Rola malbatê di avakirina kesayetiya zarokê (şagirt) ji xwe bawer.


1- pêşgotin:

Hin nerîn di derbarê Pedagojiyê de.Pedagojî bi çavên hin ji fîlozofên navdar mîna Sokrates û Rousseau . Nezîf Mayî û berhema vî : Pedagojî û hin ji nerînên wî.

2-Naverok:

Li vir em derbasî nav Lêkolîn û mijara xwe dibin. Di destpêkê de, hinekî em ê li ser rola malbatê û dê û bavan rawestan , ka çi ji hêla van ve tête xwestin û çi erkên wan hene da ku zarokê îro, şagirtê sibê bê pirsgirêkên derûnî û bê kompeleks derbasî jiyanê bibe. Nerîn û agahiyên insiyatîva bengehê zarok û dayikan a Penselvîniyayê.

Divê zarok, mijara sereke a dê û bavan be. 

Rahênana di derbarê perwerdeya herî dirist. 

Nabe ku dê û bav hin rûçikan bi zarokê ve bikin. 

Divê dê û bav kêmasiyên zarokê bipejirînin. 

Divê zarok dibin kontrola dê û bav de be. 

Pêkanîna zagonên dirist ji bo zarokê.


3-Incam:

Hin ji kêmasiyên Lêkolîn û agahiyên insiyatîvê weku giringîniya fêrbûna zimanê dayikê Û hîn di malê de. Di derbarê handanê tiştekî berbiçav ne hatiye zimên û hwd.


4-Jêder:

Pirtûka Pedagojî bi Perspektîveke dîrokî a rêzdar Nezîf Mayî.

Agahiyên Insiyatîva ( Initiative) bengeha zarok û dayikan a Pensilvaniya yê (Pennsylvania)

Malpera momjunction.com .

* Hin ji azmûna me weku dayik û nivîskar.

Pedagojî û avakirina kesayetiya zarokê( şagirt) ji xwe bawer.

Bê guman, pedagojî zanisteke wiha ye ku şêweyê têkilî û dan û standina şaristanî û herî guncav di navbera mamoste û şagirtan de bi mirov dide nas kirin û her wiha ew hewil dide ku pencereyên nuh ji bo zanistê veke. Bi wateyeke din Pedagojî hewil dide ku baştirîn têkilî û rengê wanedayinê ji hêla mamosteyan ve û baştirîn wergirtine zaniyariyan û waneyan ji hêla şagirt ve bîne holê.

Belê û li gor dîtina rêzdar Mayî (Felsefeya Pedagojiyê dîrokeke dirêj heye û her fîlozofekî li gor dem û rewşa serdemê xwe guhertin û pêşketin kirine)*

Di incamê de pir aliyên pedagojiyê peydabûne û peyva Pedagojî ji Yunanî Peda-gogike hatiye(Pedagogisk- uppslagsbak 1993 ) wateya wê jî: şêweyê rêxistinê ye ku ji bo perwerdê û fêrkirinê tê bikaranîn*.

Bi herhalî û da ku bêhtir ev xal bête zelalkirin, mirov dikare li nerîn û dîtinên pir ji fîlozofan vegere û tekez em ê li destpêkê vegerin li fîlozofên beriya zayinê û nemaze li Sokrates. Li gor Sokrates ( Rastî heye û zanebûna herkesekî dikare pêşde here bi rêya gotin û axaftina azad a bê zormilî, her kes dikare têbigihî û zanabûna xwe jî bigihîne her kesî*). Dêmek Sokrates dixwest ku bala civaka Atînayê ber bi wê yekê ve bibe ku êdî bi hebûn û misogerkirina azadiyê û wekheviyê ji hêla desthilatdara Atînayê , her kes dikare êdî ji vê yekê sûdmend be û dikare xwe ber bi pêşve, ber bî başî û çakiya jiyanê ve bibe, ango mirov dikare li gor heman gotinê aktîv be û ji lewra jî ji pedagojiya fîlezofê navdar Sokrates tê gotin: (Pedagojiya aktîv)*.

