Yek ji kêmasîyên civata kurdî li ya Ewropayê ew e ku em kêm cara ji serbûra xwendina zimanî kurdî ya li welatên cida yên Ewropayê -Swêd, Almanya, Holanda, Swîs ûwd- , ji pirsgirêkên li pêş xwendina zimanê kurdî, agahdar dibin. Li her welatekî, li her bajarekî mamoste bi tena serê xwe dixebitin. Sedemên vê yekê pir in, lê ez ê behsa tecrubeyeka xwe ya mamostatîya zimanê kurdî li Swêdê ji bo şagirdên temenbiçûk bikim. Li sê dibistanên ez kar dikim 112 şagirdên min hene û 106ên wan ji kurdên Anatolîyê ne. Destpêka vê sala xwendinê ya 2015-2016 li dibistana ku ez wekî mamostê zimanê kurdî dixebitim, cara pêşî ez bûm mamostayê hejmareka mezin ya şagirdên pola 1-2-3 û 4-5 û 6. Tecrubeya min wek mamosta xebitîna bi şagirdên 6 salî û şagirdên pola 1-2 û 3 kêm bû. Di warê fêrkirin/fêrbûna xwendinê de li derûdora min her mamostayek “li gor xwe” metodin bi kar dianîn.

dersa_ziman-2N

Vekirina girêkê û alfabe

Girêdanek rastûrast di navbera vekirina girêka xwendinê û deng û alfabeya zimanekî de heye. Çunkî herf yan tîpên alfabeyekê, di heman wextî de dengên wî zimanî ne. Di qonaxên destpêkî yên xwendinê de zarok fêrî girêdana herf û dengan, fêrî rê û metodên avabûna peyv, tekst û zimanê nivîskî dibin. Fêr dibin ku ji bilî axaftinê, mirov dikarin bi riya nivîsandinê jî xwe derbibirin.

Gelek pirs hebûn: “Gelo mamostayên zimanê kurdî ji bo şagirdên xwe yên destpêkê sinifên 1 û 2 û 3 kîjan metoda vekirina girêka xwendinê bi kar tînin?

Şagirdên me di kîjan qonaxê de girêka xwendinê vedikin? Sinifa 3? Sinifa 4 yan 5? Sinifa 6 yan 7? Yan jî gelek şagirdên me piştî sinifa 9ê jî bi temamî girêka xwendinê venekirine? Nikarin teksteka kurdî bi awayekî rehwan bixwînin û têbigihin? Li pêş vekirina girêka xwendinê ji bo şagirdên zimanê kurdî yên temenbiçûk, yan temenmezin yên li Swêdê yan li Kurdistanê kîjan asteng hene?

Li Kurdistanê (başûr bi alfabeya aramî) kîjan metod tên bi kar anîn?

Mamostayên zimanê kurdî yên li Swêdê xwe radigirin heta şagird fêrî alfabe û xwendina bi zimanê swêdî dibin, paşê dest bi fêrkirina xwendina bi kurdî dikin? Yan fêrbûna xwendina bi swêdî û xwendina bi kurdî bi hev re? Kîjan astengên pedagojîk li pêş fêrbûna xwendina bi kurdî derdikevin?

Tecrubeya min û mamostayên li derdora min hem kêm bûn, hem jî ji hev cida bûn. Nebûna lêkolînên di vî warî de jî astengeka mezin bû. Her mamostayek li gor zanîna xwe, yan pirtûkên fêrbûna xwendinê ji zimanê swêdî werdigerandin, yan jî bixwe li gor tecrubeya xwendina xwe ya destpêkê ya li Turkiye, Îran û Îraq û Sûrîyê ji xwe re materyalên dersê çêdikirin û bi kar dianîn.

Du metodên cida yên fêrbûna xwendinê

Zanîna xwendin û nivîsîne du şîyanên bingehîn in ku rê li ber mirovan xweş dikin: ji bo beşdarbûn û kartêkirina jîyana rojane. Di civakên demokratîk de xwedî kompetensa bilind a zimanî wek şertekî ye ku tu bikaribî giş înformasyona civakî ya li ser jîyana civakî, rêveberî û jîyana rojane werbigrî. Ji bo jîyana kar û bikaranîna hemû amûr û cîhazên teknîkî, xwendin pêwîstîyeka yekcar girîng e. Pêşketina civateka analfabet pir zehmet e.

