Elior Amedî yê li bajarê Orşelîmê (Quds) yê Îsaraîlê dijî, di dema belavbûna koronayê de dest bi hilberîna bîrayê kir. Amedî di kargeha xwe ya biçûk de sê cureyên bîrayê çêdike û yek ji wan cureyan bi navê Bîraya Kurdî ye.

Ciwanê bi navê Elior Amêdî ku bavê wî Kurdekî cihû ye û ji navçeya Amêdiyê ya Duhokê koçî Îsraîlê bûye û dayîka wî cihûyeke Mexrîbê ye, li bajarê  Orşelîmê bi navê “Kurdish IPA” bîrayê berhem tîne.

Elior Amedî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, berhemên xwe parve kir û got ku wî 3 sal berê di dema belavbûna vîrusa koronayê de biryar daye ku li malê bîrayê çêbike.

Amedî ku di heman demê de mûzîkjen e, diyar kir ku di demekê de ku her kes rastî pirsgirêkên bêkariyê dihatin û gelek kesan kesûkar û nasên xwe ji dest didan de, wî jî bêriya vexwarina bîrayê kiriye û lewma biryar daye ku li malê bîrayê çêbike.

Amedî piştî çend ceribandinan kariye 3 cureyên bîrayê yên bi navên "Amber Ale", "Stout" û "Kurdish IPA" berhem bîne û paşê jî dest bi firotina wan kiriye.

Elior Amedî da zanîn ku bîrayên ku ew berhem tîne, dê di demek nêzîk de li firoşgehên bi nav û deng ên Îsraîlê bên firotin.

Jêder : Rudaw
>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).