Di yek ji malan de qêrînek bilind hat bihîstin, di destpêkê de bi rengek bêzelal, lê paşê diyar bû ku tiştek nefret, kuştinek hovane, qewimî. Ku Kesek hat kuştin, lê bêyî eşkerekirina nasnameya kiryaran, û bi her halî de, pêwîst bû ku li ser pirsê hûr bibe û hûrgiliyên tawanê eşkere bike.

Mexdûr bi kêrê hatiye kuştin û xuya ye 20 saet di ser kuştinê re derbas nebûye, şopa tiliyên mexdûr li ser kêrê ye û derî neşikestiye, gelo em bi kuştinê re rû bi rû ne an bi xwekuştinê re ne? Nameyek ku me di bêrîka mexdûr de dîtiye heye û di nameyê de ev tişt hatin gotin:

“Hemûyan dev ji min qeriyan, zarokên min û hevjîna min jî, xwediyê kar jî ez ji kar derxistim û bi her awayî hewl da ku sira wî eşkere nebe. lê ez razî nebûm û ji ber ku peydakirina karekî nû hema hema ne mumkin bû, ji ber ez ne me xortim, ji ber ku ez temenê xwe yê zordar derbas kir û gihîştim temenê şêst salî, û êdî kes xem nake ka ez bijîm an Na, ez çima bimînim? Piştî ku te laşê min bibîne, ez dixwazim ku tu ji kurê min Romîyo yê deh salî re bibêjî ku min pir jê hez kir û ez hêvî dikim ku ew ê min efû bike.

Bavê te Robîn...

- Ezbenî, dixuye ku wî xwe kuştiye piştî ku hêviya xwe ji jiyanê winda kiriye.

- Lê gumana min ji vê yekê heye, eger wî ji hebûya bêhêviyê ye lê qed nayê wê wateyê ku zirarê bide xwe jî, ev ne behane û ne sedemek mezine ji bo xwekuştinê, mesele nezelal e, mexdûr çawa dikaribû ew qas nefsbiçûk be û bi tenê ji ber ku karê xwe winda kiriye xwe bikuje. Û piştî ku wî ew qas êş kişand?Lê rastî li ne diyar e, dibe ku sûcdar ev tişt xwestiye, wî xwestiye ku me bîne ser vê dîtinê. Belê, ez raman dikim ku tiştek heye dive em zanibin, hêj gelek gavên me hene ku em vê yekê teqese bikin ku wî xwe kuştiye û nehatiye kuştin.

- Em ji ku dest pê bikin, ezbenî, ji ber ku di vê gavê de ti arguman û delîl li ber destê me nînin?

- Pêşî divê em têbigihin ka dijminên mexdûr hene yan na

- Belê, ez ê lêkolîn bikim, ezbenî

- Ez li bendê me

Piştî du saet û nîvan, Detective Mark vegeriya ku ji Harry re li ser delîlên ku wî bi dest xistibû vebêje:

- Ezbenî, me dît ku dijminatiya wî heye, vê dawîyê bi jina wî Jacqueline re nakokî derket, cîranan ji me re gotin ku sedema wê ne kar e û pereyên wî têra lêçûnên rojane nake. . Ji ber sedemeke nediyar bi xwediyê kar xwe Jackson Lamer re jî dijminatiya wî hebû.Dibe ku - ya ku di nameyê de hatiye gotin hincet bû ji bo sûcê eşkerekirina sirê. Di van demên dawî de, bi cîranekî bi navê birêz Alex re xirecir derket. . Jê hezar dolar deyn girtiye û nedaye û wisa dixuye ku vê dawîyê ji bo qumarê xerc kiriye.

- Ev nîşan dide ku di serî de jina wî Jacqueline, rêvebirê karê wî birêz Jackson, û di dawiyê de cîranê wî Alex, ev dubendî tevlihev bûye, lê sedem hîn zelal nebûne, ji ber ku hemî axaftinên ku li ser wê hatine gotin ew in, Tenê devkîne, û ya ku tê veşartin sedem e.

- Ezbenî, me piştrast kir ku Jackson kiryarên neqanûnî dike û ew zilamek e ku bi reftarên xwe yên tund û gotinên xwe tirsê dixe dilê mirovan, erê, diyar e ji ber vê sedemê hatiye derxistin û Jacqueline xanim zewicî ye. duh, her çend ew hîn bi fermî ji hev veneqetiyane, wê hewl dida ku têkiliya xwe ya nû veşêre. bi hêviya ku ew bimire. An jî di zûtirîn dem de dev ji hev berdin.

Nizanim ew tawanek hêsan bû yan tevlihev bû, ji ber ku tawanbar sê kes in. Ez bawer nakim ku kesek kuştinê bike da ku pereyên ku wî deyn kiribûn vegerîne, nemaze ji ber ku me piştrast kir ku ew wê şevê li cihê tawanê nebû. Ew li daweta keça xwe de bû, ji ber vê yekê sûcê du kesan nîşan dide: an jina ku pir hêrs bû, an birêz Jackson. Jina wî dibêje ku ew li mala xwe bû û Jackson jî dibêje ku ew jî li mala xwe bû, lê em nikarin vê yekê teqese bikin. Pir zehmet e. Yek ji cîranan diyar kir ku wî dengê qîrînê bihîst û paşê kesek derket derve û ji ber êvara tarî û dem dereng bû, wî nikarîbû bizane ew kî ye, lê roja din ew tawan qewimî û kes nehate mala Robîn.

- Ezbenî, di analîzê de tê gotin ku di xwîna birêz Robîn de jehrek hêdî heye ku piştî demekê encamê nîşan dide.

-Tu çi dibêjî? gelo ev yek çawa ye?Çima wî jehrê vexwar û paşê xwe bi kêran xwe kuşt!, tawan aloztir kir?

- Birêz, hate tawanbar kirin ku birêz Jackson hatîye mala Robin, û hewil daye ku bi Robîn re guftûko bike da ku kar û barên xwe yên nefermî veşêre, lê wî bi eşkere red kir û postek ji polîsan re şand û ji wan re got ku ew kelûpelên qaçax bibkar tîne. Wî bi dizî ew jehrî kir û xwest ku perdeyekê li ser bêexlaqî, durûtî û nebaşiya niyeta kirinên wî bikişîne, diyar e ku Robîn gelek êş kişand ji ber ku bandor hêdî bû, lewma nameya xwe nivîsand û xwe kuşt..

- belê êdî em gihane rastiyekê. Tawanbar Jackson bînin û bila dadger rûniştinekê bike.


*Kurte Çîrok

Nûr Mardînî - Şam

Wergerandina ji Erebî: Mahir Hesen



>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).