Ji demeke nêzîk ve dîwana helbestvan Cozêf GEWRIYÊ "pelin ji asîmanê Eştar" di 160 pelê navend de bi zimanê Siryanî derket.
 Tê zanîn ku ev siyemîn dîwana vî hebestvaniye pîştî dîwana "min di xewnekê de veşêre" û "Derav" yên bi zimanê Erebî ji hêla weşanxaneya" Dar Mozayîk a weşanê û xwendinan hat çapkirin. 

Helbestvan ev dîwana xwe bi zimanê Siryanî weşand li gel wergerandina bi zimanê Erebî bi alîkariya herdû hevalên wî Nebîl YÛSUF û Butrus ŞABO û wêneyê li ser rûyê pirtûkê ji hêla şêwekar Fu'ad RUHAM ve hati bû çêkirin.

Dîwan gelek helbest li ser evîn, bêrîkirin û welat têd hene.
Helbestvan di diyariya xwe de dibêje: 

Ji bo Zalîn ( Qamişlo) bi av û xaka xwe 
bi ba û mirovên xwe 
Bi kuç û darên xwe
Va zadê teye
Ez bi destên xwe pêşkêşî te dikim.

Hêjayî gotinê ye Helbestvan di sala 1980 li bajarê Qamişlo li Sûryê ji dayik bûye, wî bawernameya wergerandina Ingilîzî li zankoya Helebê bi dest xistiye herweha bawernameya toreya Erebî ji zankoya Ferat bi dest xistiye. Ew ji sala 2014 ve li gel hevjîna xwe û du kuran, li Holenda dijî.
>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).