Loma qonaxa destpêkî ya fêrbûna xwendinê her tim bala lêkolîneran kêşaye û li deverên cida li ser vê qonaxa destpêkê ya fêrbûna xwendinê gelek lêkolîn hatine kirin. Heta îro hemû cûre û awayên fêrbûna destpêkî ya xwendinê di bin sîwana du metoden de kom dibin:

1- Metoda sîntetîk

2- Metoda analîtîk

Metoda sîntetîk

Li gor metoda sîntetîk mirov di destpêkê de fêrî tîp û dengên tîpan dibe. Paşê fêrî xwendina kîteyan/heceyan dibe, paşê fêrî xwendina gotinan û frazan dibe, paşê fêrî xwendina cumleyan dibe û dawîyê êdî dikare tekstan bixwîne.

Li gor metoda sîntetîk mirov ji hêsanîyê ber bi zehmetîyê ve, ji beşê biçûk ber bi beşê mezin ve, ji abstrakîyê ber konkretbûnê ve diçe.

Metoda sîntetîk li gor rêza tîp=deng>kît>gotin>riste>hevok>tekst ava bûye.

Metoda analîtîk

Li gor metoda analîtîk mirov ji tekstê berbi gotinan ve, ji konkretbûnê ber bi abstrak ve, ji beşê mezin ber bi biçûk ve diçe. Herî dawîyê jî mirov li ser tîpan, û dengên wan di gotinan de fêr dibe. Di vê metodê de naverok û wateya tiştê mirov dixwîne girîng e. Û ev metod xwe dispêre zanîna zimanê devkî û xezîneya gotinan ya şagirdan.

Metoda analîtîk li gor rêza tekst>hevok>riste>gotin>kît>tîp>deng ava bûye.

Gelek cûreyên din yên fêrbûna qonaxa destpêkî ya xwendinê bi piranî li gor yek ji van metodan e.

Li gelek welatan û gelek mamosta jî metodek ji van her du metodan pêkhatî bi kar tînin. Yan her du metodan bi hev re bi kar tînin.

Li Swêdê di warê fêrbûna xwendina zimanê kurdî de metoda sîntetîk serdest e. Piranîya mamostayan gava fêrî zimanên tirkî, erebî yan jî farisî bûne bi vê metodê fêr bûne. Û piranîya pirtûk û materyalên ji bo qonaxa pêşî ya fêrbûna xwendinê hatine amade kirin jî li gor metoda sîntetîk hatine nivîsandin.

Metodeka nuh: Bi nivîsînê fêrî xwendinê bûn

Ji bilî metoda “Xwendina li ser hîmê peyivînê”, vê dawîyê li Norveçê Arne Trageton bi navê “bi nivîsînê fêrî xwendinê bûn” metodeka din ya fêrbûnê xwendinê bi kar anî. Li gor vê metodê şagird şûna qelem û kaxizê, di komputerê de yan li IPADê ji xwe re çîrok, yan tekstên vegotinê dinivîsin. Bê guman ev tekstên ku dinivîsin komeka herfên li ba hev rêzkirî ne û wateyeka wan rêzên dirêj yên herfa tuneye. Lê gava ku dinivîsin, tiştên ku dinivîsin, bi dengê bilind dibêjin jî. Paşê mamosta ji wan daxwaz dike ku teksta bixwînin û gava dixwînin, mamosta tekstê ji alîyê rastnivîsînê ve ji nûve dinivîse. Paşê şagird wê tekstê bi dengê bilind ji hev re dixwînin. Ji bo hemû hevalên xwe dixwînin. Paşê jî dibin malê û ji bo dê û babên xwe dixwînin. Vê dawîyê ev metod pêşdetir çûye: gava di komputer û IPADan de bişkokên hem tîp û hem dengê tîpê derdixin tên bi kar anîn. Programa rastnivîsînê tê bi kar anîn. Li gor bikarhênerên vê metodê bawerîya zarok û piştrastbûna şagirdan ya ji bo xwendin û nivîsînê bilindtir dibe.

