Êmon

Di kinişteke kevnik de, cê ku lê komeleke xwebexş alîkariya penaberan dikir, Êmon ê Inglîz, penaber fêrî zimanê Ingilîzî dikirin. Her sibe bi piskilêtê xwe berê xwe dida wê kiniştê, ji nehê sibê ta bi diwazdê nîro wî hejmareke penaber fêrî zimên dikirin. Êmon mamosteyekî xanenşîn bû, temenê wî heftê û heşt sal bû, lê te digo qey hîn di navbera çel û pêncî de ye. Bi dilgermî û dilsozî ew kar berdewam dikir. Di hevpeyvîneke kurt û li ser linga min xwe bera nav hinek razên wî da û têde vexebitîm da ku hinek veşartiyên jiyana wî nasbikim. Berî temenê xanenşîniyê, ku li welatê Brîtanya bûye 67 sal, ji ber nexweşiya dil hatibû şandin nexweşxaneyê û sînga wî vekiribûn û du damarên xwînê ku hatibûn girtin jêre guhertibûn, tevî wilo jî piştî biser xwe ve hatibû vegeriyabû karê xwe wek mamoste. Êmon bi keser pêvajoya jiyanê dinirixand û weha digot : Xanenşînî ne xweşe. Piştî ewqas sal ji nişkekê ve tu xwe dibîne vala, roj li mirov dibin sal, tu dike nake ew valahiya ku kar di jiyana te de hiştiye nayê dagirtin.

Spas ji xwedê re û spas ji vê komelê re ku ji nû ve jiyana min bi saya wan geşbûye.

Êmon di nav penaberan de rûdinişt bi wan re çayê vedixwar, li rewşa wan dipirsî û li serpêhatiyên wan guhdarîdikir, her bi geşbînî û girnijîn nav di wan dida û hêviyên gulgulî di di tabloya jiyanê de dikêşand.

Êmon digot gereke temenê xanenşîniyê bê sînor be, bela temenek nîşankirî hebe lê eger mirov nexwaze gerek desthilat bi zorê mirov ji kar dernexîne. Wî didît ku hîn kaniya danê li cem wî dagirtiye û neçikiya ye, ew kaniya ku pê tîna gelek penaberan şikenand û hîn jî berdewam bû.

Roja sêşemê Êmon nehat kiniştê, çarşemê jî nehat, dema xwendekarên wî lê dipirsîn rêveberiya komelê tu bersiv nedida, nizanîbûn çima nayê, tenê digotin em telefona wî dikin bersivê nade. Piştî sê rojan Êmon mirî hat dîtin, di nav nivîna xwe de bi asayî û bêdengî jiyana xwe ji destdabû. Êmon xwe ji rakariyê re danexist û bi xwebexşî hezkirina xwe ji kar re berdewamkir ta ku bi hêmenî giyanê wî weke kevokeke sipî bi nermayî ji canê wî kişiya û di ezmanê bajarê Lîverpûl de bi sira bê re digirnijî û dikeniya.

-------------- 


ROJEK XEMGÎN


Di şeveke tarî û xemgîn de

Dema ku gur li heyva sar

Dizûriyan

Me gav bi ber windabûnê de avêtin

Li şûn xwe hişt

Dîwarên biqîrîn

Rûçkên daranî bêzar

Û girek ji raboriyan

Li welatekî jarî westiyayî

Wê rojê

Me mirin li bejna xwe kir

Ji higî ve

Em li giyanê xwe digerin.

----- 


EFRÎN BÛKA KURDISTAN E

Temaşe kin li vê rewşê

Wêran kirin. ev avanî

Ne nervîna. bê oxir e

Evin berhemên nezanî

Efrîn bûka Kurdistan e

Kê ew firot bi erzanî

Rengê buhişta Yezdan e

Kê ev hirç bi ser de anî

Gund û bajar vala kirin

Dagîrker li şûnê danî

Tev koçberbûn kes lê nema

Ne malxwê û ne kebanî

Binpê kirin gul û nêrgiz

Dagîr kirin bi hêsanî

Tenderew tev lê civandin

Çete kujer û biyanî

Bûn penaber û derbider

Çûn kolanan bi mêvanî

Ew kulîlkên nû bişkivîn

Bi hezaran bûn qurbanî

Li xwe veger êdî bes e

Ma qey xwîna me bû kanî

Rêkeftina navnetewî

Lê kêr nakin daxuyanî

Ger tu tê de ne lîskvan bî

Ne beşdar bî bi hozanî

Piştguh dibe her doza te

Para te her perîşanî

Ger derfetê nedî zana

Peyda nakin tu ervanî

Efrîn bûka kurdistan e

Kê reşdêw bi ser de anî

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).