Welatên cîhanê hewl didin ku ambargoyên li dijî hikûmeta Rûsyayê tundtir bikin ji ber dagirkirina wê ya Ukraynayê.

Di wê çarçovê da piştî gavên Yekîtîya Ewrupa û Brîtanyayê, Amerîkayê jî roja Înê ragihand ku ew dê samanên Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bicemidîne.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ev biryare piştî civîna wezîrên derve yên Yekîtiya Ewrupayê li Brukselê da ku wan bi yekdengî li hev kiribûn ku mal û hesabên bankê yên rayedarên payebilind yên Rûsyayê bicemidînin.

Hikûmeta Brîtanyayê jî duhi heman biryar da, û Wezîra Derve Liz Truss li ser Twitterê ragihand "Em dest ji giwaşên aborî li ser Kremlînê bernadin heta ku serweriya Ukraynayê vegere cihê xwe."

Ambargoyên Yekîtiya Ewropayê yên li dijî Pûtîn û Lavrov beşek ji pakêteke ambargoyên berfireh in ku bankên Rûsî, bingehên neftê û pîşesaziya berevaniya Rûsyayê dike armanc.

Lê rêberên Yekîtiya Ewropî li hev kirin ku hêşta zû ye ku qedexeyek rêwîtiyê li ser Putin û Lavrov bihê sepandin ji ber ku pêdivî ye ku kanalên danûstandinan vekirî bin.

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson roja Înê bang li welatan kir ku Rûsyayê ji sîstema veguheztina bankî ya navnetewî ya bi navê SWIFT tê naskirin derbixin" da ku ambargoyên herî giran bisepînin."

Jêdar: dengeamerika

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).