Lê ji aliyekî din ve û piştî zayina hezretê Îsa, Jeam Jacques Rousseau dibêje ku: (Em ji dayikbûnê ve pir lawaz bûn û me pêwîstî bi hêzê heye. Em ji dayikbûnê ve pir bêçare û bê şiyan bûn, me pêwîstî bi çavdêriyê heye. Em ji dayikbûnê ve nezan bûn û bi rêya perwerekirin û fêrkirinê em fêr dibin*). Sebaret bi dîtina birêz Rousseau, naxwe her mirovek wiha lawaz, nezan, bêçare, bê Imken, şiyan û wiha qels tête jiyanê û eger mirov hewil nede ku xwe bi pêşve bibe û xwe bi zanînê pak û dirist neke, dê di heman lawazî û nezaniyê de jî bimîne, naxwe pêdiviya her takekesî bi perwerde û fêrkirinê heye û li vir mirov dikare vekirî jî bibêje: pêdivî bi zanistên weko Pedagojiyê heye da ku proseya pêşxistinê berdewam bimîne. Dêmek divê dam û dezgeh, dibistan û Insiyatîv bi vê rolê rabin û divê ku ew di heman demê de li baştirîn metodên wanedayinê û fêrkirinê vegerin û wan ji bo şagirtan bixebitînin û her gav ji guherînê re amade bin, ji ber ku metod jî û li gor piraniya Pedagoj û fîlezofan di guherînên berdewam de ne.

Lê û bi çavên pisporan divêt ku malbat beşdarî vê proseyê bibin û alîkar bin da ku dibistan zû bi zû bikaribin hin metodan bikarbînin, mebest ew metodên ku dikarin birastî bi destên zarok û şagirt bigerin û ji bo paşerojê wî bînin ser rêya herî rast.


…………………………………………………………………………………………………………………

*1. Mayî Nezîf ( Pedagojî- Bi perspektîveke dîrokî),rûpel.17.


* Heman jêder, r.17.

Heman jêder,r.22.

Heman jêder, r.23.

Di vê lêkolînê de em ê hewil bidin ku xaleke bi sûd bînin holê ku wiha civak û desteyên perwerdahiyê jê mifadar bin: Ango çawa mirov, dê û bav ( malbat ) û bi alîkariya mamosteyan dikarin zarokekî ji xwe bawer perwerde bikin, da ku heman zaro û paşê li rasta arîşe û pirsgirêkan neyê. Belê rêzdar Mayî Û hîna di destpêka pirtûkê de aniyê zimên:( ku destpêka guhertinê divê hizir û bawerî bên guhertin)*.Bi dîtina me ev xaleke herî girîng û pirr balkêş e û mirov wiha dihizire û têdigihe ku hayê rêzdar Mayî baş ji rewşa me kurdan heye û ew baş sedemên paşketina me dizane, lê tevlî ev ê yekê jî wî hewildaye ku ji bo miletê xwe karekî sûdmend bike ku ne bitenê şagirt û mamoste jê mifadar bin, lê tekez wî xwestiye ku em tev haydarê zanisteke sereke ji zanistên perwerdahiyê bibin û herwiha em hînî şêweya dan û standina herî nûjen û modern bibin.

Tekez û li gor xwendina me ji pirtûka rêzdar Mayî re (Pedagojî ) pirtûk hewil dide ku me baş serwext bike û em pir ji Teoriyên heyî nas bikin:

(teoriya Skinner, teoriya Nail, teoriya Rogers û pirr in din) Lê ev pirtûk bêhtir balê dide şagirt û mamosteyan û ti agahiyên di derbarê perwerdahiya yan jî

pedagojiya ku berê xwe bide malbatê û zarokê û erkên dê û bavan nînin. Tekez heman zarok şagirtê sibeyê ye û heman dê û bav mamosteyên pêşî ne û mal dibistana berî dibistana seretayî ye û tekez rola wê dibistana yekem roleke sereke û bingihîn e.

Da ku em baştir vê mijarê rave bikin em wê û di vê lêkolînê de hinekî vekolin û bînin holê: Rola malbatê di avakirina kesayetiya dirist û ji xwe bawer.

