Mizgîn Hesko: Aşopên bêdengiyê û bêdengiya ku Deng e!
Aşopên bêdengiyê û bêdengiya ku Deng e !
Aşopên bêdengiyê û bêdengiya ku Deng e!
Bêdengî...
Deng e !
Û tenêtiya bi hilma
Kulîlkên bêdengiyê
Tije...
Mey û beng e!
Bêdengî...
Deng e !
Ne sazketî
Û çikiyaye
Dilê stêreke
Ku ji asîmanê xwe xurcî
Li nehîniyê bê ser û ber
Çirawîskên ku bûne
Belgên asemînan
Û li rêgehên tarîbûnê
Û bîna ku
Spî, spî rijiyaye !
Xarên...
Ku di gewiriya ristê de
Helawistî !
Û bêdeng
Ji keskahiya dilê
Hostayên ciwankariyê
Û destên bê tilî
Ku şûşeya şevê
Berhev dikin?!
Û Bêdengî...
Tabloya xemilîn
Û nîşanber e
Bi şêwekarî
Tiliyên ducanî
Li ser henaseyên rêyan
Û keviyên daristanê
Berbangê
Nîgar dikin?!
Û Bêdengî...
Deng e!
Bi tena serê xwe
Di cengê de
Huner û ceng e !
Êdî xuşîna daristanê
Nabihîzim
Axa ku daran
Di hiimêza xwe de
Hildigire
Bang û olan dide
Û nalîna bêdengiyê
Ya can û şeng e.
Û Bêdengî...
Leşkerê rojê giran
Bê şûr û mertal e !
Di kûrahiya bejnên westiyayî de
Şervan...
Û namzadê
Kubar û herî şepal e !
Û ev can têkçûyî
Û Bêdengî...
Ne têkçûn e
Ne dilsarî ye
Lê mijûlbûn e !
Dilê ku hînî
Peyala bêxewiyê bûye
Aşop...
Tarîgeh...
Û bêdengî...
Ron û şemal e !
Û pêlên...
Ku beravan dagirtî xirecir dikin
Û hêrsa...
Ku qeyikên biçûk
Dadiqurtîne
Pêlên bê hedan
Û hêrsa ...
Ku ji sînga latan dixwe
Û kirasekî din
Li heyînê dikin !
Pêlên...
Ku êdî li wir
Naçikin
Lê hino, hino
Ber û paş ve
Vedigerin
Li jêriya deryayê
Vedigerin
Û herî dawî
Hêmin û aram
Dubare
Radikevin ?!
Pêlên bêdengiyê ne
Û ne xemgîniya dizek e
Ku hiş û giyanê
Dide bager û talanê
Û tiliyên bêdengiyê
Siherebaz in !
Me şilfî, tazî
Tavêje
Davên sirê
Û herikîna baranê
Û Bêdengî...
Hêzbûn
Û ne têkçûn e
Bi nazikî
Dêmên Gulan
Dibişirîne
Û Bêdengî...
Bext
Û bextewarî ye
Di çavan de diçirise
Û hin caran
Wan dide
Şabûna giriyanê !
Û Bêdengî...
Ne ker
Û ne jî lal e
Hela xwe ji kenarên gulên sorî, tarî
Bidin alî
Ravekirina bêdeng
Û kesixandina bişkojên peyvê
Karê min e !
Vekolana
Xalên razber
Barê min e !
25. Rêbendan 2022.
0 Komênt