Hunermend Xoşnav bi awakî cuda têkiliyê bi mozîka xwe re dike, ji hêla dabeşkirin û gotinan ve. Stranên wî yên welatperwerî, evînî û felsefî jî hene.

Piştî keda salên dirêj gotinên stranên wî miştî jiyan û wateyên kûr, ku Xoşnav pê hatiye naskirin.

Ji zencîra hevpeyvînên malpera "Ramîna Niyûz" bi afrîner, torevan, helbestvan û hunermendên ji Sûriyê û seranserî cîhanê re, rojnamevan Ebdela MÎZER li dûv şopa stran, huner, helbest û felsefa Xoşnav û nerîna wî derbarî strana kurdî, ev hevpeyvîn pêre amade kiri bû:


Xoşnav kiye? 

Helbestvanê gorbuhişt "HÊMIN" dibêje: ger ez bi xwe bigumanim ka ez heme yan tuneme, çawa ezê ji tere bêjim ka ez kî me?

Dûrî henekan û geşpêdana gotinan, ez ji bajarê Qamişlo me. Li wir mezin bûm û min lê xwend ta bi pileya bekelorya, ez biçûkê malê bûm di malbateke naskirî bi welatparêziyê li gel guhdana piraniya wan bi çand û hunerê. Paşê min berê xwe da zankoya Şamê û ji wir ber bi Ewropa ve çûm pêşî li Polendayê û paşê bi temamî çûm Stokholmê ta destpêka sala 2015an.

Min xwest mifayê ji salên koçberiyê bikim da xwendina xwe berdewam kim, û wisa di destpêkê de min mozîk li instûta mozîkê ya zankoya Marî Gorî li Polendayê xwend, û paşê min xwe guhest beşê xwendina zanîsta siyasî li heman zankoyê. Sala 2015an min dektorah di têkiliyên navnetewî bidestxist û berê xwe da Amûdê da wek rêvebir li gel saziyek civaksivîlane li bakur û rojhilatî Sûriyê kar bikim, ev yek li gel karê min wek mamosteyê zankoyê li beşê zanistiya siyasî li zankoya Cîlona Kora ya Polonî.

Di dema niştecî bûna min li derveyî Sûriyê de min malbatek biçûk ava kir, û bo demek dirêj mijûlî karên cûrbecûr bûm, pirbûna cihên ku li wan geriyam di van dehsalên dawî de kirye ku gotina " welatê min çenteke" pir ji kesatiya min nêzîkî be. Bandora van liv û tevgeran li ser jiyana min pir bû lê serkeftin bê qurbanî bidest nakevin.


Te kengî dest bi rêya hunerê kir? û te çawa biryara strangotinê stand?

Wek di destpêkê de min anî ziman, şopandin û guhdanên hunerî li ba malbatê zelalin. Gumana min ewe ku strangotin bi min re hevalcêwî bû, lewra huner di jiyana min de li pêşiya hertiştê dine. Tê bîra min dema xwendina serete di pileya yekê de rêvebirê dibîstanê Ebdulehed ez ji pileyekî dibirim pileyekî da min hilde ser masê û strana "mama ya hilwa..." Bi dengê xwe bêjim. Paşê min dest bi jenîna alavên muzîkê kir û yekem alav Ûd bû, bi dûre Gîtar, Okrodyon, û li dawiyê Tembûr ya ku ez dîlê wê me.

Li vir hîn ez dixwazim vekirî bêjim ku ez xwe wek stranbêj nabînim, tenê ez kesekim rengekî taybet ji stranê dibêjim, herweha ez dikarim nasnameya xwe wek nivîskar û danerê strana bi zaravê Kurmancî baş nasbikim, ji ber bidirustî dikarim cih û cudahiya wê çi kevn û çi nû baş bizanistî ji hev derxim.


Tu dikare ji me re li ser berhemên xwey hunerî bi axive? 

Berhemên min yên bi fermî hatine weşandin çar elbomin piraniya wan gotin û awazên minin, hin caran min muzîka wan jî dabeş kiriye. Min hinekî kêm ji filoklor gotiye, herweha min stranên hunemendin gorbuhişt jî gotine, min du caran gotinên seydayê Cegerxwîn bi awazkirine, herweha min çend stran ji hin hunermendan re bi zimanê Kurdî û Erebî nivîsîne.


