Wêne: Welatê Min

Helbestvanê Kurd Lorî Tildarî, li nexweşxaneyeke bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê koça dawî kir.

Helbestvanê Lorî Tildarî bi sedema nexweşiyeke giran li nexweşxaneyeke bajarê Qamişloyê dihat dermankirin.

Lorî Tildarî îro ji ber nexweşiya xwe koça dawî kir.

Lorî Tildarî sala 1957an li gundê Tildarê yê herêma Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûbû.

Wî sala 1975an dest bi nivîsandina helbestê kiriye û 3 dîwanên wî yên helbestan hene.

Çend hunermendên Kurd, weke Cemal Sadûn, Ronî Cezrawî û Bilind Îbrahîm û çend hunermendên din helbestên wî kirine stran.

Jêder: RÛDAW

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).