Bê guman, rola malbatê di avakirina kesayetiya zarokan de, roleke pir girîng e,ev ku em bizanibin û sebaret bi pirr ji lêkolînên zanistî ku malbat hêlîna yekemîn e, ku zarok tê de pir ji sinc, moral, rewiştên civakî, hêzdarî û şêweya dan û standina jê werdigire.

Zarok û hîna di salên biçûkaniya xwe ên dikeve bin bandora dê û bavan û rengê perwerdahiya ku ew ji wan distîne. Zarokê ji xwe bawer, berpirsiyar, bi hêz û zîrek û bi hestên toleranz û moralê bilind ew zarokê ku hîna di destpêka zaroktiyê de bi rêz û bawerî, bi hezkirin û têgihiştin perwerde

dibe.

Belê malbat bi motîvasyon û Handanê, bi rêz û bawerî, bi hezkirin û têgihiştin dikare kesayetiyeke xurt bide ava kirin ( jiyana yekem ) ku êdî ew kesayetî wiha bi xurtî û ji xwe bawer dest bi dibistanê bike û hêdî, hêdî derbasî nava civakê bibe (jiyana duyem).

Li gor pirr ji ezmûn û diyardeyên rastteqîn, pirrê caran ew jîngeha nû dikare ne hesan û rehet be. Zarok dikare li rasta tendûtûjiyê were, dikare bibe êrîşa pir ji zarokên bêsinc, ku ew bi tenaziyan jî dikarin ( Mobîng) dikarin zarokên din pirr biêşînin û bandoreke pirr nîgatîv û neyênî li ser derûna wan bikin, ji xwe ev diyardeya Mobîngê li Ewropa jî û mixabin bi awayekî berfereh heye û malbatên ku ji mêj ve li van welatan dimînin ev ê yekê baş dizanin.


Belê û weke mînak, pirr ji zarokên qelew li rasta Mobîngê û tenaziyan tên. Ji lewra pêdivî pê heye ku malbat, dê û bav ji zarokên xwe pirr nêzîk bin, li wan guhdarî bikin û rehetî û baweriyê bidin wan da ku ew bixwe bikaribin ew ê êrîşa ku li dij wan tête kirin, bê şerm bibêjin. Wî çaxî divê ku dê û bav bihev re li çareseriyekê bigerin û rêyeke herî baş bi mamosteyan re bibînin. Tekez ji wan tête xwestin ku ew bikaribin derûna zarokê paktir bikin û bi riya Handan û navtêdanê bihêlin ku zarok dest bi daxistina kîloyên zêde bike û li vir em ê dûrtir neçin ji ber ku mijara Mobîngê, mijareke fereh e .

Tekez em ê vegerin mijara xwe û da ku em bikaribin wê baştir û bi awayekî zanistî vekolin, em ê li hin jêder û lêkolînên pedagojiyê ên heyî vegerin: Bê guman, pedagojiyên Însiyatîva (Initiative)bengeha zarok û dayikan ya Pensilvaniya (Pennsylvania) hin agahî dan serhev û ew di malpera Momjunction. com balevkirin da ku malbat ji wan agahî û incama heman lêkolînên zanistî mifadar bin û ji wan agahiyan:


.............................................................................................................................................................

* Mayî Nezîf (Pedagojî- bi perpektîveke dîrokî), rûpel.18.


Divêt Zarok û perwerdahiya wan mijara sereke a dê û bavan bin. Belê pirr girîng e ku zarok û hîna di destpêka xwe de faktera sereke a dê û bavan be, ango

Jiyana malbatê bi giştî be. Malbat şana perwerdahiya sereke ye û zarok divêt ku mijara sereke û herî hêja ya malbatê be û eger dê û bav ji derveyî malê jî bixebitin û pirr mijûlî debara jiyana xwe a darayî bin jî, lê tevî wilo jî divê ku ew demekê ji bo jiyana di hinava malbatê de û ji bo perwerdahiya zarokên xwe veqetînin û mal û zarokên xwe bi rengekeî baş û saxlem birêve bibin.

Pêdiviya zarokê û nemaze di salên pêşî de pirr bi alîkariya dê û bavan heye û diyare ku pêdiviya zarokê pirr bi nêzîkiya ji Dayika xwe heye. Bi wateya rola dê pir girîng e, lê ev nayê wê wateyê ku bav û ta ku xebatkar be jî, xwe ji erkê xwe bide alî û her tiştî bi hêviya dê ve bihêle.

