Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bermaber biryara Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ya derbarê nedestûrî binavkirina yasaya petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê bertek nîşan da û bi gotina “ev biryar di pratîkê de nayê cîbicîkirin”, daxwaz kir ku Dadgeha Federal pêdeçûnê di biryara xwe de bike.

Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê roja Sêşembê 15ê Sibatê derbarê yasaya petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê biryarek da û ew yasa wek nedestûrî bi nav kir. Dadgeha Federal herwiha di biryara xwe de Hikûmeta Herêma Kurdistanê de pabend kir, ku petrola xwe radestî Hikûmeta Federal û Wezareta Petrola Iraqê bike.

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê vê biryara Dadgeha Federal de daxuyaniyek weşand û nîgeraniya Herêma Kurdistanê ji wê biryarê anî ziman û ragihand, “Di demekî ku Iraq ji rewşeke siyasî ya aloz de derbas dibe, mixabin biryarekî Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê, ku yasaya neft û gaza Herêma Kurdistanê wek nedestûrî pênase dike, Herêma Kurdistanê rastî nîgeraniyekî mezin anî.”

Nêçîrvan Barzanî diyar dike, ku “ew biryara dadgeha bilind a federal ku pişta xwe dide yasayekî dema rejîma berê, bingehê federalî û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê piştguh xistiye û li gel ruhê destûr û sîstema federal hev nagre û di pratîkê de jî nayê cîbicîkirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha dibêje, ev biryar pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê yên li ser dosyeya petrol û gazê “aloztir dike” ku bi salane hewla çareseriya wan hatiye dayîn û di çend qonaxan de pêngav ber bi çareserkirina wan pirsgirêkan ve hatine avêtin.

Nêçîrvan Barzanî herwiha dibêje, “Li gor me Dadgeha Bilind a Federal li cihê vê biryarê, pêwîst bû biryar bide ku Hikûmeta Federal a Iraqê li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gor Destûrê li ser pirsgirêk û pirsa petrol û gazê bigihin çareseriyekê ku di berjewendiya hemû Iraqê de be.”

Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji Dadgeha Federal dike ku pêdeçûnê di biryara xwe de bike û sîstema federalî ya Iraqê li ber çav bigre. 

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin, “Bendewariya me li dadgeha bilind a federal a Iraqê heye û em daxwaz dikin pêdeçûnê bi biryara xwe de bike û bingehê destûr û sîstema federalî berçav bigre, ku ew mafên yasayî û destûrî yên herêma Kurdistanê neyên binpê kirin û nebin sedemê alozbûna zêdetir a rewşa siyasî ku ziyan bi berjewendiyên Iraqê bi giştî jî digehîne.”


 Jêder: Rûdaw 


>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).