Xwendina li ser hîmê peyvînê

Yek ji cûreyên metoda analîtîk cûreya “Xwendina li ser hîmê peyvînê” ye. Ev cûre fêrbûna qonaxa destpêkî ya xwendinê di salên 1970 ê de ji alîyê Ulrika Leimar ve hatiye pêş xistin. Li gor Leimar metoda sîntetîk rê nade şagird bixwe beşdarî xebata fêrbûnê bibe: her tişt li gor plan û rêveberîya mamosta tê kirin. Her weha li gor Leimar metodên sîntetîk guh nadin zimanê axaftinê û xezîneya gotinên şagirdan. Di metoda Ulrika Leimar de konkretbûna tiştê tê xwendin, anku têgihiştina tiştê tê xwendin, bingeh e.

Tûrikê Gotinan

Metoda “Xwendina li ser hîmê peyivînê” pişta xwe hema bêje bi temamî dide tûrikê gotinan ê şagirdan. Şagird li gor hejmara gotinên xwe: zanîn, têgihiştin û bikaranîna gotinan dikare xwe derbibire. Tûrikê gotinan, peyvên ku şagird dizane çiqas pir bin, derbirîna şagird jî ewqas piralî ye. Bêguman di tûrikê şagirdekê/a 10 salî de pirtir gotin hene ji tûrikê şagirdekê/a 6 salî. Li gor bisporên zimanê zarokan yên swêdî “zarokekê/a 6 salî –swêdî- nêzîkî 1000 gotinan dizane û dikare cumleyan ava bike û xwe derbibire. Lê ziman her pêş dikeve. Zêdetir gava em dest bi dibistanê dikin. Lêkolînerên di vî warî de dibêjin ku mirov di hundirê 9 salên pêşî yên dibistanê de fêrî 40 000 – 50 000 gotinên nû dibe. Li gor vî hesabî mirov her hefte fêrî 100 gotinên nû dibe”. (Håkansson, G. (1998) Språkinlärning hos barn. –Li ba zarokan fêrbûna zimên-Studentlitteratur. Strömqvist, S. (1984) Barns språk. –Zimanê Zarokan Lund: Liber.

Söderbergh, R. (1979, 1988) Barnets tidiga språkutveckling. –Pêşketina destpêkî ya zimanê zarokan-Gleerups.)

Zarokên kurmancîaxêv di 3 salî, 7 salî, yan 12 salîya xwe de çend gotinan dizanin? Kurmancîaxêvekê/a 20 salî, 50 salî çend gotinan dizane? Çend zarokên kurmancîaxêv li dibistanê her hefte fêrî 100 gotinên nû dibe? Bêguman bersiva van pirsan tuneye û di paşrojeka nêzîk de jî em ê nikaribin bi xêra lêkolînan bersiva van pirsan bidin.

Lê ya girîng ew e ku di vê metoda fêrbûnê de mirov pişta xwe dide hejmara gotinên di tûrikê şagirdan de. Lewra pir girîng e mamosta hemû gotinên di tûrikê de wek gotinên şagirdan, wek gotinên kurmancîya şagirdan qebûl bike: Gotinên ji zimanên din –tirkî, erebî, farisî, swêdî- jî gotinên tûrika şagirdan in û şagirdên kurmancîaxêv bi xêra wan gotinan jî xwe derdibirin. Ji ber vê yekê helwêsta mamosta ya di warê ”pakkirina kurmancî ji gotinên bîyanî” de pir girîng e, belkî jî di bikaranîna vê metodê de biryarder e. ( Li ba mamostayan û li ba dê û babên şagirdan tendensek peyda bûye ku mamostatî fêrkirina gotinên resen, petî yên kurdî ye: pakkirina zimanê kurdî ji gotinên bîyanî. Di civata kurdî de ev tendens gelek cara serî li erkên din yên mamostayan standiye: pêşxistina zimanê axaftinê û têgihiştin, xwendina bi kurdî, nivîsîna bi kurdî û agahdarbûna ji dîrok û kultura kurdî. Mixabin heman tendensa pakkirina zimanê kurdî ji gotinên bîyanî li başûrê welatê me jî pir xuya û berbelav e. Kesên ku kurdîyeka pak, petî, resen dipeyivin yan dinivîsin, kesên ku peyvên tirkî, erebî, farisî bi kar naynin wek şarezayên zimanê kurdî tên dîtin).

