Descartes gotibû “(ez) difikirim, nexwe ez heme.” Sokrates jî bi vê gotina xwe “tiştê ku ez pê dizanim, ev e ku ez ti tiştî nizanim” bizava xwe piştrast dike. Seydayê Sokrates bi vê gotina xwe nefspiçûkiya xwe û pê re asta aqilê kamil, aqilê birçî yê her li pey zanyariyê ye destnîşan dike. Augustinus dest ji biryara xwe bernedida û digot; dilfirehî, şirîgê bê qisûr û kêmasî ye, û şîrigê herî rast ya zanayiyê ye. Her feylozofek xwediyê ray û raman, xwediyê bizaveke serbixwe û xwediyê taybetmendiyên xweser bûn. Lêbelê di dîroka mirovahiyê de çend kesên bi ray û ramana xwe deng vedane, bi tiliyên destên me têne jimartin. Hin kes ji xebatên zanistî, hin kes ji bizavên ekonomiyê/aboriyê, hin kes ji bertekên li hember dînên monoteîst(yekxwedayetî) û piştgiriya dînên monoteîst re, bûne îlham. Em ê bi vê gotarê xwe li ser Deh Ramanwerên Mezin/Gewre yên bandoreke giran li ser kesên li der û dora xwe û hawêrdora xwe kirine, û her wiha mohra xwe li rûpelên dîrokê xistine, bikin.

  1. Bavê Serbestiyê (Lîberalîzm): John Locke

John Lockeyê Îngilîz, di navbera salên 1632 û 1704an de jiya ye, dema dihere ber rehma Xwedê 72-salî bûye ku di wê serdemê de 72 sal temeneke dirêj bûye. John Locke weke damezrînerê ramana mirovperwer(humanîst) û serbestiya raman û mafên ferdî tê dîtin. Ramana ku her kes xwediyê heman maf û erkên wekhev e, hunera John Locke ye. Bi ray û ramana John Locke, hikûmet û rayedarên hikûmêtê bi tenê serê xwe xwediyê hêz û birêvebirina gel bû ku destûra birêvebirinê û bikaranînê ji gel werdigirtin. Lêbelê Locke sînorê birêvebirinê û bikaranîna hêza ku hikûmet ji gel wergirtibû, bi sê mafên girîng xêz dike. Sê mafên xwezayî jî ev in; vejiyîn, serbestî û hemwelatî bûyînê bûn. Binpê nekirina her sê mafên xwezayî bivê-nevê bû. John Locke bi ramana xwe li hember keyitî û metoda ku zarok ji bavê xwe taca keyitiyê werdigirtin, têkoşiya ye. Ramana John Locke li Amerîkayê xwediye bandoreke mezin bûye, Beyannameya Serbestiyê (Declaration of Independence) ya ku hibra wê ji qelema Thomas Jefferson e, hîma xwe ji ramanên John Locke wergirtiye.

  1. Epîcurîzm: Epicurus

Epicurus(Epikur-Epikuros tê wateya hevalbend-hevkar) di navbera salên 341 û 270 beriya Zayînê li Grekîstanê (Yewnanistana niha) jiya ye. Ji aliyê nivîskar/bawermendên mesihî ve bi “hedonîzmê” hatiye tawanbar kirin, lewre nivîskarên mesîhî di wê bîr û baweriyê de bûn ku Epicurus mirovekî Xwedênenas bû. Lêbelê berevajiya wê Epicurus ne mirovekî Xwedênenas bû. Bi tenê dixwest bala mirovan bikişîne li ser tevgerên rind û baş yên dîtbar ku mirov dikaribûn pê kêfxweş bibin, pê bihesin, pê dilxweş bibin. Bi vê gotina xwe jî “Her çi dibe bila bibe, ji xweşikayiya jiyanê bêpar nemîne, lewre ji bo te jiyaneke din nîne” Epicurus bizava piştrast dike. Helbet Epicurus bi vê gotina xwe ne tenê behsa kêfxweşiyên dinyewî dike û bi awayeke baş û rast giringiya kêfxweşiyên ku bi zanayiyê hatine têrkirin û pêre ji êş û elemê dûrketinê, dike. Jiyaneke ku her tiştî, çi baş-çi xerab, bi heman awayî û qenterê dipîve.

  1. Stoaparêzî: Zenonê Qibrisî

Di lîsteyê de Grekiyê duyemîn Zenon e. Zenon di navbera salên 334 û 262 beriya Zayînê de li Qibrisê jiya ye. Damezrînerê Stoaparêzî, Zenon bi xwe ye. Li gorî Stoaparêzî li darê dinê her tiştê ku em pê dikesirîn, pê dilxemgîn dibin, ji ber ne baş têgihîştin û fahmberiya me bi xwe ye, û dîsa divê her tim û li her derê hefsarê hestên me di destên me de be, bi gotineke din divê mirov raserî hestên xwe bibe. Hemû îfadeyên me yên weke hêrs, depresyon, bextewariyê, îfadeyên şaş in ku em derbirina îfadeyên şaş pêk tînin. Her çiqas Stoaparêzî li beramberî Epîcurîzmê be, hejmara kesên ku her du bizavan weke hev dinirxînin jî ne kêm e. Dibe ku tu bi xwe serê xwe pê biêşînî, qe nebe biceribînî ka cudahiya Epîcurîzmê û Stoaparêzî çi ye?

