Peyva “rexne” hîn jî wek peyveke di wateya şopandina çandî, û zanyaran de, nayê bi karanîn ji bo nîşankirina belavkirina şaşiyan. Ango belkî bi mebesta diltengî an jî zikêşî, ev wate di dema me de belav bûye. Dem em bi kûr û dûr li wateya Rexne binerin, çi di dadbarkirin an di têgihîştina bandorê de an jî di wateya şîrovekirinê de nehatiye bikar anîn.

Rexne, dest bi şîrovekirin, û têgihiştin, û vekolîn û nirxandina wêje dike. Ne bi têkbirina berhemên afrîner yên edebiyatê û reşkirina nirxandina wê. Lewma pênase a ku nîşan dide ku armanca yekem a rexneya edebî ew e ku berhema edebî binirxîne bi nîşana nirxa wê bi xwe re li beramberî taybetmendîyên ku wêjeyatê bi wateya wê ya giştî yan taybet diyar dike, ku ew cureyê raveker e ku alîkarîya têgihîştina tam dike. Bila em vê yekê jî ji bîr nekin, mixabin diyar dike ku her nivîskarekî kurd rexnegirek heye, li gor daxwzên wî dinivîse, û di heman wextî de bi ser berhemên nivîskarên din de divereşê, û karên wan pûç û piçûk dike. Ev dibe sedem ku ji Fonksiyona rexneyê û armanca wê ya ku ji bo bidestxistina wêje û çanda baş dûr diçin, û paşê tevlihevyan dikin.

Mijara rexneya ji bo ravekirin, çareserkirin, rewakirin û dadweriyê ye, bi vî rengî alîkariya xwendevanan dike ku têbigihîjin û binirxînin û nivîskar û xwendevanan bigire ber bi Rê û armancên herî bilind û baş. Heger em li Têgeha rexneya bidin zelal kirin, tenê yek wate heye: Rexne xalên bedewî û ne ciwan derdixe û lêkolîna berhem û şîrovekirina wan dike, bi eşkere li ser xalên hêz û lawaziyê radiweste. Lê rexne di nav piraniya kurdan de bûye zimanekî tehil û mijarên rojane bi awayekî neyînî li ser di axivin.

Dîsa dibêjim dive rexnegir û şiyana ramana wî ya li ser berhemên çandî yên ku rexne dike, mentiqî be û ji lêkolîna rexnegirên edebî dûr neçe. Rexne ji bo arastekirina nivîskaran kar dike ku nivîsandinên edebî pêş bixin û ber bi peravek baş ve bimeşin. Armanca wê ya bingehîn jî divê ronîkirina şiyana wêjeyî be. Ne li şaştiyên nivîskar bigere û berhema wî bimirîne.

Her wiha divê rexne tenê edebî be û bi tu awayî rexnekirina nivîskar, bi xwe ev yek nayê qebûlkirin. Û dive Rexne bi tevahî nepûçkirin û kêmkirin û bi xeberên çewt û xaf be, dive berî her tişî bêarmanc, bêpar be ji nivîskaran, Ji bilî di asta edebî de û di warê ramanan de, bi dadbar be.


>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).