Berya demeke nêzîk wergerandina Ferensî ya romana (Derziya Tirsê) ya nivîskarê Sûrî Heysem Husên bi rêya weşanxana Dar Lartman hat belavkirin wergerandina wêjî bi destê wergêrê Tûnisî Mensûr Mihni bû. 
Di heman demê de çapeke nû ji romanê re bi zimanê Erebî bi rêya weşanxana Xuttûtt û Zîlal ya li Uman paytexta Urdunê hat çapkirin. 
Roman li ser gelek mijarên têkildar di axive, ku yek ji wan naskirina cîhanê bi rengekî şaş, û bersivdana tund li ser sitemkariya ku li dij kasatiya lehengê romanê hatiye. Herwisa daxwaza vî kesî tolhildana ji dîrokeke dûr û dirêj re, paşê derbasbûna nava hûrguliyên xirabiyan û neguhdanê û bazirganiya mirovan !! Xweguherîna gewdan û amadebaşiya radîkaliyê, û destêwerdana hinên Sûrî di şerê navxweyî yê Lubnanê de. Ev bûyer tev li gelek cihan di nava romanê de cî digrin, destpêk ji gundekî dûr li Bakur û Rojhilatî Sûriyê ber bi Şamê û gundewarê wê ve, ta bighêje Beyrûtê.
Romanivîs, li ser gelek zimanan çîrokên romana xwe anîne ziman û behsa gelek mijarên metirsîdar kiriye û gelek xêzên sor ku desthilat yan jî rêxitina civakî bi kartînin derbas kirin e. 

Roman beşdariya hin Kurdên Sûriyê di şerê navxweyî de yê Lubnanê bi rêya hin karekteran di şopîne, bê çawa vê yekê bandor li keviyên civaka kurdî kir, paşê beşdariya wan di hin bobelatên ku leşkerê Sûriyê li Lubnanê kirin, nemaze ew kiryarên kirêt ku xelkên wê deverê pir pê êşiyan. 

Herweha dijberiya raman, bîr û baweriyan bi hişmendiya civakê re tîne ziman; bê çawa girêdana bi qeyd û zencîran li dijî azadiya kesan tê bikaranîn. 

Nivîskar di çend xêzan de. 

Nivîskar û romanivîs e, ji sûrî ye û li bajarê Amûdê sala 1978an ji dayik bûye, ew niha li Lendenê nişteçî bûye, endamê komeleya nivîskaran li Birîtanya ye, endamê yaneya Pênûsa Ingilîzî, herweha endamê yaneya Pênûsa Iskotlendî ye, herweha ew afrîner û berpirsyarê malpera Al Rîwaya Nêt e. 
Romana wî ya bi navê " Girtiyên Gunihkariyê. Bo zimanê Çîkî hat wergerandin û li Piragê sala 2016an hat belavkirin. Wergêra pirtûkê jî Yana BIRCÎSKA bû, hevdem roman bi zimanê Çîkî hat amadekirin da bibe şano. Herweha romana "Girtiyên Gunihkariyê" bo zimanê kurdî hat wergerandin û di sala 2018an de li Diyarbekir li Tirkiyê hat belav kirin. 
Ji berhemên wî:
-"Aram neviyê êşên veşartiye" yekem weşan "Dar Al Yenabî'a li Şamê. Duyem çap "Dar Al Nehrên" li Şamê. 
- "Girtiyên Gunihkariyê" Dar Al Tekwîn li Şamê. 
- "Derziya Tirsê" weşanên Dîfaf, li Beyrût, Al Îxtîlaf -Ceza'ir sala 2013an. 
- "Geyakî Ziyandar li Buhiştê" Weşanên Miskîlyanî, Tûnis, Miyara- Tûnis 2017an. 
- "Dibe ku Kesek Nemîne" weşanên Memdûh IDWAN - Şam sala 2018an. 

Di rexnegêriya romanan de. 

-"Roman di Navbera Mayînkirin û Nepeniyê de" Dar Nûn4, Heleb 2011. 
- "Roman û Jîn" waşanên Al Rafid Îmarat, 2013. 
- "Romanivîs li Daholên Şer Dide" Dar Wereq, Dubey 2014. 
- "Kesatiya Romankar ..Rêka Nasîn û Pêşveçûnê" Dar Nûn, Îmarat 2015. 
- "Çima divabê tû Romanivîs be"?! Dar Xuttott we Zîlal, Uman, Urdun 2020. 

Di wergerandinê de. 

- Komek Şano yên nivîskar Beşîr MELA "Kiyê Memo bikuj e" sala 2007an wergerandin zimanê Kurdî 
- Pirtûka "Çîroka Romana Yekem" ji amadekirin û pêşkêşkirina wî bû, weşanên Qendîl, Dubey 2017. 

Malpera nivîskar: 

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).