Helbestin Evîn İBRAHÎM
Na...
Ne bitenê
Sir û serma
Lê hezkirin jî
Wiha...
Me dilerizîn e!
++++++++++
Helbestê nenivîsîne
Bes e...
Ku tu rojekê
Li wêneya Jineke ku tu jê hez dike
Binere
Û bilerize
Na, wê nenivîsîne!
++++++++++
Dema tu radikeve
Tu bi kû ve diçe?
Di kîjan gerdûnê de
Periyên te avjeniyê dikin
Li ser zendên kîjan Xwedawendî
Semayê dikin?
Gelo...
Ma ev giyanê te ye
Ku niha di nîvê dilê min de
Dinivîsîne?
Ey bejna rîhana min
Ey mala min î biçûk
Ey hespê spî ku li ser berfê dibezî.
Dema tu radikevî
Giyanê te bi kû ve diçe?
Ta ku ev bêrîkirin
Di nav tiliyên min de vêdikeve
Û dema ku dibim
Parzemînek ji tozê.
Ey Taca hebûna min î
Ku bi pirpirîkên Xwedan
Û bi firmêskên firişteyan dagirtî.
Jin di evînê de wernabe
Ew bi tenê qurzîkeke biçûk
Ji canê evîndar bi xwe re dibe
Wiha şevan ew ...
Di nîvê dilê wî de rawestiyayî dimîne
Da ku êdî bikaribe
Li wir xwe vemidîne.
Ey rîhana demê
Ey êşa avê
Ku sîka min
Li ser çuqliyên daran
Rûyê bêrîkirinê vêdixîne.
Jin di evînê de wernabe
Lê wekî perwaneya ku zêdeyî çarde rojan najî
Ew xwe wer dike
Hizirîneke bedew e
Wiha...
Bizirokên baranê
Bi pencereyê dûkel dibe
Wiha...
Bi şadî û di himêza bîstikên berbangê de dimire
Daristan e û wiha...
Bê pî ber bi asoyê ve direve
Daristan e û wiha...
Bitenê û dawiya şevê
Li ser milên deryayê radikeve.
Delalê min:
Na...Jin di evînê de wernabe
Ew bitenê xwe bi baskên evînê ve girêdide
Wiha ew ji ber ew ê valahiya di dilê xwe de direve
Valahiya....ku gerdûnê dadiqurtîne
Da careke din wê ji nuh biafirîne
Ew bitenê li dilê mêrekî xemgîn dilikume
Mêrekî bê hiş, yan jî şepal
Mêrekî ku ji bilî werbûnê
Bikêrî tiştekî din nayê!
Werbûna rojan e
Li ser zemîneke sar
Ku jê re dibêjin jiyan.
Hela ji min re bibêje
Lo...
Dema tu radikeve
Giyanê te bi kû ve diçe?
Di kîjan gerdûnê de
Periyên te avjeniyê dikin?
Û li ser zendên kîjan Xwedawendî
Semayê dikin?
0 Komênt