Pirtûka bi navê "Goştê Beraza Zûtir Difire" bi zimanê Elmanî ji aliyê çalakvanê mafên mirovan ê Kurdî-Elman Jiyan Bedirxan ve, di nava 283 rûpelan de li Elmanya li weşanxaneya (Firî Bên Vêrlag) hat çapkirin.

Berhem ji rêwîtiyek tevlîhev û ne normal mişte, ewjî bi rewşa cih û demê ve ya ku nivîskar têre derbas bûye hatiye girêdan, û têde niviskar reşbînî û pêkenokên nifşekî ji gencên Sûriyê bi gistî bi riya koçkirina wî ya ji bajarê Helebê bo Bonê li Elmanya, tîne ser ziman.

Sernavê berhemê bahsa goştê berazan dike ku ew zutir difirin, lê ev ne pêşniyare ku beraz bi xwe difirin.

Berhem ji 20 beşan hatiye dabeşkirin. Piraniya sernavên wê ji navê kargehên ku di dema xwendinê de nivîskar li wan kar kiriye hatine pijrandin, çi li bajarê Helebê çi li Bonê. herweha nivîskar pirûtka xwe diyarî wan kesan dike ku li her şûnekê dikarin alîkariya mirovatiyê bikin.

Ew behsa destpêka xwe ya li Elmanya dike, bê çawa biryar da ku here masterê di mafê navnetewî de bidest bixe, li Bonê dest bi karê neyasayî dike, an jî ya ku li Elmanyayê jêre dibêjin "karê reş" êdî mûçeyek rojane distîne. Ku ew nêzîkî mûçeya mehekê ya karmendekî li Helebê ye.

Gera wî li Bonê di nav beşên deshilatê de dest pê dike da ku destûrê ji bo karê yasayî werbigire, lê karmendê Elman bi ti awayî destûr neda wî da karekî yasayî bike. Li vir, Bedirxan pîvanê di navbera dezgehên hikûmetê li Helebê dike, ku li wir danûstandinên hikûmetê pir aloz bûn û astengî û zehmetî têde tije bûn, lê cudahiya di navbera wan de ku karmendê li Helebê bi hin pereyên kêm karî bû li ser hemî belgeyên te imze bike.

Nivîskar li ser bîranînên xwe yên li bajarê Helebê radiweste û dibêje: “Dema ku min serek li zanîngeha Helebê da ji bo ez bawernameya xwe ya mafê bistînim da bişînim zanîngeha Bonê, min dudilî nekir ku hin kaxezan sexte bikim. Ji bo ez wan bi destxwe bixim, herwisa min bertîl jî da hin karmendan. Min xwe amade kir ez doza vîza xwendekariyê bişînim Bonê û ez wê demê piştrast bûm ku ew qebûl nakin, lê tersî dîtina min ew hat erê kirin û ez ji Helebê derketim û careke din ne vegeriyam.

Ez rastî gelek xaçeriyan di navbera Helebê, bajarê serdemî, û taxa wê Cebel Seydê û bajarê Bonê ku gelek Kurdên bajarê Efrînê lê dijîn, hatim.

Nivîskar behsa zehmetiyên rêwîtiya xwe ku li Elmanya jiyaye dike, ji ziman bigire ta yasayan ta bi pêwendiyên têkildariyê bi civaka Elman re. Herwisa behsa pirsgirêkên civakî yên penaberan dike. Ew amaje dike ku gelek kesan li bajarê Bonê hewl dan ku wî razî bikin da daxwaza penaberiyê bike û bi jineke Elman re bizewice û guhdanê li mezin bûna temenê wê neke, tenê ji bo ku kar û barên wî yasayî bin, lê Bedirxan xwendina xwe berdewam kir û bi awayekî neyasayî kar kir ta ku karek peyda kir.

Nasnameya kurdî ya nivîskar bi xurtî li ber çav e, ji ber ku ew bi dilxwazî balê dikişîne ser dilsoziya hemû hewlên ji bo rizgarkirina gelê kurd ji lepên neheqî, zulm û zordariya ku bi salan li ser wan tê meşandin.

Di xebata xwe de balê dikişîne ser beşdar bûna xwe di xwepêşandanên ku daxwaza mafên Kurdan dikin, herweha ronahiyê dide dema xwendinê, kar û alîkariya xwe ya ji bo malbata xwe li Helebê.

Bajarê Bonê, paytexta berê ya Elmanya, ji bo nivîskar girîngiyeke wê ya taybet heye, ew di derbarê wê de wiha dibêje: “Min gelê Elman di kargeh û malên wan de ji nêz ve nas kir, di dema ku min hin karên wek barkirina kelûpelên malan û boyaxkirina xaniyan dikir. Ez dikarim bêjim ku ez li hemî kolanên Bonê û derdora wê xebitî me."

Nivîskar bi zimanekî erênî pirtûka xwe nivîsiye, li gor wî şîrove ji hebûna hewqas kesên ku destê alîkariyê jêre dirêj kirine tune ye, lê ew li xwe mukur tê ku ne ji wan kesa ba wê rewşa wî ya nuha ne weku roja îro bana.

Di pirtûkê de kêlîkên pir germ û xweş hene. Ewjî li gor nivîskar dibeje; wî ji malbata xwe, ji dost hevalan herweha ji hevalên bavê xwe pir sûd di jiyana xwe de wergirtiye.

Wergêr: Lawîn Şêxo


>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).