Xelwetgeha Ronahiyê.


Nîvê şevê

Tîrêjek ji ronahiyê

Bi destên min digire

Û ber bi stêreke nenas ve

Bê basik

Min dibe!

Matmayîneke herî sosret

Canê min...

Dilerizîne

Bi diranên gewherî

Rewanê min...

Dikeritîne!


Tarîbûn berbelav e

Û ez...

Di xelwetgeha ronahiyê de

Bê zar û ziman

Wiha mendehoş

Ji şûşeya gerdûnê

Dêrîntirîn mey

Bîstikên revînok

Bi min re dinoş..?!


Xelekek tije hezî

Û nîv şevek avrayî

Bi hilma gulavê

Destên ronahiyê ne

Min...

Tevlî bêdengiyê dikin

Û hîn...

Li ser tayekî zîz û nepenî

Dilê min

Radixînin?!


Heman dest in

Min...

Ji min bê basik

Û bê can dibin

Diçim tewafa

Heyveronê

Heft caran

Sermest

Dizîvirim

Li gerdûnê


Bê çare me

Tevlî...

Malstêra demê dibim

Xwe jibîr dikim

Ku vedigerim

Û tarîbûn berbelav e

Parçeyek ji min

Li wir...

Di nimêjê de

Hîn dimînim!


Xelekek dagirtî raz

Û nîv şevek herî naz

Bi hilma enberê

Min...

Tevlî hêminiyê dikin

Û hîn...

Li ser tayekî nehînî

Hişê min dixwînin?!


Tîrêj in

Û nîvê şevan

Min...

Tevlî taveheyvê dikin

Ne Vînos

Ne jî stêreke bi coş û xiroş im?!

Xuneceke sor î bêguneh

Diçe serdana kadizê

Ku tarîbûn hîn berbelav e

Şeva nîvê şevê

Xwe ji bişkojên dargulê vedizê

Û tevlî...

Asîmanên nenas

Dibe!

Xelekek tije stêr


Û nîv şevek..

Ji yaqut û zêr

Bi hilma miskê

Û ez..

Mat û behitî

Hîn...

Dest ji xwe cûyî ....!!!!


Heman dest in

Hîn...

Li ser tayekî

Ji hevrîşimê tenik

Tiliyên min vedikolînin?!


Destên ronahiyê ne

Na...

Ew bitenê ne Destên ronahiyê ne

Lê...

Roniyeke hîn cudatir

Û bihtirîn çirisîn e

Hin caran

Min...

Tevlî xelek û şemalê dikin

Û hin caran

Li ser CamaCem

Têne pêşberî min

Rengvedan in

Sivik û ciwan in

Û hîn...

Li ser tayekî razber

Rewanê aşiq disohtînin?!

30. Berfanbar 2021.

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).