Papayê Vatîkanê, Papa Francîs roja Yekşemê di 10. salvegera şerê Sûriyê de, lava ji bo Sûriyê kirin û banga danîna çekan û dubare avakirina civaka Sûriyê kir.

Îro 10 sal di ser destpêkirina krîza Sûriyê re derbas dibin. Di şerê neavxweyî yê 10 salan de, zêdetir ji 370 hezar kes hatine kuştin û bi milyonan jî kes derbider, koçber û penaber bûne.

Papa Francis duhî 14'ê Adarê şerê li Sûrîyê wekî yek ji karesatên mirovahîyê yên herî giran yên vê serdemê bi nav kir û got ku salvegera 10'an ya derketina vê karesatê de, divê her kes hewl bide ji bo welatê wêranbûyî "çiraveka hêviyê" bibîne.

Papa di gotara xwe ya heftane de li Qada St. Peter got: "Ez bangawaziya xwe ji aliyên şer re nû dikim, da ku niyazên xêrê nîşan bidin, ji bo ku xelkê Sûriyê yê westiyayî çirayek hêviyê bibînin."

Papa got, şerê Sûrîye bûye sedema ”Hejmareke nediyar ji kuştî û birîndaran, bi milyonan penaber, bi hezaran kesên wendabûyî, wêrankirina gund û bajaran, tundûtûjîya ji her cûreyî, êş û azarên mezin ji bo tevahiya xelkê re, bi taybet ji zarok, jin û kesên bi temen re.”

Krîza Sûriyê ya ji xwepêşandanên aştiyane destpê kirin, lê ji sala 2012an de bû şerekî navxweyî û milmilaneyeke çekdarî di nvbera rêjîmê û opozîsyon de û gelek kesên sivîl di vê kirîzê de bûne qurbanî.

Li gor amarên Netewên Yekgirtî di şerê 2011 – 2021an de, 370 hezar kes hatine kuştin. 6.6 milyon kes koçber bûne, ji wan ji sedî 83 li welatên cîranên Sûriyê (Kurdistan, Iraq, Tirkiye, Urdin, Lubnan) ne.

 (K24) 

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).