Rojîn û Havîn

Rojîn û Havîn du şagirdên min in. Dê û babên wan kurdên Anatolîyê ne. Her du jî diçin pola 4ê, dizanin bi swêdî binivîsin û li gor temenê wan kurdîya wan ya axaftinê pir rehwan e. Her du jî pir hez dikin li ser texteya li sinifê ji xwe re teksta binivîsin, yan wêneyan çêkin. Rojekê dîsa piştî xilasbûna dersa kurdî ji min xwestin ku ji xwe re li ser texte tekstekê binivîsin. Min jî got baş e, lê teksteka bi kurdî binivîsin. Texte kirin du beş û dest bi nivîsînê kirin. Gava dinivîsin, bala min kişand ku her du jî çîroka xwe hem bi devkî dibêjin, hem jî bi nivîskî dinivîsin. Gava çîrokên xwe xilas kirin, min ji her duyan jî xwest ku çîroka xwe ji min re bixwînin. Gava yek bi yek çîrok xwendin, çîrok rast gotin, lê teksta ku nivîsandibûn û gotinên ku digotin, li hev nedikir. Wan tekst li gor peyvîna xwe nivîsîbûn. Lê tekst ji alîyê rastnivîsîna kurdî ve pir bêserûber bûn. Min yekser her du tekst jî di komputerê de ji alîyê rastnivîsînê de sererast nivîsîn û da wan ku bixwînin. Her duyan jî çîrok wekî berê anku rast xwend.

Plana dersê

Bi vê tecrubeya nuh min planeka dersê ji bo sinifa 3-4-5-6-7ê çêkir. Navê plana dersê “Em dinivîsin ji bo xwendinê” ye.

  • Li gor vê planê her şagirdek li ser texte, yan di komputera xwe de, yan li ser kaxizê dê teksteka vegotinê binivîse.
  • Ev vegotin dikare bîrhatinek be, li ser bûyereka jîyane rojane be, yan jî teksteka xeyalî be. Şagird bixwe biryarê didin li ser çi binivîsin.
  • Min wek mamosta ji şagirdan re naveroka –divê çi di hundirê tekstê de hebe- teksteka vegotinê nivîsî û vegot.
  • Me hemû şagirdên pola 3 bi hev re cara pêşî teksteka hevbeş nivîsî. Şagird fêr bûn bê teksteka vegotinê çawa tê nivîsîn.
  • Piranîya şagirdên sinifa 3-4-5 û 6ê xwest li ser texte teksta xwe binivîsin. Hin şagirdan di komputera xwe de, hineka jî li ser kaxezê nivîsîn.
  • Hinek şagirdan xwest bi hevalekî xwe re du bi du, hineka jî bi tena serê xwe teksta xwe nivîsî.
  • Min ji şagirdan xwest gava teksta xwe dinivîsin, di ber re bi devkî jî bêjin.
  • Piştî nivîsîna tekstê min yekser bi telefona xwe wêneyekê tekstê girt.
  • Û min yek bi yek ji şagirdan xwest ku teksta xwe ji min re bixwînin. Bê awarte di hemû tekstan de şaşîyên rastnivîsînê hebûn. Şagirdan tîpên alfabeya kurdî û swêdî tevlihev kiribûn. Gelek tekstên sinifa 3, 4 û 5ê ji ber şaşîyên rastnivîsînê ji bo min tekstên bêmene bûn. Bi tenê herfên li pey hev rêzkirî. Lê şagirdan ew rêz wekî çîroka xwe dixwendin.

Min çi kir?