Kurd li beramberî ev ê xalê:

Beriya niha civaka me a kurdî bi rengê dan û standina xwe civakeke gundî bû, mala kur nêzîkî yan bav bû, yan ew û zarokên xwe di heman mala mezin de û tev bi hev re dijîn, li kêleka wan êdî mam û xal, pismam û hwd, ango êl bitevahî, ji lewra zarok li gel hev û dibin çavdêriyeke xumalî de perwerde û mezin dibûn, wan sinc û rewiştên xwe ji heman çanda mezin werdigirin, qet tirsa li derveyî malê bi vî rengê niha nebû, lê îro û ev bîst sal in ji çerxa bîst û yekê zayinî, êdî rewş li ba me û li cîhanê hatiye guhertin û nemaze jiyana li diyasporayê ku pirraniya caran mirov cîranên xwe nas nake û di bexçeyê zarokan de, herweha di dibistanên seretayî de , bi sedan zarokên ku ji incama penaberên piir ji milletên cêwaz hene.

Dêmek divêt ku em kurd jî hayî ji vê guhertinê hebin û divê em ji agahiyên pedagojiyê bê Par nemînin, divêt dê û bav baş li çavkaniyên heyî vegerin û bi awayekî nûjen û şaristanî êdî reftarê bikin.


2.Rahênana di derbarê perwerdahiya herî dirist ji bo zarokan:

Guhdana bi zarokê ne bitenê bi Amadekirina xwarinê û kirîna cil û bergên ji bo wan dibe, ango bi misogerkirina pêdiviyên wan î madî, lê belê bi avakirina wan dibe, bi hinartina demê ji bo wan û pêdiviyên wan î din. Divêt dê û bav bikaribin bi awayekî êrênî û posîtîv roldar bin di gel gihandina pirr agahiyên ku li gor temenê zarokê bin, ji lewra jî gereke ew bizanibin ka çawa divê mirov bi zarokan re bide û bistîne û çawa wan birêve bibin û wan perwerde bikin.

Tekez her zarokek neynika malbata xwe ye û pirr ji reftar û tevgerên wî, reflaksa rûdanên ku di malê de dibin û weko nemûne zarokê ku di malê de û ji destê dê û bav lêdanê dixwe, heman zarok êdî hewil dide ku li zarokên din bixe.

Kurd li beramberî evê xalê:

Dema em li jiyana malbatan vegerin û mebesta me hin ji malbatan, em ê bibînin ku hin ji wan zêdeyî du zarokan tînin jiyanê û bê ku ew wiha jî vê yekê re amade bin, yan jî dê û bav hîn pirr ciwan in û bixwe jî zaro ne, ev yek rewşeke ne dirist e, û di incamê de dibe sedemê rewşeke ne diristir û herî pêşî û dawî zarok buhayê vê yekê didin. Bîntengiya bavan û xemsariya dayikan dihêle ku zarok ji herduyan ciz bibe û wiha xwe dûr bigire û xwe bitenê hîs bike, dema ku dê û bav xwe nawestînin û ti rahênana baş nadin zarokê , êdî ew wiha nefis lawaz û zîz û ji xwe ne bawer tev digere. Tekez ev yek bala mamosteyên dibistanê dikişîne û eger hat û wan ji dê û bav xwestin

ku sedemên melûliya zarokê bizanibin û ew ji vê yekê re ne alîkar bin, carek, du car....?! Êdî mamoste gilî û gazinan digihînin dezgehên pispor û xwedan hêz û li vir û weke mînak li Elmaniya êdî (Jugend Amet) destê xwe dixe nav karê malbatê û hewil dide ku alîkariya zarokê bike û me tevan bihîstiye ku di hin rewşa de wan dest danîne ser zarokê û ta radeya ku ew ji dê û bav standine û birine ba xwe.

