Şêwekarî, cureyeke hunerê ye. Bi vê hunerê, her tişt bi awa û şêweyeke nû tê dariştin. Ew yek ji hunerên herî ciwan tê hejmartin, hunera derbirîna raman, hest û her tiştê dîtbar e ku bi reng, ronahî û xêzan di tabloyekê de tê nîşandan. Ew nêrîneke felsefî û neynika civakê ye ku rewşa hestyarî û çandî ya mirovan vedibêje. Şêwekar jî sirûşt û rastiyê bi awa û şêweyeke nû ku hizr û hestên wî derdibirînin, diafirîne.

Şîrîn Elo, hunermendeke şêwekar a ji gundê Meydankê yê herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye, derçûya Peymangeha Pêgehandina Mamosteyan (Beşa Perwerdeya Hunerê) ye û ji sala 2010an ve karê mamostetiyê li bajarê Helebê dike. Ew endama Yekîtiya Mamosteyan li Helebê, endama Yekîtiya Şêwekarên Sûriyê, endama Navenda Cîhanî ya Hunerên Şêwekariyê ye. Her wiha beşdarî gelek pêşangehan li Efrîn, Heleb, Qamişlo, Silêmaniyê, Siwêra li Mexribê bûye.

Dema kesek bixwaze hevpeyvînekê bi Şîrîn Elo re bike, divê ew nasikekî zimanê rengan be, ji ber ku ew ê neçar bibe bi her rengekî re diyalogekekê bike û pê re rêwîtiyê di nava bedewiyê de bike û di gelek deriyan re derbas bibe.

Ji her hunermendekî re çîrokeke hunerî heye, ji me re behsa destpêka çîroka xwe bi hunera şêwekariyê re bike? Zehmetiyên ku rastî te dihatin çi ne?

Şîrîn Elo: Destpêka min a bi hunerê re, vedigere karê bavê min yê di hunerê de û ez di bin bandora karên wî hunerî de dimam, wî ji daran modelên birc, tireya û çirayên din ên karê destan çêdikir û paşê bi rengên xweşik boyax dikir. Min behreya xwe ji wî girt û min dest bi xêzkirina li ser rûpel û dîwaran dikir, dema ez hinekî mezin bûm jî, min dît ku ez beşa xêzkirinê li Peymangeha Perwerdehiya Hunerê dixwînim. Helbet di destpêkê de û ji ber şert û mercên dijwar ên welêt, min nikarîbû tabloyên mezin bikişînim, lewra min bi rengên avê li ser rûpelan xêz dikir.

Şîrîn Elo

Behre tenê bes e ku ew hêmana bingehîn a afirîneriyê ye, an pêwîstiya behreyê bi xwendin û lêkolînê heye?

Şîrîn Elo: Behreya hunerê, wekî beşek bingehîn a her pîşeyî dibînim, nemaze di hunerê de, ji ber ku ew behreya xwezayî ye ku bi her hunermendekî re tê afirandin û wî ji yên din cuda dike. Bê guman, pêwîstiya behreyê bi xwendina akademîk heye, da ku hunermend bikaribe zanîn û amûrên xwe bipêş bixe bi awayekî ku xizmeta ezmûna xwe ya hunerî bike.

Her hunermendek xwedî peyamekê ye ku pê bawer e û ji bo wê têdikoşe, peyama we çi ye, hûn îlhama tabloyên xwe ji kû digirin?

Şîrîn Elo: Mijarên tabloyên min ji hawîrdora ku ez tê de dijîm in, ji rastiya jiyanê, ji bandora ku cih li min dihêle û ji xewn û xeyalên min ku pê dihesim, îlham digirin. Ez dîmenên xwezayê, çîrokên jinan û deriyên rêyên xwe xêz dikim.

Şîrîn Elo

Dema em li tabloyên te yên şêwekariyê dinêrin, em gelek caran derî û pencereyan dibînin. Di berhemên te yên hunerî de derî û pencere sembola çi ne?

Şîrîn Elo: Belê, dema bîranîna hunermend bi dîmenên êş û azarên ku wî bi salan jiyaye tijî bibe, ew dikare bi rengên xwe yên tarî û cegerdar wan gotinên tund û êşên ji ber şer bigihîne cîhanê. Ew kurê jîngeha xwe ye ku em di tabloyên wî de çîrok û serpêhatiyên bi êş û azar dibînin.