Di kîjan elbomê yan stranê de te xwe serkeftî dîtiye?

Ez xwe dibînim xwedî pirojek hunerî, û di baweriya min de şêweyên vê projeyê di yekemîn elboma min de ya binavê " Kerwan" 1993 xuya bû, ku hin lêkolîner wê wek despêka dibîstaneke hunerî nû dinirxînin, ev elbom baş biserket çi ji hêla gotinê yan jî awazê, û dibe strangotinê jî !! Tevî hemî zehmetiyan min hewla parastina pirojeya xwe kir di elbomên min yê din de wek: "Mîna Xewn" 1997 û "Gazin"2004 û ya dawî "12 Pêtên Belav" 2019.

Cudahiya dinavbera elboma yekê ta ya dawî li ba min ewe ku ez dûrî qelewiya gotinê ketim û min berê xwe da gotina nerm û hesan, herweha bi derbasbûna salên temen min girîngî da pirsên giranbuha wek welat, mirov, xerîbî, şer, û bêçare bûn. Lê ya herî girîng di elboma dawî de muzîka wê di astek pir bilind de hat çêkirin, ezê hewl bidim di paşerojê de ku ji vê astê neyêm xwar.


Çi dihêle Xoşnav stranekê çêke? 

Her tişt li jiyanê min xemgîn dike vêce çawa mirov!!? Ev gotina Mizefer El NEWAB e lê birastî tu dibê li ser min hatiya gotin. Mixabin xemgînî û bandora wê li ser jiyana min û hestên penaberiyê li hawîrdora me, dike ez binvîsim û strana çêkim. Pir caran ez ji xwe ditengizim çimkî xemgînî di stranên min de serdeste lê neçar em berpalka didinê. Xemgînî barekî girane can disoje lê zanyarî me neçar dike da em di vê rêkê de bimeşin, tenê evînî, heskirin û xweşik bûna jinê di naveroka gotinê stranên min de lîsa minî dawiye.

Çima Xoşnav dereng dimîne ta stran yan elbomekî biweşîne?

Sedem cudane hin caran pir dem derbas dibe da ku raman li ba min ciyê xwe bigre û şîn bibe û carna tiştin teknîkî jî dibin sedem, herweha demekê ez pir reşbîn bûm min digot çi mifa ji berhemên nû tuneye, vê yekê kêfa min bi her berhemeke nû re dişkand, tişta baş di vê derbarê de ku min biryar da ez li stranê wek kirîn û firotin nenerim, lewra nuha ez hunerê wek kar na afirînim lê tenê wek aşiqekî muzîkê di asta şeyda bûnê de bikar tînim, lewra ez di salên dawî de pir li ser medyayê dernakevim


Tu gotinên stranên xwe ji kû tîne kesin hene stranan didin te? û derbarê danîna awazê tu bixwe çê dike yan hin didin te?

Piraniya stranên min ji gotin û awazê minin ji bilî 2 stranên hunermedên gorbuhişt Se'îd YÛSIV û Mihemed Elî ŞAKIR li gel 2 stranên ji gotinên Seydayê Cegerxwîn. Derbarî dabeşkirina muzîkê; piraniya stranên min muzîkjen dabeşdikin, tevî wêjî ez stayl û ritma alavan nîşa wan didim da di stranan de bikar bînin, û piraniya caran ez piştî tomarkirinê karê montaca stranan dikim.


Xoşnav ji Sûrî ye.. Bi gelek zimanan di axive.. Çima te bi zimanên biyanî stran negotin? û awaz çênekirin bi taybetî bi Erebî?

Wek min got stran bo min tiştekî taybet e reng û rêbazeke nimêjêye, lewra têkiliya bi gotinê re pêwîst e bi wijdan ve girêdayî be da ez bi kûrahiya hestan re herim, û ta roja îro ev şêwaz tenê bi zimanê dayikê dikarim peydakim. Di be ev sedem be ku min bi Erebî nestrand, tevî ku ez şeydayê zimanê Erebî me lê di baweriya min de wê kesin ji bilî min hebin ku mafê stranê bivî zimanî ji min bihtir bidinê. Sebaret bi nivîsandinê ez bi gelek zaravên Erebî dinvîsim ji wan zarava Mesrî û ya Xelîcî, kesên gotinê min bi Erebî gotine Emar KÛFÎ, Mîra û Dîna.


