Neteweyên Yekbûyî, Helgira Xelata Nobel û Çalakvana Mafên Mirovan Nadia Murad roja Çarşemê rênimayên cîhanî li Neteweyên Yekbûyî derbarê çawaniya komkirina belgeyên pêbawer û bi bandor yên rizgarbûyî û şahidên tundûtûjiya seksî li herêmên ku pevçûnan lê rû didin pêşkeş kir.

Murad, ku di sala 2018an de Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirtibû jiber hewildanên wê yên ji bo bidawîkirina destavêtinê wek çekek şer, yekem car di sala 2015an de di 22 saliya xwe de serî li Konseya Ewlekariyê ya NYê da û behsa êşkence û destdirêjiya ku wê bi serê xwe dî, dema ji aliyê Dewleta Îslamî DAIŞê de hatbû girtin, ku çekdarên wê rêxistinê ew û hezaraên keç û jinên Êzidî weke koleyên seksî karanîn.

Bi navê Qanûna Murad (Murad Code), rêbernameya nû bi fînansekirina Brîtanî ji hêla kempeyna grûpa Destpêşxeriya Nadia û Enstîtuya ji bo Lêkolîna Tawankariyên Navneteweyî ve hate pêşxistin, bi armanca kêmkirina metirsiya travmayê li ser rizgarbûyan dema ku belgeyan pêşkeş dikin de.

"Qanûna Murad rênimayan zelal destnîşan dike û xebat jibo tekezkirina pêdiviyên rizgarbûyan dema ku belgeyan kom dikin, û ji bo misogerkirina piştevanî û dadmendiyê ji bo wan, ne tenê nîşandana bertek û şopandina derencaman, "herî kêm Yên rizgarbûyî divê ji hejî bên dîtin ," Nadia got.

Murad, di projeya xwe de bal kişand ser wan qurbaniyên ku di şeran de rastî destdirêjiyên seksî tên, wê girtin û tecawizkirina hezaran keç û jinên Êzîdî dema sala 12014an rêxistina tundrê DAIŞê Şengal û herêmên din kontrol kiribûn û ew weke koleyên seksî bi kar anîbûn.

Nadia herwiha behsa rewşa îro ya Ukrayna û binpêkirinên li wê derê çêdibin kir, wê dîsan rewşa li Etopyayê jî bi bîr anî ku çawa jin dibin qurbanîyên nakokî û şerên li wê herêmê.

Murad, bal kişand ser krîzên navnetewî yên weke rewşa pandemiyê ya çend salan, rewşa şer û krîza jîngeh û klîmayê. Wê got ku ev hemî bandora herî mezin li ser jin û keçan dikin. Nadia got ku destavêtina seksî ya jinan di şer de ne karekî nû ye û ew taktîkeke kevin e.

Nadia got, her çende 8 sal derbazbûne, lê hêjî zêdetirî 2.800 keç û jinên Êzidî di nava destên DAIŞê de ne, ew êxsîr û rastî tundiya seksî tên.

Ev daxuyanî di demekê de tê ku Neteweyên Yekbûyî hişyardî dide ku li Ukraynayê pirtir destavêtin û tundiya seksî diqewimin.

Komelên Mafên Mirovan yên Ukraynî dibêjin hêzên Rûsya destavêtina seksî weke çekê di şer de bikar tînin. Lê, ji dema 24ê meha Sibata îsal Rûsya dest bi êrîşên ser Ukrayna kirîn dibêje ew sivîlan aramnc nagire û wan îdiayan red dike.

Wezîra Derve ya Brîtanya Liz Truss di daxuyaniyekê de qanûna Murad wek gaveke girîng bi nav kir, ji bo piştgirîkirina rizgarbûyan û anîna tawankaran ya ber edaletê.

Truss bal kişand ser binpêkirinên li Ukrayna dibin û got ku ew zêdebûna hejmara raporên tundûtûjiya zayendî ji aliyê hêzên Rûsî ve ku ji pevçûna li Ukraynayê derketine dilgiran e.

Murad bi parêzera mafên mirovan Amal Clooney re kar kir ku li Civata Ewlekariyê lobiyê bike ji bo tîmeke lêkolînê ya NY ji bo komkirin, parastin û tomarkirina belgeyan li Îraqê li ser kiryarên DAIŞê ku dibe wan, tawanên şer, tawanên li dijî mirovatiyê yan jî jenosîd encam dabin. Encumenê di sala 2017’an de tîm ava kir û salek şûnde dest bi xebatê kir.

Çavkanî: Ajansa Reuters/Netewên Yekbûyî.

Jêder: https://www.dengeamerika.com/

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).