Belê, ev yek ne bi dilê malbatê ye, lê divê ku em tev bizanibin ku êdî em li welatekî din in û dê zagon û yasayên wan li ser me jî bêne xebitandin û li vir divê ku em baş têbikuşin ku em in yên gunehkar û sûcdar. Êdî dem hatiye ku em hiş û tevgera xwe hinekî biguherin û li gor pîvanên yasa û zagonê, li gor dezgehên perwerdahiyê û li gor hin ji pîvanên pedagojiya dirist reftarê bi zarokên xwe re bikin.


3. Nabe ku em hin rûçikan bi zarokan ve bikin:

Li gor agahiyên insiyatîva (Initiative)dezgeha zarok û dayikan ya Pensilvaniya (Pennsylvania) nabe ku em û weku nemûne ji zarokê re bibêji: Bê hiş, sirt, ne zîrek, bê cir.

Ev yek dikare birastî bi roleke xirab bilîze û zarokê birastî bê hiş bike, heyanî bi dê û bavan ne mafdar in ku bi tenazî û reftarên wiha li hemberî zaroka xwe tev bigerin, ev diyarde ziyaneke bê hempa digihîne derûn û bîreweriya zarokê û wiha kesayetiya wî jî û ew hew êdî bi xwe bawer dibe.

Divêt malbat rê bidin zarokê ku bikaribe xwe derbibre û tekez pêdivî bi bînferehiyê heye, divêt bikaribe xwe bibêje bê ku bikeve bin doxê zorê, yan tirsê û divê em dê û bav jê re pişgirt bin.


Kurd li hemberî evê xalê:

Ciyê mixabiniyê ye ku ta niha jî, hîn hin malbat hene ku gotin û çêrên herî nexweş ji zarokê re dibêjin û diyar e ku hîn rûçikên mîna ên li jêr nivîsî bi kar tînin :

-Terpolo.

-Gêjo.

-Serhişkê

-Bizinê yan jî çêlekê.

-Xinanî

-Lalo

- Qelewê

Belê mixabin hîn malbat pirr ji gotinên kirêt ên din û di heman hêlînê d bikar tînin û rastî ev karekî qet ne şaristanî ye û li vir divê em bizanibin ku zarok wiha bê cir dibe û dema xwîşk û bira heman gotinan ji devê dê yan jî bav digirin û êdî ew jî wan li dij hev dixebitînin û ev dibe pirr ji pirsgirêkên bê rawestan.

Bi dîtina me û eger hat ku zarok bi rastî wiha lal be, yan dereng biaxive, dêmek pêdivî bi guhdaneke taybet heye . Gelo ma bêjeyek wiha mîna lalo dê çi sûd û mifayê bide zarokê yan jî dê û bav ji bilî şikestina hest û derûnê zarokê bê guneh.

Herwiha car,carna diyardeyeke din heye ku ew jî pirr berbelav e, ku dê yan bav rê nadin zaroka xwe ku ta bidawiyê xeberdana xwe berdewam bike, ev jî kiryareke ne zîrek e û hîn pirr ji malbatên kurdî wê didomînin.


4.Divê dê û bav kêmasiyên zarokan bipejirînin:

Tekez û çawa ku mezin şaşiyan dikin, her wiha zarok jî şaşiyan dikin. Çawa mezin ne bê kêmasî ne herwiha jî zarok. Dema ku zarok bikeve şaşiyekê de, divê malbat hewil bide ku bi hezkirin û têgihiştin wî hişyar û agahdar bike û wî dubare bîne ser rêya rast û li vir divê hinek derfet ji bo zarokê hebe ku ew bixwe, wiha xwe nas bike û şaşiyê serrast bike û dema ku zarok xwedan behrî û şiyan be divê ku dê û bav jê re pişgirt bin, nabe ku mirov û bi darê zorê hez û xwestekên xwe li ser zarokê ferz bike.


Kurd li hemberî ev ê xalê:

Mixabin û pirraniya caran em kurd dikevin wê şaşiya mezin û em pirr dereng li xwe haye dibin. Belê dê û bav her tim nemûneyê herî berçav û baş in, ji lewra gereke em derewan li wan nekin û em sozên xwe bi wan re bibin serî û hez û hin ji xwestekên wan bi cî bînin, eger hat û dê yan bav carekê û zêdetir derw li zarokê kir, êdî ev helwest zarokê xemgîn dike û hin zarok jî wiha hînî Derwê dibin û bixwe dibin derewîn.

