviyek teng û nenas de, ku ji  cih û lîsên mirovan yên naskirî xerîb bû.

Di van salan de çi tov pêwîstin ku werin çandin û çandina wan dubare bibe, û çi celebên pir mezin û dagîrker hene ku divê ji kokêve bicarekê re werin rakirin? Piraniya xelkê li ser keviya nemanê dijîn. Gelek tundûtujî bê hişmendî û bê pîvan pêketîne, lewra jî gelek sîstemên berdewam wek şêwazên hovane hatine işkerekirin.

Merasîmê bîranînên me kanîn? Çi pêwîst e da em bînin bîra xwe? Rêyûresmên ku bihêlin di dawiyê de em biramin û dest bi rahînandinê li ser gavin ku me berê qet ne avêtine çi ne?

Şanoya; dîtina efsane, armanc, baş bûn, çaksazî û guhdanê, pêwîstiya wê bi rêyûresmên nû heye. Pêdiviya me bi kêfxweşiyê tuneye. Divê em kom bibin. Pêdiviya me bi dabeşkirina cih heye, pêdiviya me bi çandina devereke hevbeş heye. Pêdiviya me bi cihekî parastî heye da bihestên wekheviyê em lihev guhdarbin.

Şano peydakirina cihekî li ser zemînê ye ku têde wekhevî di navbera mirov, ajel, xwedawend, geya, pizrûkên baranê, rondik, û nûjeniyê de hebe. Xweşik bûna veşartî asîmanê wekheviyê û guhdariya bikûrahî ronî dike, herweha dinav lihevkirinek kûr ji metirsî û pîvanê, şîret, kar û xweragiriyê de sax dimîne.

Di pirtûka Nexşandina Kulîlka Sutra de; Bûza deh cûreyên semaxê di jiyana mirovan de tîne ziman. Û bihêztirîn yek ji wan binavê ( têgiştina hemiyan ku ew Mîrac in). 

Şanoyê kir ku jîna li vê cîhanê hertim xwe weku leylanê nîşan bide. Û vê yekê hişt em di riya aşopa mirovayetî, koratî, û nependiyê de bi xurtî û bi zelalî van tiştan bibînin.

Em ji tiştê ku em lê dinêrin, herweha bi awayê ku em dibînin piştrast û bawerin ta radeya ku em nikarin rasteqîneke yedek peydakin yan jî bibînin li gel destkeftên nûjen û guhertinên cûrbecûr herweha peywendiyên nexuyakirî  û hestyariya bi têkiliyên demdar. 

Ev dem dema vijînkirina kûrahiya mejî, hest, aşop, dîrok û siberoja meye. Em nikarin bi wan kesên ku bi tena serê xwene kar bikin, karekî wisa pîwîst e em tev ligel hevbikin. Şano vexwendineke da em vî karî ligel hevbikin. 

Gelek spas ji bo xebata we.


Pîter Salars

Werger ji zimanê Ingilîzî: Lawîn Şêxo


+++++++++++++++++++

Jêder: Peymangeha Navnetewî ya Şano ITI 

Fermo lînka jêderê lê zanibin ku şaşiyek teknîkî ji ba jêderê heye.

https://www.world-theatre-day.org/pdfs/WTD2022_Kurdish_Message_PeterSELLARS.pdf

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).