Nivîskar û helbestvanê kurd Elîyê çilaxa li gundê Girkê Xelo yê girêdayî bajarokê çilaxa jidayîk bûye. Xwendina xwe ya seretayî li Girkê Xelo dest pê kiriye, piştire çûye bajarokê çilaxa xwendina xwe a qonaxa navîn û amedahî li wir temam kiriye. Elîyê çilaxa derçûyê Zanîngeha Helebê a mafnasiyê ye, kesayetek zana xwedî fikir û raman bû. Di nav civaka xwe de mîna stûnekê bû, di pirî caran de wekû şêwermend di gelek kêşeyên civakî de dihat naskirin. 
Çilaxa di temenekî biçûk de dest bi nivîsandin û ristina helbestê kiriye, gava ku temenê wî 11 salî bû hunerweriya hûnandina helbestê li gel xwe dîtiye û li ser vî bingehî dewam kiriye. Di destpêka pêvajoya xwe a wêjeyî de pexşan bi zimanê kurdî û erebî nivîsandine. Dû re dest bi nivîsandina gotar, lêkolîn, çîrok û romanê kiriye.
Elîyê çilaxa di nav malbatek cotiyar û gundî de bi hejarî qonaxa zarokatiyê borandiye. Lê tevî vê yekê ew nerawestiya ye û bi hemî hêz û vîna xwe aşiqê zanist û pêşketinê bû.
Di jiyana xwe a wêjeyî de, bi hemî cureyên edebiyetê li ser êş û azara gelê kurd axiviye. Bi riya helbestekê berxwedana Efrînê tomar kiriye, bi riya çîrokekê jiyana sêwiyekî vejandiye û bi riya gotarekê perîşaniya kurdan vegotiye. Weha nivîskar pênûsa xwe kiriye di xizmeta doza gelê xwe de.
Hêjayî gotinê ye ku çilaxa ji helbestvanên serdema nûjen e, bi şêwazê helbesta nûjen malik ristine. Bi hestên xwe yên tenik, bi bîr û baweriyên xwe bandorek erênî li ser xwênerên xwe kiriye.
Nivîskar xwediyê du berhemên çapkirî ye yên ku ji beşa helbestê ne, berhema wî a yekem dîwaneke helbestan e ku di sala 2021' an de bi navê( ARYA) ji hêla Yekîtiya Nivîskarên Kurd Li Sûriyayê ve hatiye çapkirin ku tê de piraniya helbestên wî li ser hezkirin, welstparêzî û mijarên civakî û evîniyê ne.


Dîwana wî a duyem ew jî ji beşa helbestê ye ku bi navê (HEYAS) di sala 2022 'an de hatiye çapkirin, di heman dîwana xwe de hestên welatparêzî û girêdana bi welatî ve daye der.
Wekû tê zanîn Elîyê çilaxa beşdarî gelek konfirans û civînên wêjeyî( li ROJAVAYÊ KURDISTANÊ) bûye û xwedî rolek balkêş bû di hevdîtinên kurdî kurdî de. di sala 2020' an de bûye endamê birêveber ê Yekîtiya Nivîskarên Kurd Li Sûriyê.
Çilaxa di temenekî kurt de xatir ji jiyanê xwestiye û li pişt xwe şeş ciwanên kurdhez ku çanda kurdperwerî û sincên herî pak di kesayeta wan de tê şîrovekirin hiştine.
Çilaxa di 28.1.2021 'an de li bajarokê çilaxayê bi girseyek mezin ji xelkên herêmê sipartine axê.
>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).