Ji layekî din ve diyar e ku zaroka ku kêmasî kir û dê û bav bi tundî û zorê ew haye kirin û ev yek nepejirandin, êdî zarok dikeve bin bandora faktera tirsê û nema diwêre hişkere û birastî biaxive û rastiya bûyerên li kolanê, yan li dibistanê pê re rû didin û çêdibin ji dê û bavê xwe re bibêje û gelek caran helwesteke wiha dikare Xwedan buhayekî pirr bilind û giran be.

Belê rojane em dibînin ku hîn em kurd hewil didin ku berê zarokê bidin wan xwendin û zanistên ku em wan ji wan re dipejirînin weku Bijîşk, Indeziyar û hwd , ev yek jî rewşeke ne rewa ye û dikare bandoreke mezin li derûna zarokê bike û ta ku pirr mezin jî bibe, her xemgîn be ji ber biryara dê û bavên xwe..ji xwe hin zarok êdî nema ji xwe bawer in û nema diwêrin li ser doz û xwestekên Xwe guftûgoyê jî bikin.


5.Divê zarok dibin kontrola dê û bavan de bin:

Dê û bav dikarin bê ku hayê zarokê jê hebe ku wî û reftar û tevgerên wî, têkiliyên ji derveyî malê, dan û standina bi hevalan re kontrol bikin lê hinekî dûr bi dûr. Tekez û dema ku pêdivî pê hebe gereke ew nêzîkî zaroka xwe bin, nabe ku em wiha wan berdin û wan ji xalên neyênî dûr nekin. Pirr Film hene ku ne li gor temenê zarokê ne, nabe ku em destûra wî bidin ku li wan binere, Medya dîgîtal ( Digital Media ) û Smartfon ( Smartphone)nabe ku bi hesanî di destên zarokê de bin.


Kurd li hemberî ev ê xalê:

Separet bi ezmûna derdorê û li gor ku em wiha baş nêzîkî civaka kurdî ne û nemaze niha di dema parvebûna vîrûsa Koronayê ( Covid- 19 ) de ku êdî zarok jî ji dibistanên xwe û ji bo demên dirêj veqetiyan û neçar li malê man, êdî ew pirr ji dema xwe bi Berîkfonên xwe ên herî zîrek ve diqedînin herwiha pirr ji zarokan derbasî hin rexên ne rewa dibin, yan têkiliyan bi hin kesên nenas re çê dikin!

Belê ev tev li malê dibe û bê ku haya dê û bavan jê hebe û li vir divê ku em jibîr nekin ku pirr ji dê û bavên kurd nexwende ne û êdî qet serê xwe bi zarokê re na’êşîn in. Tekez û li gor şopandina me pirr ji bebekên herî biçûk êdî Xwedan berîkfon in, da ku dayik xwe ji çîrçîra zarokê rizgar bike, hema ew yek ser xwesteka wê hitokê bi çî tîne û ev yek ziyaneke mezin û bi me tawaneke ku di derbarê zarokê de dibe, li şûn ev ê yekê dê dikare zaroka xwe hinekî bibe derveyî malê, dikare hinekî demê bidê û pê re bilîze û tekez dikare bi riya berîkfona xwe hin stranên zarokan daxîne, lê ev tev dibin çavdêrî û kontrolê de.


6. Pêkanîna zagonên dirist ji bo zarokan:

Divê dê û bav hin zagon û sînoran ji zarokan re bidin avakirin û divê zarok bizanibe ku êdî ew nikare wan sînoran bibezîne, divê zarok û hîna di temenê xwe ê herî biçûk de bizanibe ku berî xwarinê gereke ew destên xwe bişone û nemaze ku ew ji derveyî malê hatibe.


