Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî dibêje ku Amerîka û Rûsya ji wan re gotiye ku ew êrîşeke nû hember bakur û rojhilata Sûrîyê pêk qebûl nakin.

Di hevpeyvînekê de ligel malpera al-Monitor de ku roja Sêşemê belav bû, Ebdî da zanîn ku karbidestên Amerîkî bi awayekî fermî ev yek gihandîye HSD'ê.

“Amerîka got ku ew li dijî wê yekê ye û qebûl nake ku Tirkîyê êrîşî me bike. Amerîka ev garantî dane me,” fermandarê Kurd eşkere kir.

Derbarê helwesta Rûsyayê jî, General Ebdî got ku Rûsan jî ji wan re gotiye ku wan ti rêketin bi Tirkîyê re nekirîye.

"Lê wan got ku dibe ku hêzên girêdayî Tirkîyê li şûna artêşa Tirkîyê êrîşî me bikin. Wan demek jî da me. Gerek 5’ê Mijdarê êrîşî me bikirana, lê tiştek nebûye.”

Di van hefteyên dawî de karbidestên Tirkîyê gefeya pêkanîna operasyoneke leşkerî ya nû hember hêzên Kurd li bakur û rojhilata Sûrîyê dikin.

Lê Ebdî dîyar kir ku li gor şert û mercên heyî, êrîşek ji alîyê Tirkîyê ve ne pêkan e.

Wî di heman demê de got ku ew li vir behsa Erdogan dikin û ew dikare êrîş bike ku helwesta xwe li nav Tirkîyê baş bike.

"Loma jî, em gefeyên Erdogan bi cidî digirin û em hemû gavan davêjin wekî ku ew senaryo heye.

Hêjayî gotinê ye ku li deverên bakur û rojhilata Sûrîyê wekî Til Temir û Eyn Îsayê, artêşa Tirkîyê û komên Sûrî yên ser bi Enqerê ve bi awayekî berdewam bi top û bombeyan êrîşî dikin.


Jêder:  www.dengeamerika.com

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).