  • Min yekser wêneyekî teksta wan girt.
  • Min ji her şagirdî/ê yek bi yek xwest ku teksta xwe bi dengê bilind ji hevalekî xwe re bixwîne.
  • Min ji her şagirdî/ê xwest ku teksta xwe ji min re bixwîne.
  • Gava şagird teksta xwe ji min re xwend, ez têgihiştim kîjan şaşîyên rastnivîsînê di tekstê de hene.
  • Min wêneyê tekstê derbasî komputera xwe kir û min tekst sererast kir.
  • Paşê min tekst ji prînterê derxist û teksta sererastkirî li şagirdan belav kir. Her di wê dersê de min ji şagirdan xwest teksta xwe dîsa bixwînin.
  • Min ji şagirdan xwest ku teksta xwe bibin malê û ji dê yan bab, ji xuşk yan birayê xwe re bixwînin.
  • Ji hefteya bê û pê ve ezê teksta orîjînal a şagirdan û teksta min sererastkirî li şagirdan belav bikim û ji wan bixwazim ku ji alîyê rastnivîsînê ve bidin ber hev.
  • Her şagird paşê dê teksta xwe wergerîne zimanê swêdî û Roja Zimanê Zikmakî ya Navnetewî em dê hem tekstên kurdî hem wergera wan ya swêdî wek pêşangehekî pêşkêşî hemû şagirdên dibistanê bikin.
  • Xwendina tekstê pir girîng e, di vê xebatê de her şagirdekî/ê gelek cara teksta xwe xwend, lewra divê mamosta çalakîyên cida yên xwendina tekstê peyda bike.

Min di tekstên şagirdan de çi guherand, çi neguherand?

Yek ji xalên girîng yên vê tecrubeya min bi şagirdên xwe re kirî ew bû ku min:

Gotinên tirkî, swêdî, erebî yên teksta wekî xwe hêlan û neguherandin. Çunkî şagird divê teksta xwe nas bike. Divê ew hest pê re çêbibe ku ew tekst teksta wî ye: gotinên tekstê gotinên wî ne û ne yên mamosta ne. Ev xal pir girîng e, ji ber ku divê şagird di teksta xwe pir zelal û vekirî XWE û KURDÎYA XWE bibîne.

– Min varyanta gotinên bi kurdî yên şagirda neguherandin. Min negot ev varyanta şagird “ne standard e”, di medya kurdî de hîç bi kar nayê, yan kêm bi kar tê, ez dê şûna wê varyanta pir bi kar tê binivîsim. Eger şagirdan bo nimûne di teksta xwe de varyanta “weng” “soda” bi kar anîbin, min neguherandin, nekirin “wekî” “danê sibê”.

– Min bi tenê tîpên ku şagirdan bi tîpên alfabeya swêdî re tevlihev kirine guherandin.

Encam

  • Şagird di teksta xwe de xwe û kurdîya xwe dibîne. Xwe nas dike. Tekst teksta şagird e, ne teksta pirtûkekê, yan teksta mamosta ye. Zimanê tekstê zimanê şagird e. Gotin gotinên şagird in.
  • Piranîya şagirdên min yên sinifa 3 heta 7ê cara pêşîyê tekstekê bi kurdî, bi zimanê xwe dinivîsin û keyfa wan pir ji teksta wan re tê. Bi xwe û bi teksta xwe serbilind in.
  • Bawerîya şagirdan ya ji bo zanîna zimanê kurdî difûre, şagird ji kurdîya xwe ji zanîna zimanê xwe piştrasttir dibin.
  • Gava ez tekstên şagirdan yên orîjînal dixwînim, baştir dizanim kîjan asteng di warê xwendinê astenga hevbeş e. Kîjan asteng ji astenga takekesî ya her şagirdî ye û dikarim di planên bê de giranîyê bidim ser rakirina van astengan.
  • Gava şagird teksta xwe ya orîjînal û teksta xwe ya sererastkirî didin ber hev, ew bixwe jî haydar dibin kîjan şaşîyên rastnivîsînê dikin û gava dixwînin jî kîjan tîpên kurdî û swêdî tevlihev dikin.
  • Gava şagird teksta xwe ji dê yan bavê xwe re dixwîne, keyfa dê û baban tê û şagird vê keyfê dibîne, bi vê keyfê dihese, hestê serkeftinê pê re peyda dibe.
  • Ji niha de piranîya şagirdan daxwaza nivîsîna teksteka din dike.
  • Me tekstên şagirdan –hem teksta bi kurdî, hem wergera swêdî- di Roja Navnetewî ya Zimanê Dayîk de wek pêşangehekê pêşkêşî şagird û mamostayan kir.

 Celal Sönmez
celal.sonmez@botkyrka.se

bîrnebûn.com

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).