Weşanxaneya Kilê Pirtûka Çetîn Lodî a bi navê “Etar” çap kiriye. Nivîskar dema ku etarî kiriye rastî bûyerên cuda cuda hatiye û cih daye serboriyên xwe yên wê demê.

Pirtûk ji 138 kurteçîrokan pêk tê û bi giştî li ser serboriyên nivîskar ava bûne. Taybetmendiyên van çîrokan ew e ku çîrok hem kenewer in, hem ecêb in, hem jî rastiya jiyana civakê derdixin holê. Lodî bi vê berhemê bi awayekî hosteyane vegotina xwe domandiye û wî nîşan daye ku ew bi kurteçîrokên xwe çanda devkî bêmihnet neqlî nivîsê dike.

Di vê pirtûkê de Çetîn Lodî behsa çîrokên xwe yên etariyê dike.

Beşek ji pirtûkê

“Na na, laçik dihate bîra wê wek çiftexasê, wek namûsê lê kevok ref bi ref difirîn; heta ku çavên wî xuman digirt. Ji ber wê bû navê neviyên xwe yek “Kevok”, yek jî “Zeytûn” danîbû. Lê ji kesekî re negot çavên xoşewîsta min zeytûnî bûn… Ji ber wê min navê wê xistiye “Zeytûn”. Dema jê dipirsîn “Çima navên herdu neviyên te wisa ne!?” wî jî digot “Na lo, wek ‘Firat’ û ‘Dîcle’yê ne…”                              
Di vê pirtûkê de Çetîn Lodî behsa çîrokên xwe yên etariyê dike. Her kurteçîroka Lodî, bêguman awêneya li jiyaneke kevnare girtî ye.

“Na na, laçik dihate bîra wê wek çiftexasê, wek namûsê lê kevok ref bi ref difirîn; heta ku çavên wî xuman digirt. Ji ber wê bû navê neviyên xwe yek “Kevok”, yek jî “Zeytûn” danîbû. Lê ji kesekî re negot çavên xoşewîsta min zeytûnî bûn… Ji ber wê min navê wê xistiye “Zeytûn”. Dema jê dipirsîn “Çima navên herdu neviyên te wisa ne!?” wî jî digot “Na lo, wek ‘Firat’ û ‘Dîcle’yê ne…”

 Derbarê Çetîn Lodî de

Çetîn Lodî di sala 1978an de li gundê Lodê ya girêdayî Dihê hatiye dinê. Helbest û nivîsên wî di kovarên weke Çirûsk, Tîroj, W û Nûbiharê de hatine weşandin.

Pirtûkên Wî:

1-Rê û Rê (Helbest)2015/Weşanên Na/Îzmîr.

 2-Çavên Şevînî(Helbest) Çapa 1. 2016/Weşanên J&J/Amed.

 3-Çavên Şevînî(Helbest) Çapa 2. 2020/Weşanên Na/Îzmîr.

 4-Şîva Miriyan (Helbest) 2020/Weşanên Na/Îzmîr.

 5-Evîn û Mirin (Roman) 2020/Weşanên Kil/Îzmîr.

 6-Qumarcî (Pêkenok, Meselok) 2021/Weşanên Kil/Îzmîr.

7-Etar (Çîrok) 2022/Weşanên Kil/Îzmîr.

Jêder: https://bianet.org/

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).