Mêrgên spî

Nêzî pênc mehan serhev filmê Mihemed resûlof "mêrgên spî" li ba min, ser lîsta filman di mexelê de li bende temaşekirinê bû. Nizanim bi çi hawî şeva heyştê meha 7ê li serê me xist em lê binêrin; berî wê bi rokê jî me li filmê Cafer panahî "Circle" temaşe kiribû ku hîn kartêkirina wî di hişê min de wek bazinekî dihejiya, diçû û dihat û li xwe vedigeriya.

Di "mêrgên spî" de, resûlof seyraneke sosret û mişt simbol, efsane, rîtûel û pêbaweriyên kevneşopiyeke serdest li nav çend giravên ecêb û nedîtî raber dike.

zilamek bi qeyika xwe li nav pênc giravên nepen, yên ji efsane û çîvanokan hatine veqetandin, digere; karê wî danheva hêsirên xelkê ye. Berê xwe dide deverên ku mirin, êş, işkence û şînî lê hene û li wir şûşa xwe dide ber çavên wan, hêsirên wan di wir de dicivîne.

Li girava pêşîn û ji ber ku axa wê tev bûye xwê êdî cî ji veşartina miriyan re nemaye; piştî ku lehengê film "Rehmet" hêsirên li ser cendek barandî di şûşê de dicivîne û term ji bo veşartinê bi xwe re dibe û di qeyikê de radimedîne.

Li girava diwem, li ber perê avê pêrgî zilamekî kor tê, ku balendeyên ji ber şorbûna avê mirine û ji ber telesma xewna pîrejinekê niha li nav avê li tiştekî dixebite. Rehmet ji bo danheva hêsirên xelkên li êş û azarên xwe mikur hatî ji wê pîrejinê destûrê distîne. Bîrek li wê giravê heye di binê wê de cinek dijî, heya ku lavij û daxwazên wan qebûl bibin û dora şên bibe û baran bibare, divê ku her yek êşê û derdên xwe di şûşeyekê de dipispisîne û dûra kesekî vedibijêrin û wan şûşeyan pê vedikin û bi şev wî bi benekî girêdidin û wî dadixin binê bîrê ji bo xwe bavêje bextê cinê û wan xweziyên dagirtî derd bighîne ber destên wê, lê ku tîrêja rokê ya pêşîn hilê û deng ji mêrik neyê divê werîs bibirin.

Li girava siyem, çend kon vedayî ne û dawetek heye li wir hêsirên bûkê dixe şûşê û dûra bûkê li ser textekî di şiklê darbestekê de deytînin û li nav deryayê berdidin dikin qurban bo deryayê bo baran were û kesê ku bixwaze wê vegerîne wî ricim dikin.

Li girava çarem, şêwekarek heye ji ber ku deryayê bi rengê sor û ne yê şîn dibîne; ew li gor fitwa şêx heya bi qirkê di xwê de çandine; li wê giravê kesê ku wek wan deryayê şîn nebîne, çavên wî bi mîza meymûnan dişon û kor dibe.

Li girava dawî, yek pê dihese ku ev dever yekser ji koloniya cezayê ya Franz Kafka birandine. Li wir ji şêwekar dixwazin ku bi mêrdewanekê di nav ava deryayê de ji xwe re sekinî, hilkişe û li deqa rokê binêre; dûra jê dixwazin ku bi girekî ve hilkişe û li derdora wî bê rawestan di xelekeke bê dawî de here û were û di ber re jî divê bibêje, bê rengê deryayê çi ye.

Piştî şûşe bi hêsiran tije dibe, rê digre û dire li devereke şên, pê nigê mirovekî pûç dişo û dûra wan hêsirên bi nigekî pûç şuştî li nav ava deryayê vala dike.

Dêmek ev derya ji hêsirên reben, cahil û hejaran, yê dilşkestî û mezlûman; ji hêsirên mikurhatin, sitem, çewisandin û hêvîşikestinê gihaye ser hev û çêbûye; û ev şorbûna yeman ya ku korahîyê li derdora xwe didêre û jiyanê li wir dimrîne, şorbûna hêsiran ya heyfhildêr û bê rehim e, xwêya kûrahiyên bê binî û bê qerar e ku di hesreta çavên re parziniye.


Bi şev min xewnek di xewna xwe de dî, diçûm serdana hevalekî, mala wî odeyek bû, ew ode jî wek avdestxaneyê dixweya lê ewî nav lê dikir "qesir"; qesrek bi odeyekê tenê û erda wê mişt fîtil û pîsî û li ezmanê wê masiyek dijiya, eyn li qorziya ku lê sekinî bûm dilebitî û li jora serê min diçû û dihat.

Hevalê min bi dengekî nizim dpispisand û ji min re digot: heger masiyê min li yekî bibane li jora serê wî dire û tê. Bi gotina wî re ji "qesra tiwalêt" derdiketim, masiyê min û we jî bi min re û li hawîrdora me tev mêrgên spî bûn, çavê min ji pêvî spîbûnê tiştekî dî ne didît ne dibîna û em jî di hêsirekê de diçûn û dihatin, û min dikir nedikir jî hesir ne li erdê dihedinî ne li ezmana ditebitî wilo wek nepoxekê ji derekê dipengizî ya din. Sibeha ji xew şiyar bûm, çavê min li kêzikên di hundirê niyona oda razanê de ketin; kulmeke hêsirên reş di mêrgeke spî de asê; nûçeya pêşî min bihîstî Mihemed Resûlof li Îranê hatiye girtin.



