Hunermenda Kurd û strêka operayê Svetlana hêj sala 2017-an hêvî û xeyala xwe bo Rûdawê aşkere kiribû, ku dixwaze bi stranên Kurdî li pêş temaşevanên Kurdistanê hunera xwe pêşkêş bike.

Svetlana Kasyan di sala 2017an de ji Rûdawê re gotibû, “Ez ji gelê xwe pir hez dikim. Hêviya min ew e, rojekê bi stranên Kurdî li pêş gelê xwe hunra xwe pêşan bidim… Diya min her tim dibêje: Xwedê te xweyî bike û gelê me jî...”

Sopranoya kurd, beşekî soza xwe bi cî anî û di dawiya sala 2021ê de yekemîn starana xwe ya bi Kurdî belav kir.

Hunermenda operayê, Svetlana Kasyan ragihand, “Belê raste, min soz da bû. Soz da bû gelê xwe ku ezê stranên gelê xwe jî bêjim, û ne tenê ji operaya Îtalî bixwînim. Û ezê wan stranan li repertûara xwe zêde bikim. Dawiya dawî, min soz xwe bi cî anî. Lê ew tenê destpêk e. ”

Starana “Oy Nergîz” trakeke ji albuma Svetlana Kasyan ya bi navê Fratelli Tutt e, ku tê de 14 stranên bi 14 zimanên cîhanê cî digrin. Svetlana, vê albumê bo rojbûna Papa Romayê Franciscus terxan kiriye, ku çend sal berê dûaya xêrê li dengê wê kiribû.

Hunermenda Kurd derbarê albuma xwe de dibêje, “Ev album dîroka jiyana mine. Straneke bi gurcîkî, ku ez li Gurcistanê jidayîk bûme, bi çend zimanên din û bi Kurdî; Li mala me muzîk her tim hebû, kilamên dengbêjî û folklorî qet ji mala me kêm nedibûn. Dîmena dapîra min, bi pirtûka “Berbang” di destê wê de, her tim di bîra min de ye. Bîranîn û evîneke weha, bo tevaya jiyanê dimînin û karîgerî ser hunera min jî dikin. Bi taybetî jî rola dayika min.”

Svetlana Kasyan îro solîsta Teatra Operaya Nû ya Moskowê ye. Ew, di hemû operayan de, rola jinê ya sereke dilîze – an ku Primadonna ye. Di her opera an jî konsereke bi beşdariya Svetlana de, hola teatrê bi temaşevanan re tije dibe.

Lîliya, yek ji temaşevanan dibêje, “Mirov nikare li himber dengeke weha bêgane bimîne. Lewma jî Svetlana ji aliya temaşevanan re pir tê hezkirin. Ji bilî ku dengê wê gelek xweşe û ew jî pir bi hostetî dengê xwe bikar tîne, ew her weha hunermendeke behredar û kedkare. Û ev wesfên hemû encameke pir nûwaze bi xwe re anîne ku Svetlana bi berdewamî derdikeve pêş temaşevanan Rûsyayê, û yên biyanî.”

Sopranoya kurd ji bilî solîstiya li Operaya Nû, bi berdewamî li mezintirîn sehneyên cîhanê yên mîna Bolşoy, La Sakla, û li welatê operayê Îtalyayê yên mîna Tûrîn, Venedîk û sehenyên din jî derdikve pêş hezkerên muzîkê.

Fabio Masolo, bazirganê Îtalî dibêje, ew ji wê yekê surprîz bûye ku jineke Kurd bi awayekî gelek baş operayê dixwîne û dibêje, “Hemû Îtalî evîndarê hunerê ne, hez ji her cure hunerê dikin, bi taybetî jî operayê. Jixwe Îtaliya landika opera ye. Ji bo min surprîz bû ku yeke Kurd ewçend bi kalîte bi zimanê Îtalî opera dixwîne. Ez wek Îtalîyek, dema guhdariya şîroveyeke weha ji dil û bi zimanke Îtalî ya zelal dikim, ez pir serbilind dibim.”

Soparnoya Kurd Svetlana Kasyan ji Rûdawê re dibêje, ew pir hez dike serdana Kurdistanê bike û tekez dike, “Ez li benda vexwendinê me, çawa ku vexwendin, ezê yekser bi repertûareke zengîn biçim Kurdistanê. Lê kes min venaxwîne! ”

Svetlana amadekarî dike ku klîpeke kurdewarî jî bo vê stranê çêbike û demekî nêz bi albumeke tenê bi stranên Kurdî ve derkeve pêş temaşevanên Kurdistanê.

Jêder: Rûdaw

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).