  1. Avicenna / Îbn Sîna

Avicenna navê wî yê latînî ye û li Ewropayê bi navê Avicenna tê naskirin. Îbn Sîna (kurê Sîna) di navbera salên 980 û 1037 de li Îranê jiya ye. Îbn Sîna feylozofekî navdar e, û di beşên, zanist, felsefe, matematîk, kîmya, bijîjkê de xebatên girîng pêk aniye ku gotar û pirtûkên cihêreng nivîsandiye. Îbn Sîna hewl daye ku felsefeya Aristoteles di çarçoveya bisilmantiyê de şîrove bike. Bi xebatên xwe bandoreke mezin li ser dîsîplînên zanistê kiriye, di beşa felsefeyê de jî em ji pênc enduksiyonên navdar sê heb denydarê xizmetên wî ne.

  1. Saint Thomas Aquinas an Thomasê Aquinî

Saint Thomas di navbera salê 1225 û 1274 de li Îtalyayê jiya ye. Feylozof û teologekî katolîk, mezhebeke ji dînê Mesîhî, ku weke mirovê pêşin yê bi berhema xwe Xwedê weke destpêka her tiştî karibûye bipeytine, tê nasîn. Berhema wî bi navê “Berhema Pêngava Pêşin an Destpêka Her Tiştî” deng vedaye. Her çiqas Thomas di serdema xwe mirovekî binav û deng bûye, di vê serdemê de jî alîgir û şopînerên ramanên wî hene. Bi nêzikîtîdayînên xwe yên sade û canecan dikaribû bi hêsanî vegotina ramanên xwe pêk bîne. Dîsa Thomas giş bi hev re 5 berhem li ser pirsa “çima Xwedê heye” nivîsandiye.

  1. Konfîçyûs

Konfîçyûs, feylozofekî Çînî ye û di navbera salên 551 û 479 beriya Zayînê jiya ye, feylozê herî gewre û binav û deng yê ji dîroka Rojhilatiyan e. Çawa di wê serdemê de rojavayî serê xwe bi coş û peroş li ser felsefeyê û exlaqê diêşandin, wisa jî Konfîçyûs bi berhemên xwe li ser exlaq û polîtîkayê sekinî û vegotiye. Her çiqas Konfîçyûs her roj diçû ber lingên Keyê xwe û li dijî demokrasiyê bû, dîsa ew di wê bîr û baweriyê de bû ku pêdivî bi destnîşankirina sînorên hêza desthilatdariya Key hebû, û wiha digot; “Key bi tenê bi destek û hêviya gelê xwe dikare keyekî baş be. Key bi rêya zulm û zorî tu caran nikare vegotina potansiyela xwe bike.” Dîsa bi berhema xwe ya Qaydeyên/Şîretên Zêrinî vegotina ramanên xwe pêk tîne; “Tiştê ku tu naxwazî pê re rû bi rû bimînî, nehêle kesên din pê re bi rû bi rû bimînin, û tiştê ku tu pê kêfxweş dibî, amade be ku bi kesên din re parve bikî.” Divê tu ne tenê zerar û ziyana xwe bigihînî kesên din, her wiha divê bi tiştên erênî alîkariya kesên din bikî.

  1. Bavê Felsefeya Nûjen, Rene Descartes

Me li jor bi gotineke pirr binav û deng “(ez) difikirim, nexwe ez heme” destpê gotara xwe kiribû. Di sala 1596an de Xwedê daye û di sala 1650yê de çûye ber rehma Xwedê. Descartes li gel xebatên felsefî, bi xebatên xwe yên li ser matematîkê jî karekî pirr girîng pêk aniye. Di beşa felsefeyê de bi “dualîzma” xwe deng vedaye: bi ramana xwe ya ku aqil û laş du heyînên cuda bûn, û diviyabû bi ahengeke xweşik bi hev re jiyana xwe berdewam bikin lê aqil, desthilatdar û rêveberê tevahiya laşê mirov bû, tê zanîn. Li gorî Descartes sehekên ku em pê dizanin, bi awayeke rast û tekûz ji bo fahmkirina tiştekî têra me nake, û divê bi rêya êqil û vacê(mantiq) bêne peyitandin. Ji ber ku ew ji hemû sehekên xwe bi guman bû, derbarê heyîna laşê xwe de jî wî tu tişt nedizanibû. Lêbelê derbarê fikirînê de wî tiştek dizanibû, lewre ew difikirî bû ji ber vê jî ew hebû. Kesê rih û pê re jî aqil ku mirov pê dikaribû bifikire di laşê mirov de bicih kiribû, Xwedê bi xwe bû. Bi vê ramana xwe Descartes li hember ramana xwe ya ku gotibû, sehekên em pê dizanin, pê fahmdikin ne sehekên tekûz in derdikeve, lewre ew bi seheka xwe baweriya xwe bi heyîna Xwedê tîne. Her çiqas ramanên wî hebekî tevlihev û şolî be, di wê serdemê de bi ramanên xwe deng vedaye. Spînoza, Kant û Hegel ji xebatên Descartes sûdwergirtine.

