Hîn...

Di tariya şevan de

Xwe ji himêza te vedidizim

Û tevlî bişkojên bêdengiyê dibim

Û mîna stêreke herî biçûk

Berûvajî karwên diçim 

Dûr...

Dûr ji rêka kadizê diçim 

Û derbasî

Parzemînên mijgirtî dibim

Bi hêminî...

Tevlî giyanê razber ê zemînê

Dibim

Û li wir

Wiha kesk ron didim.


Hîn...

Di tariya şevan de

Tiliyên min 

Biqasî bejna çiradankên

Ku li joriya asîmên vêketî

Dilkên rûpelên spî

Ji vegotinên evînê re

Gur dikin


Çivîkek ji ronahiyê me

Li her çar aliyên qubletgehên şevê 

Ji ser lêvên heyveronê 

Gulgenimên nexşîn 

Diçêrim

Û rewanê bêdengiyê 

Bêdeng dinexişînim...!


Hîn...

Di tariyê de 

Tevlî keservedana Pênûsê dibim

Xelekek...

Ji semaya bê dawî

Bêrgî kûrahî û serxweşiyê 

Dibim

Û şevnema herî dereng

Li ser mijankên Yasemînên xewar çirisandî

Bêrgî...

Mihiraba Xwedawendên bexişandinê Dibim...!


Bûnewerek ji bîrenîgariya

Asoyê me

Û şemaloka herî ronîdar 

Ji jiyê ronahiyê me...!


Hîn...

Tevlî nimêjên bê dawî

Dibim

Û hîna jî...

Li rexê dilê te me

Li tenişta hişê agir

Û nêzîkî 

Bîreweriya axê me...!

Û hîna jî...

Ristên min

Girover in..

Ne ew bidûmahî dibin

Û ne jî destên şevê

Ji danehevê diwestin..!


Hîna jî...

Li rasta himêza te têm

Û hîn...

Niviştên xuro evînî

Bi wêrekî 

Di nav guliyên şevê de

Diveşêrim

Hezkirin e...!

Û tu dizanî

Çendîn çavên min

Bi te vedibin.



* Tîrmeha 2020.

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).