Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) bi navê “Polîtîkayên Komara Tirkîyê ya Ser Zimanê Kurdî” raportek amade kir û ew pêşkêşî Serokomarîya Tirkîyê kir.

HezKurdê di nav 23 madeyan de nêrîna Tirkîyê ya ser zimanê Kurdî dîyar dike ku Tirkîye careke din vegerîye sîyaseta berê ya derxistina astengan li pêş zimanê Kurdî.

HezKurd radigîhîne ku divî dewletdest ji wan polîtîkayan berde.

HezKurdê raporta xwe bi du zaravayên Kurdî; Kurmancî û Zazakî, bi Tirkî û Îngilizî amade kirîye.

Sîyaseta Tirkîyê ya kevneşopî ya ser zimanê Kurdî, înkarkirina Kurdî di zagona bingehîn de, girtina partîyên Kurdan, astengên ku li hemberî zimanê Kurdî di raportê de bi firehî cîh digirin.

Kordînatorê HezKurdê Fevzî Bulgan ji Dengê Amerîka re got ku ew dixwazin di sîyaseta perwerdeyê de bal bikşînin ser hindabûna zimanê Kurdî.

“Zimanê Kurdî di bin asta hindabûnê de ye loma jî me li ser vê yekê raporteke taybet û berfireh amade kir û da Serokomarîya Tîrkîyê, Meclîsê, Wezareta Perwerdeyê, Wezareta Navxweyî, partîyên sîyasî û rêxistinên demokratîk. Me ji wan daxwaz kir ku bila ev zimanê dîrokî hinda nebe."

Bulgan xema xwe dîyar dike ku hebûna dersa bijartî li dibistanan nikare pêşî li hindabûna zimanê Kurdî bigire.

“Em Kurd bi hewildanên şexsî nikarin li hemberî windabûna Kurdî bisekinin. Hemû sazî û dezgehên li Tirkîyê, pêşî li Kurdî digirin. Di be ku em Kurdî di nav malbatê de hînî zarokên xwe bikin, lê li Tirkîyê 30 mîlyonî zêdetir Kurd hene û ne pêkan e ku em wan hemûyan fêrî Kurdî bikin. Jibo vê jî pêwîst e ku dewlet dest bavê vê mijarê.”

Bulgan bi berdewamî got ku ewê raporta herwiha pêşkêşî Netewên Yekbûyî, Parlementoya Ewrupî û rêxistinê sîvîl yên Ewrupî jî bikin.


Jêder: VOA

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).