  1. Paulusê / Pawlosê Tarsûsî

Pawlosê Tarsûsî an jî Pawlosê Hewarî, navê wî yê rastîn Saul e. Di navbera salên 5 û 67ê piştî Zayînê li Tarsûsî (Tirkiyeya niha) jiya ye, û ji navê wî yê Pawlosê Hewarî tê zanîn ku ew ji hewariyên dînê Mesîhiyan hewariyek bûye. Eger Îsa pêxember binyada dînê Mesîhiyan be, nexwe Pawlos jî ji stûnên qalind, stûna herî qalind û girîng e. Dîrokzan wiha dibêjin, eger Pawlos gotar û nameyên berfireh nenivîsandibana, û li her derê bi tenê gotinên Îsa pêxember belav kiribana, wê piştî 300 salên mirina Îsa pêxember dawî li dînê Mesîhiyan hatibûya. Pawlosê Tarsûsî tevahiya zanyariyên xwe ji hawirdora xwe, bi awayeke devkî û ji hewariyên din wergirtiye. Bi Peter re tim li hember dîtin û ramanên hev bûne û gengeşî her di navbera her duyan de rû daye. Peter pêdivî bi parastin û berdewam kirina hin kevneşopiyên Cihûyan didît, lê Pawlos bi wî re ne hemfikir bû. Îsa rêberê wî bû û pêdivî bi kevneşopiyên berê nedidît. Mesela diet û sinet kevneşopiyên bav û kalan bû û pêdivî pê tunebû. Sal 2017 û pirraniya bawermendên Mesîhiyan pêdivî bi diet û sinetê nabînin.

  1. Platon / Eflatûn

Em dîsa berê xwe didin Grekîstana kevn, beriya Epîcurus û Zenonê Qibrisî serê xwe bi jiyaneke bê elem û keser biêşînin, Platon serî rakiribû û karê xwe pêk dianî. Platon di navbera salên 428 û 348an de li Grekîstanê jiya ye. Xwendevanê feylozofê gewre Sokrates û mamosteyê Arîstoteles bûye. Ji ber ku Sokrates tu caran nenivîsandiye û agahiyên ku em derbarê Sokrates de dizanin, giş ji aliyê Platon ve hatine ragihandin. Platon damezrînerê pêşin yê akademiyekê ye, û wiha binav kiriye; Akademiya Atînayê. Tevahiya akademiyên din çavkaniya xwe ji vê akademiyê werdigirin. Platon bi ramana xwe li ser perwerdehiyê sekiniye. Bi ya wî dewlet bi tenê bi rêveberên feylozof/zana dikaribû bê birêvebirin, û bi berhema xwe ya “Dewlet” vegotina ray û ramana xwe dike; rêveberên zana(ramanwer), têkoşer û karker. Zarokekî/ê hatiyê dinê ne zarokê/a dê û bavê, lêbelê ya civakê bi xwe bû. Her zarok, bira û xwîşkên hev bûn û dîsa her zarok, bira û xwîşkên her kesî bûn. Berhema wî ya “Dewlet” di rastiyê de tu caran neqewimiye. Lê tiştê ku Platon karibûye pêk bîne, ew jî perwerdehî bûye lewre kesê serkêşiya lîsteya me dike, xwendevanê Platon, Arîstoteles e.

  1. Arîstoteles

Arîstoteles di navbera salên 384 û 322yê piştî Zayînê de jiya ye û damezrînerê mantiqa nûjen e. Dema em serî li “daraziyên aqilane” didin, em ji teoriya wî ya beriya 2000 sal berê nivîsandiye, sûd werdigirin, û dîsa teoriya cureyeke hiyerarşiyê di jiyanê de heye, teoriya wî ye. Li akademiya Platon destpê xwendina felsefeyê dike, lê dû re bi xwe ji xwe re xwendegehekê vedike û weke Lyceum binav dike. Meriv bi hêsanî nikare destnîşan bike ku Arîstoteles di kîjan beşê de serkeftî bûye. Bi raman û xebatên xwe di beşên cihêreng yên wek felsefe, siyaset, meta-fîzîk û fîzîk, şanogerî û mûzîkê de deng vedaye, û kesên din ji berhemên wî sûdwergirtine. Bi raman xwe ya “Navenda Zêrinî” pirr tê nasîn.

Jêder: Riataza

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).