Pêjna Şeytên 

Şeva 12 ê mehê me nêt kiribû, em li filmê wî yê dawîn " şeytan tune ye" yê ku sala 2020 ê xelata hirçê zêrîn ya Berlinale li Berlînê wergirtibû, temaşe bikin.

Film xerabiyê bi hûnandineke giran û bi awayekî monoton, di postê asayîbûnê de diyar dike. Çîrok bê tu rûdanên balkêş, jixweber diherike.

Dîmena pêşîn ku bixwe motîv û handera çêbûna evî filmî ye li gor ku Resûlof bixwe dibêje, "ez li ber Bankekê bûm dema çavê min li celadê min ket, bihnikekê min lê nihêrî, xityarî li xuya dikir; ez nizanim çawa hestên xwe bisêwirînim lê li şûna ku kîn bisûrike dilê min, dilê min pê şewitî"

Resûlof gotina xwe temam dike û dibêje: ku naverok û sîska evî filmî ne tenê girêdayî mijara bidarvekirinê ye; belam bêtir balê dibe ser awayê berdêl û nextdana berxwedana batinî û xwezayî ya li himber rêjîma îranî; qelenê azadiya "na"gotinê û ya redkirinê berbiçav û pênase dike.

Film di destpêkê de mirovekî ji malbata xwe re saxlem disêwirîne, ku li xanim, zarok û dêya xwe miqate ye, heya bi derman û xwarin û rabûnûrûniştina wê dipîve lê dîmena dawî wek neşterê bi ser hişê mirov de tê; di dema ku zilamê me yê ku jina wî gazina ji ber nobetdariya wî ya bi şev dike, di nobeta xwe ya derengî şevê de dixwaze piyaleke çayê ji xwe re dagre, ji nişka ve çend bişkoj kesk dibin, ew bê ku lê biponije jixwe destê xwe li bişkojekê dixe di cî de dîmen tê guhertin, birûskek ji xafil li serê mirov dixe, çend kes tên bidarvekirin, nigên wan dihejhijin, mîza wan diherike û rih ji wan dire.

Film çar çîrokên cuda rapêş dike, ku di her yekê ji wan de bi awayekî ji aweyan bidarvekirin hazir e û jixwe tu pêjin ji şeytên re tune ye ji xeynî ku mirov tenê bi wacibê xwe radibin ne kêm ne zêde, mirovên asayî û normal bi awayekî ji aweyan dibin tizbiya destê sofî û siyasetkaran, dibin robotên goşt û hiş qert, ku bi destên wan rikberên rêjîmê bi navê mucriman tê kuştin. Film seyraneke wijdanî ya kûr û birînaxêv e, ku rewş û hûrguliyên civaka îranî ji hundir ve hildigerîne û sayî dike.

Bi şev min heman xewn dît ez û masiyê xwe di heman hêsirê de ji xewnekê dipengizîn xewnekê din. Dawiya dawî em li ser erdeke bi simên dewara siryayî de dihedinîn. Kalemêrekî hespek bi dû xwe de dikşand, min dikir nedikir çavê wî bibînim lê keysa min jê nedihat; bi dû wî de mirovekî zirav û navsere bi lez di ber me re dimeşe û jinek jî pê re ye, min riwê wê di ava ku di şûna simekî de civiyaye re, didît; ji min re digotin û jixwe ez nizanim kê ji min re digot, ku ev dilber e xanima hunermendê bejin û deng zirav e; lê çavê vê dilberê rengîn bûn û ne wek çavên dilbera hunermend in. Sibeha min çavê xwe vekir, pisîkek li ser kevîka pencerê rûniştîbû, çavên wî dibiriqandin, şûna çirsîna wan di serê min de asê ma, nûçeya pêşîn min xewnd li welatê min xanimek bi navê dilber kiras guhertiye.


* Mihemed Resûlof sînarist û derhênerekî îranî yê rikberê rêjîma îranî ye; bixwe destpêkê civaknasî xwendiye dûra berê xwe daye cîhana filmsaziyê. Sala 1972 ê li bajarê şîrazê hatiye dinê, ew ji ber helwesta xwe ya rikber li dijî encamên hilbijartinan sala 2009ê li îranê hate girtin û şeş sal zindan lê hatin birîn dûra hikmê wî sivik kirin û kirin salek. Piştî vê yekê ew û hevalê xwe yê sînarist û derhêner cafer penahî piştî 2 salan û bi sûcdariya nedestûrdana filmkişandinê dîsa şeş sal bi tawana qelskirina ewlekariya netewî û sorkirina xelkê li dijî rêjîma îranê li wan hate birîn; û bi ser de jî çênabe 20 salan filman çêkin lê careke dî ev darizandin hat sivikkirin û bû salek. Cara dawî roja 08.07ê ji hêla hêzên ewlekariya îranî ve hate girtin.

Ji Filmên wî:

* Gagooman 2002

* Iron Island 2005

* The white Meadows 2009

* Goodbye 2011

* MANUSCRIPTS DON'T BURN 2013

* A MAN OF INTEGRITY 2017

* THERE IS NO EVIL 2020

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).