Pêncemîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Silêmaniyê ku bi sponseriya medyayî ya Tora Medyayî ya Rûdawê tê lidarxistin, destpê kir.

5emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Silêmaniyê îro Înê 17ê Kanûna 2021ê li Hola Hunerê ya Sîlêmaniyê bi fîlma derhêner Dana Kerîm Korkî ya “Mala Daliya” dest pê kir. Berî film bê nîşandin grûpa muzikê ya Payîz çend stran pêşkeş kir.

Tora Medyayî ya Rûdawê weke çar xulên borî di vê xulê de jî sponsora medyayî ya festîvalê ye.

Rêkxerê 5emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Silêmaniyê Dana Omer ji Rûdawê re ragihand ku di xula îsal de ji 35 welatan 143 fîlm beşdar in.

Mijarên girîng ên festîvalê

Dana Omer da zanîn ku festîvala îsal cudahiya xwe ji yên salên borî heye û wan îsal girîngiyeke berçav daye rexnegiriya sînemayê.

Omer destnîşan kir ku ew îsal balê dikêşinin ser du mijarên girîng û got: “Du mijarên ku em li ser kar dikin yek ji wan hişyariya jîngehê ya cîhanî ye û peyameke me ya cîhanî heye ku me hest bi wê yekê kiriye jîngeh û mirovayetî rû bî rûyê metirsiyeke mezin bûye.”

Omer herwiha eşkere kir ku mijara duyemîn ku em di festîvalê de kar dikin trajediya koçberiyê ye, her çend mijareke cîhanî ye, lê di heman demê de ligel amadekariyên gera pêncemîn a festîvalê, diyardeya koçê di asta herêmî de bûye mijareke cidî û xem û mijareke cidî ye û bi dehan pirsgirêk û metirsiyên mezin bi xwe re anîne, heta wê astê ku li ser jiyana koçeran xeteriyê çêkiriye.

Hejmara fîlmên Kurdî

Dana Omer herwiha da zanîn ku festîval heft rojan berdewam dike û tê de 143 film ji wan 116 film jî di pêşbaziyê de ne.

Derhênerê naskirî Nurî Bîlge Ceylan jî di festîvalê de beşdar e û Dana Omer jî, Ceylan wek diyartirîn mêvnê beşdarê festîvalê nîşan dide.

Di nav fîlmên beşdar de 57 fîlmên kurdî hene, 21 fîlmên sînemayî hene û ji wan fîlmên weke bi zimanên Îngilîzî, Farisî û Fransî bi jêrnivîsa Kurdî û Îngilîzî hatine amadekirin.

Dirûşma festîvalê

Roja yekem û roja dawîn a festîvalê li avahiya Hunerê dibe, rojên din jî dê li City Sînemayê dibin.

Fîlm ji çar beşan bên nîşandan: 21 fîlmên sînemayî ku 4 ji wan Kurdî ne, kurtefîlm, fîlmên dokûmanter û anîmasyon û du fîlmên dokûmanterên li ser hawirdorê ne.

Ji ber dirûşma navxweyî ya festîvalê li ser "Koçê" ye dê du film derbarê vê mijarê de bên nîşandan.

Di çarçoveya festîvalê de 18 xelat tên dabeşkirin û piraniya serok û endamên komîsyona fîlman biyanî ne û endamên Kurd jî di nav de hene.

18 xelat tên dabeşkirin

Xelata Fîlma Dirêja Herî Baş a Navxwe û Xelata Fîlma Dirêja Herî Baş a Biyanî, Xelata Derhêneriya Herî Baş, Xelata Jûrî bo Fîlma Dirêj, Xelata Baştirîn Sînematografî ya bo Fîlma Dirêj, Xelata Baştirîn Senaryo bo Fîlma Dirêj, Xelata Baştirîn Lîstikvanê Zilam bo Fîrma Dirêj, Xelata Baştirîm Lîstikvana Jin a Fîlma Dirêj, Xelata Rexnegirî Bo Filma Navxwe, Xelata Rexnegirî Bo Filma Biyanî, Xelata Baştirîn Kurtefîlma Kurdî, Xelata Jûrî bo Kurtefîlma Kurdî, Xelata Baştirîn Kurtefîlma Biyanî, Xelata Baştirîn Belgefilma Kurdî, Xelata Baştirîn Belgefilma Biyanî, Xelata Baştirîn Fîlma Animasyon a Kurdî, Xelata Baştirîn Fîlma Animasyon a Biyanî, Xelata Temaşevanan û Xelata Rexnegirî

5emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Silêmaniyê, ji 17 heta 23ê vê mehê, li Silêmaniyê tê sazkirin û Rûdaw sponseriya medyayî ya festîvalê dike.

Fîlm dê her roj saet 15:00an heta saet 16:30ê li Cty Sînemayê bên nîşandan, êvaran jî nîşandana fîlman saet 20:00 heta 01.00 şev berdewam dibin.

Kursa Nurî Bîlge Ceylan

Di çarçoveya festîvalê de 18ê Kanûna 2021an panelek li ser "Hişmendiya Hawirdorê" tê lidarxistin û dê du derhênerên belgefîlman beşdar bibin.

Kursa derhênerê navdar Nurî Bîlge Ceylan roja 19ê Kanûna 2021ê saet 11.00 birêve diçe.

Roja 20ê Kanûna 2021ê seat 11.00ê panelek bi nave 'Ji bo avakirina saziyeke fîlman pêwîstiya bi projeya qanûna sînemayê' tê lidarxistin.

Semînerek ji bo nivîskar û lêkolîner Dr. Farûq Refîq roja 21ê Kanûna 2021ê saet 11.00 tê lidarxistin û tê de behsa trajediya koçberiyê tê kirin.

Ji ber Coronayê hatibû paşxistin

Bi beşdariya rexnegirên sînemya Îran û Hindistanê roja 22yê Kanûna 2021ê saet 11.00ê panelek bi navê “Fîlmên Çawa Bê Dîtin” tê lidarxistin.

Di festîvalê de de her roj di navbera demjimêr 15.00-16.30ê de rêze semîner tên lidarxistin tê de behsa fîlmên festîvalê tê kirin.

Organîzatorên festîvalê rojane agahiyên taybet derbarê sînemayê de belav dikin.

Ji ber belavbûna vîrusa coronayê, 5emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Silêmaniyê par nehatibû kirin bo îsal hatibû paşxistin. 4emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Silêmanî di Îlona 2019an de hatibû lidarxistin.

Aydin Bayram

https://www.rudaw.net


>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).