Ji demek nêzîk ve Pirtûka "El Enbar .. Ji dema şerê mêrgan ta bi riya Herîr" ya nivîskar û lêkolîner Hisên CIMO ji hêla weşanxaneya Dar El Meda ya weşandin û çapkirinê, ku li Îraqê dimîne bi jimara 317 rûpelan hat weşandin. 

Naveroka pirtûkê bingeha rûdana guherînên civakî, siyasî û aborî li Enbar, ji destpêka sedsala Hijdehan ve dişopîne, ev devera ku ketiye bin bandora 3ê gefên metirsîdar ku heryek ji ya din xurtir û bihêztir e:

1- gefa hêzên koçberan ji hêla başûrî Enbar ve, ku nêzîkî Mûsilê ye! Nemaze piştî hinan ji koçberan çemê Furatê yê di nava Enbar de dimeşe bi hesanî derbaskirin. Ev rewş wisa ma ta sala 1920an dema dewleta Îraqê ava bû.

2- "artêşên bajaran" ji Bexdayê ta bi hêla Îran û dewleta Osmanî ve, da gelek ziyan bighêje civaka olî li deverê.

3- aydiyolociyên olî ji sala 2003an ve ku bi giştî rêxistinên SELEFÎ bûn, wek El Qa'îda û Da'iş. 

Nivîser di pêşgotina xwe de dibêje: ji xwendina serenavên pirtûkê tê xuyan ku ez tenê hewl didim da bûyer û guherînên civakî, siyasî û aborî li Enbar bînim ziman, lewra ez li vir dixazim bêjim ku Enbar tenê wek nimûneyek berfereh e ji nakokiyên navnetewî re, û ev nimûne yek ji meydanên wa nakokiyan yên gelekin.

Herweha berdewam dike: min di sala 2014an de di rojnameya Îmaratî ya "El Beyan"de gotarek li ser Enbar weşand, ku sernava wê jî ev bû: "Dubendiyên civakî û parçe bûna siyasî " ji vir hizra nivîsandina vê pirtûkê hat çandin.

Nivîser tîne ziman: dema ku hizra nivîsandina pirtûkê li ser Enbar çê bû, min nivîsandina xwe ya derbarê guherînên civaka Kudî rawestand, û min dest bi lêkolînê li ser Enbar kir, û li ba min ev guhertina ku ji Kurdistan çûme Enbar tu cudahiyê encam nade, ji ber herdû mijar yekin û guherînên vê deverê tev têkildarin, hevdem baweriya min jî ewe ku devera Rojhilatî Ferat ya Kurd birêveberiya wê dikin girêdayî çarenûsa nakokiyên navdewletî li Îraqê ye! Nemaze li Enbar.

Di dawiya pêşgotina xwe de nivîser dibêje: pirtûk alavên rêklamê na hilgire, ez ne kesekî Îraqî me, lê belê ez ji bajarokekî Kurdî me ku girêdayî parêzgeha Helebê ye, herweha ez ne nivîserkî rojavayî me, ku kesek jêre nabêje " ma çi hiştiye tu li ser Îraqê binvîse?" Bersiva min jî li ser berxwedana arasteyî mayînê, û rayên tundûtûjiyê li Kurdistan û welatên navbera herdû çeman, û Girava Erebî, hatiye afirandin.. Enbar li gorî têkiliyê civakî û siyasî li ser tixûbê wî bajarokê li bakurî Helebê, ku ez lê jidayik bûme.

Wergêr: Lawîn ŞÊXO
>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).