Kurd li hemberê ev ê xalê:

Li vir pêdiviya me kurdan pê heye ku em bizanibin ku li welatên weku Ewropayê yan jî li van welatên Ku gihiştine qunaxê herî berz ji şaristaniyê, zarok mijareke herî girînge û divê ku dê û bav ev ê yekê berçav bigirin. Di dema em hîn ji zaroka sê, çar salî re Bebek dibêjin, ew heman zarokê fêrî pir tiştên din dikin, ango ew tişt û pêdiviyên jiyanê ên rojane weku şuştina diranan, wiha ew firçeya diranan dixin nav destên zarokê û li vir jî êdî heman firçe li gor salên temenê zarokê hene û sînor ji zarokê re tête danîn û divê ew bixwe sûd û mifaya wî sînorî bizanibe, dema ku em ji zarokê re bibêjin divê tu diranên xwe firçe bike, divêt beriya hingê ew bizanibe ka çawa ev yek dibe û divê ku ew bizanibe çima. Dê û bav dikarin bi hesanî ji zarokê re bibêjin ku ew diranên xwe baş firçe neke dê êdî diranên wî reş bibin û dê wiha kurmî bibin û hew şîn bên û dawiyê dê nikaribe xwarinê bicûne û eger ew wan neşone dawiya hefteyê ew nikare biçe û weku mînak McDonald’s yan nabe ku pir şêranî bixwe, bi wateya ku wiha nerm û hesan em dikarin zarokê hînî sînor û zagonên ku ji bo wî hatine xêzkirin bikin.

Incam:

Bê guman û li gor şopandina me ji wan her Şeş xalên sereke ên ku Insiyatîva Bengha zarok û dayikan a Pennsylvania û pedagojên pispor ragihandine, qet rola zimanê dayikê nayêt holê, ku bi dîtina me û li gor lêkolînên zanistî divê zarok û hîna di malê de, hîna biçûk fêrî zimanê dayikê bibe ku niha hin hene ku bi awayekî berfereh ev ê xalê pişt guh dikin. Zaroka ku bi zimanê xwe ê dayikê bizanibe û sebaret bi pisporên derûnê dikarin bêhtir xwe derbibirin û pirr ji xwe bawer reftarê dikin, herwiha zûtir dikarin hînî zimanên din bibin û kêmtir li rasta pirsgirêkekên derûnê tên.

Dema em bi hûrbînî û careke din li her şeş xalên ku insiyatîva bengeha zarok û dayikan a Penselvînyayê vegerin, tekez em bizanibin ku mebesta van lêkolînên zanistî ku ji aliyê pisporên Pedagojiyê de hatine dest nîşan kirin ew e ku mirov, dê û bav bi awayekî çaktir bi rola xwe a xwezayî rabin û bikaribin zarokekî tendurist, bê pirsgirêkên derûnî û ji xwe bawer perwerde bikin, ev da ku paşê ew zarok bikaribin bi gavên xurt, ji xwe bawer, bi rêz û baştirîn sinc derbasî cîhana ji derveyî malê bibin û nemaze dibistanên qunaxê seretayî ku li wir mamoste dikarin bi awayekî pir balkêş roldar û alîkar bin li gel heman dê û bavan û wiha baştirîn tovê nûhatî bidin perwerde û xwedî kirin, tekez ev ne hema wiha ji ber xwe ve hatiye. Welatên ku îro di qatên herî li jor in li ser destên zarokên xwe ên îroyîn ku hêviya paşrojeke herî ronak in tên avakirin.

Tekez û sebaret bi rewşa me kurdan û bidîtina me pêdiviya me êdî bi şervan û pêşmerge nîne bi qasî ku îro pêdiviya me bi nifşên xwendevan û zanyaran heye, mebest ew xwendevan, zaniyar û pisporên ji xwe bawer û bê pirsgirêkên derûnî. Bila zarok li pey xwestekên xwe û di bin çavdêriya dê û bavan de biçe, bibe tiştê ku ew dixwaze û ne ew tiştê ku em dixwazin, wiha nifşekî xwendevan û ji xwe bawer dikare welatan rizgar û ava bike.


Çavkanî û jêder:

Pirtûka Pepadagojiyê a rêzdar Nezîf Mayî.

Agahiyên Insiyatîva bengeha zarok û dayikan a Pennsylvania. ( Momjunction. com ).

Ji kovara (Hiye) û serenavê gotarê: Rola malbatê di ava kirina kesatiya zarokê de ya nivîkar Yemama Samî.

Hîn ji azmûn me weku dayik û nivîskar.

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).