TILIYÊN PAYÎZÎ
Li vê Payîza bextewar
Stêrkên çavên qehwerengî
Nameyên siberojeke buharî
Li ber lêvên şevên min
Radixînin..
Çar tîpên navê te
Bi tiliyên payîzî
Ser gerdena jiyaneke pîroz
Navnîşana hebûna gulistanê
Dirêsînin..
Ji paşela bîranînên Berfenbarê
Sibehên kenên xunavgirtî
Derengmayîna tîrêjên hêviyan
Û Pelweşîna vê Payîzê
Hêsayî dikin..
Ji nav xuhdanên hevdîtinê
Peyalên hestên Xwedawend
Bîrîkirinên payîzî mest dikin
Bişkovkên giyanên me
Dibestînin..yaro
Li baxçeyên destên te
Dibişkuvin gulhinarokên efrînî
Strana kolana hembêzkirinê
Di koşka dilê min de
Lêdidin..
Êşa bendemanên biserketî
Li ber nefesên te ko dibin
Dem û kêliyên vî can î
Di nav tiliyên te de
Zindî dibin..
Sûlavên bihna te
Ser bejna dilxweziyê pêl didin
Û demsalên temenê gulê
Ser deştên sîngê te
Şîn dibin..cano.
0 Komênt