Du wezîrên Brîtanya îro Sêşemê bo bertekên xwe yên dijî serokwezîrê welêt Boris Johnson nîşan bidin karvekîşînên xwe ragihandin.

Wezîrê Darayî Rishî Sunak û Wezîrê Saxlemî Sajid Javid dan zanîn ku ew ji kanîyê vekişîne.

Ji Partîya Konservatîf Chris Pincher, ku li parlamanê rêvebirê komê bû, piştî nûçeyên di rojnameya The Sun de, ku ser destdirêjîya seksî bûn, karvekişîna xwe ragihandibû.

Johnson, bi erkdarkrina Pincher tê tawanbar kirin ku hin karbidestên Brîtanî dibêjin wî hay ji wan îdîayan hebûye.

Ofîsa Serokwezîrîyê dîyar kiribê wan hay ji îdîayên ser tacîzê tune.

Serokwezîrê Brîtanya Johnson îro da zanîn ku sê salên berê tawanbarkirineke wisa gêhiştîye ber destê wî.

Johnson dîyar kir ku ew ser biryara erkdarkirina Pincher pir poşman bûye, lê wezîran karvekişîna xwe ragihandin.

Jêder: https://www.dengeamerika.com/

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).