Rehenda sembolîk a derî û pencereyên di tabloyên min de, derbirîna bêwariya ku min jiyaye ye. Min li gelek deriyên mal û karan xist. Deriyek dihat girtin û yekî din vedibû, carina jî min hemû derî di rûyê xwe de girtî didîtin, lê her dem min pencereyeke hêviyê didît, wek dilovaniyekê ji Xwedê, bi riya nîşaneyekê, mirovekî, yan jî îlhamekê.

Ji ber vê yekê hûn deriyên kevn û nûjen û deriyên serûbino bûne di tabloyên min de dibînin. Her deriyek ku di rûyê min de girtî bû, destpêka vekirina yekî nû yê ji wî çêtir bû.

Hûn bi hêza afirîneriyê û bandora wê ya li ser guhertinê bawer dikin? Gelo bedewiya hunerê dikare xerabiya şer, neheqî û karesatan têk bibe?

Şîrîn Elo: Belê, ji ber vê rewangehê ve, ez xêz dikim û rengên xwe datînim ser her tiştî, çi dîwar, çi cil û çi tiştên ji bo xemilandinê bin. Dema ku ez reng û bedewiya derdora xwe dibînim, ev dîtin min ji bo xeyalên xweşiktir û dahênanên bedewtir han didin.

Ez hunerê wekî rêyeke revîna ji xirabî û wêraniya dîmenên şer ên ku bîra me pê dagirtî ye, dibînim, ji ber ku bedewî hertim bi ser hesabê nebaşiyê serdest e. Pêwîstiya me bi hunerê heye, ji bo ku jiyan bi şêwaza xwe ya bedew berdewam bike.

Şîrîn Elo

Hûn tevgera hunera şêwekariyê ya Kurdî li hundir û derve çawa dinirxînin?

Şîrîn Elo: Tevgera şêwekariyê li navxweya welat ji ber rewşa aborî ya gelekî qels bûye, lawaz bûye. Dema mirov birçî dimînin, ti kes tabloyekê naxwaze, lewma jî rewşa hunermendî jî di vê rewşa ku piştgirî ji aliyê sazî û aliyên fermî ve jê re nîne jî, têk diçe.

Lê li derveyî welat, gelek asankarî heye û asoyên zêdetir li pêş hunermend tên vekirin ku zêdetir dahênanê bike, pêşangehan bi rehetî veke û berhemên xwe di jîngeheke aram de ku rêzê li karê wî yê hunerî tê girtin de, bifiroşe.

Her wiha ji ber têkelbûna wî bi çandên din re, dikare nêrîn û amûrên xwe bipêş bixe, bi riya beşdarî û şopandina hemû çalakî û bûyerên hunerî bêyî ti astengiyekê.

Hunermendê Kurd kariye bi hunera xwe, êş û azarên gel û welatê xwe li ser asta herêmî û cîhanî bigihîne?

Şîrîn Elo: Hunermendê Kurd bi bîranîna xwe ya tijî dîmenên êş û zehmetî ên ku demeke dirêj bi xwe tê re derbas bûye, kariye êş û azarên gelê xwe bigihîn cîhanê. Ew bi xwe kurê wê jîngehê ye, lewma ji ber tariya qonaxa ku tê de dijî, hemû tabloyên bi rengê sor û reş boyax dike. Pir caran jî em tabloyên ku çîrok û serpêhatiyên êş û karesatan vedibêjin, dibînin.

Rexne dubare afirandina her karekî hunerî ye, gelo li welatê me tevgereke rexnegir heye?

Şîrîn Elo: Li welêt tevgera rexnegiriyê pir kêm e, pir caran em dibînin ku ew pesnê xebata hunermendekî didin, bêyî ku biçin nav hûrguliyan an rexn.

Hin tabloyên Şîrîn Elo

Şîrîn Elo
Şîrîn Elo
Şîrîn Elo
Şîrîn Elo
Şîrîn Elo


Şîrîn Elo
Şîrîn Elo
Şîrîn Elo
Şîrîn Elo

Jêder: Kurdistan 24

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).