Rojekê li daristanê Şêrek û Mirovek bûn hevalrê. Zû pevçinîn, ji ber her yekî ji wan bi payebûn xwe di ser ê din re didît bi hêz û hişê xwe.
Gihan panavek vala ku pûtek tê de hatibû danîn. Ew pût simbola Hirqel bû, bê çawa devê Nimîn* ê şêr diçirand.
" Binêr" Mirov ji Şêr re got , " em weha xurtin ha! Şahê ajelan di nav destên me de dibe wek hevîr! "
" Ha ha" Şêr keniya , " Mirovekî ev pût çêkiriye. Wê rewş berovajî ba eger şêrekî ew çêkiriba! "
( Her tişt dimîne li gor nerîn û kesê çîrokê dibêje.)
*Nimîn : navê şêrekî ye.
Çîrok : Aesop
Wergerandin ji zimanê Ingilîzî : M. Bengo
0 Komênt