Pirtûka helbestvan Havîn Acar, ya bi navê “Lî Min Binêre” di nav pirtûkên Weşanxaneya Roşna de derket.

Wek her kevir her helbest jî di destê hostayên xwe de giranbuha ye. Di vê pîrtûke de jî 43 helbestên Acar, di zevîyeke jinê ya estetîk de, bi awayekî hûr û kûr hatiye hûnandin.

Helbest, deng û rengê dilê mirovan e, pêşî di kurahîyeke dilan de destpê dike û di rêyeke dûr û dirêj de, li ser hest û ramanan konê xwe vedide. Acar, di vê pirtûkê de bi pênûsa xwe di dilê xwendevanên xwe de hêleke de konê dilan û di hêla din de jî êşa welatê xwe jinûve saz dike.

“Li Min Binêre” pirtûka Acar ya yekê ye. Wê xwestiye ku tiştên ku li Sûr, Cizîr, Silopî, Gimgim û hin bajarên din yên Kurdan qewimîne û li ser wê keserên kûr vedane, bi vê pirtûkê bi peyîvên Kurdî careke din vebêje û raberî xwendevanan bike.

“Li hembêza ezmanê şîn/Dema koça hecîreşkan e/Dilê min di girava dengan de/Her wek û çerxa aşekê digerînim/Di girtîgeha demê de daliqandî/Şevên sersalan diwelidînim.”

Helbestvanê Romayî Publius Ovidius jî di pirtûka xwe ya “Hunera Eşqê” de behsa evînê dike, lê ew êş û elemên desthilatîya Romayê jî têkelî hev dike.

Di pirtûka Acar de jî em vê yekê dibînin ku ew êşa dilan bi awayekî giran nîşan dide, lê karesatên ku li ser Kurdan pêk hatine bêtir xwe dîyar dikin.

Acar ji Dengê Amerîka re dibêje ku li Tirkîyê Kurd ji ax, ziman, çan û jîyana xwe hatine durxistin. Ew vê yekê wek qedera Kurdan nabîne û bawer dike ku ev gelê mafdar wê bi ser keve.

“Ez wek keçeke Kurd xemgîn im jibo ku ez dereng bi ziman, çand û hunera xwe haydar bûm. Min di demên berê de bi Tirkî dinivîsî, lê min dît ku behra herî mezin ziman û çanda me ye. Îro pirtûka min bi Kurdî derket, ev jî jibo min şanazîya herî mezin e.”

Acar bawer dike ku zimanê Kurdî û her peyîv û awaza Kurdî wek lorikên senfonîk în.

“Bihêle lorikên bawerîyê bila bibin senfonî ji çîrokên derbederîyê re/Da xwe ferî sebir û hedarê bikin/Hevoka birêsim ji hezkirinê/Di nav şev û rojan de bila bimînin.”

Acar ji xwe re kiriye armanc ku ji niha pê ve hemî berhemên xwe bi Kurdî pêşkêşî xwendevanên xwe bike.

Havîn Acar Kî Ye?

Acar li Şirnexê ji dayîk bûye û wê di hin malpêran de nivîsên bi Tirkî weşandine, lê piştî ku xwe di warê Kurdî de pêş xistîye, dest bi nivîsîna Kurdî kiriye. Ew niha herî zêde li ser berhevkirina çîrokên Kurdî dixebite û li ser gramer û zanista zimanê Kurdî xebatên xwe didomîne.

Jêder : VOA
>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).