Li sentera helbestê li Belcîka û bi piştgirtina tîma Pênûsa Belcîkî, nêzîk wergerandina Holendî ya dîwana nivîskar û helbestvan Hoşeng OSÊ ( Ez ne derya me) dê were belav kirin.


Lora BATIN mamosteya zimanê Erebî li zankoya Lûfin, helbest ji Erebî wegerandin Holendî. 


Ev dîwan ji 13 helbestên Erebî pêk tê, li gel wergerandina Holendî, pêşgotina wê jî nivîskar û romanivîsê Belcîkî Êrîk Filamînk serokê yaneya Pênûsa Belcîkî nivîsiye.


Tê zanîn ku Hoşeng OSÊ sala 1976an ji dayik bûye, bi zimanê Erebî û kurdî dinvîs e. Ta îro neh dîwanê helbestên wî hatine belavkirin.
Herweha 3ê roman jî hatine belavkirin: " Zoriya baweriyê: Kêşeya pirsê û dilbijiya aşopê" 2016an. 
Romana "Şahiya Sawîrên Vekirî" 2018an.
Ya sisiya: "El Efxanî: Asoyên xembar"2020. 
Hin ji helbestên wî bo zimanê Îngilîzî, Holendî, û Ferensî hatine wergerandin.Wî beşdarî di gelek şevbêrkên çandî û wêjeyî de li Belcîka û derveyî wê jî kiriye.


>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).