Serokomarê Ukranya Volodymyr Zelenskiyy roja Sêşemê bi rêka vîdeokonferansê bo parlamana Brîtanya axifî.

Zelenskiyy bang li Brîtanya kir ku dijî Rûsya alîkarîya Ukrayna bike.

Wî di axaftina xwe de bo Rûsya got ‘’dewleta terorîst’’ e û da zanîn ku divê London bo cezayê bide Moskowê pirtir alîkarîyê bide Ukrayna.

Serokomarê Ukrayna bal kişand ser çekên Rûsya bikar tîne û bi bîr xist ku bo gelek sîvîlan pêdivîya bi xwarin û vexwarinê heye.

Zelenskiyy dîyar kir ku ew şer naxwazin, lê da zanîn ku jiber şertên çêbûne ew cengê dikin û ew naxwazin Ukrayna ji dest wan derkeve.

Parlamanterên Brîtanî bo axaftina Zelenskiyy li ser nigan çepik lêxistin.

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson dîyar kir ku ew dê bo çekên Ukrayna bi awayekî pirtir di hewildanan kevin û da zanîn ku ewê zexta aborî ya ser Serokê Rûsya Vladimir Putin berfirehtir bikin.

Johnson herwiha da zanîn ku ew dê derkirîna nefta Rûsya jî rawestînin.

Jêder: dengeamerika

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).