Kesên ji te hesdikin te wek hozanê evîniyê binav dikin, tu muzîkek xweş çêdike li gel dabeşkirinek cuda ji muzîkê re, tevî wêneyên helbestî.. Çi raza vê koktêla pir xweş e di navbera gotin, awaz û bikaranînê de? Gelo Kesek dikare stranên te wek tu dixwaze bêje?

Bi baweriya min razeya vê koktêlê nasîna têkiliyên di navbera helbestvan û muzîkjen de ya ku ez pêktînim, li gel taybetmendiya têkiliyên min bi çandên muzîk û hunera cuda re kiriye ku telesa min zengîn be. Piraniya nivîsên min rûdanin rastin ku ez têre derbas bûme lewra ez dikarim bihestek bilind stranên xwe bêjim. Bi gumana min ev yek dike go yên çavlêkirinê (teqlîdê) dikin bisernekevin lê yên ji warê çavlêkirinê dûr dikevin dikarin biserbikevin û stranên min bi hestên xwe bêjin.


Gelek ji guhdarên te dibêjin Xoşnav tenê ji celebekî re distrirê, û mirov zû tênaghêje.. Gelo rast e tu ji celebekî re distrê? Wek hunermend tu xwe li kur dibîne? Herweha tu muzîka xwe çawa dinirxîne?

Pileyên civakî yên pirojeya min hembêz kirin piraniya wan kesên rewşenbîr bûn tevî ku guhertin tim ji ba vî celebî destpê dikin, lê mixabin di civaka mede ev kes tim tawanbarê bidûrketina ji civakê ne. Stran û mozîka min jî ji ber ne ew rengê geleriye lewra wê dinav celeba rewşenbîr û xwendevanan de cih girt û pir belav ne bû.

Dixwazim amaje bi tiştekî girîng bikim; di salên despêka xwendina min ya ekadîmîk de baweriya min pir bi vê teknolocya nû ne dihat, nemaze derbarî guhertinên civakî û çandî ez jê dudilî bûm. Min digot ev teknolocya nû wê kelepûra mirovî ji kokê ve bihêrifîne, û min gotarek di vê derbarê de weşand.

Lê di dema dawî de ev bawerî li ba min hat guhertin ji ber alavên nû yên têkiliyên civakî wek Yûtyûb û Fêsbûkê gelek zencîr û qeyd ji ser milê afrêneran rakirin, êdî herkes dikare berhemên xwe çêke û bighîne ber destê xelkê çi baş û çi nebaş, lê xuyabû ku hunera Kurdî ji wan kolanên teng ku kesên serdest ji armancin taybet re bikar tanîn derket û gihişte ber destê guhdaran bi rengekî berfereh. Lewra min jî biryara vegera li karê xwe yê hunerî stand; ji ber baweriya min bi pêdiviya vegera li berhemên nû bû.


Xoşnav bi strana Kerwan pir navdar bû .. Herweha nemir Ehmed KAYA kir ev stran bihtir navdar bibe.. Gelo KAYA destûr xwest da strana te bêje ? Gelo tu tore dibe ji ber gelek dibêjin ev stran ya KAYA ye ?

Nezanî ne tenê min tore dike lê belê min xemgîn jî dike ! Wek ku em di civatekê de rûniştîbin û kesek ji min bixwaze ez strana Kerwan ya hunermend Ehmed KAYA bêjim !! Ta carekê dema min xwest ez ji kesekî re serast bikim û navê xwediyê stranê bêjim bi pêkenîn li gotina min guhdarî kir, ma çawa yek tore nebê eger wisa biserê wî hat' kîn pir dijwar e çêjeya wêjî zilindar e. Ev tişt min pir xemgîn dike ev ne tenê nezaniya lê xwenimizdîtina li hemberî çanda gelên hawîrdor e.

Piştî koçkirina Ehmed KAYA saziya berhemdar ya karên KAYA bi rêve dibe ku hevjîna wî Coltin KAYA serpereştiya wê dike erêkirina min xwest da stranê belav bikin, wê demê min Coltin li Îstenbolê dît, û di hevpeyvînek berfereh de ji min re got: daxwaza KAYA ew bû ku pirojeyek mezintir ji Kerwan di navbera min û wî de çêbibe, wan pir hewilda bûn da hevdîtinekê bi min re bikin lê destê qederê dirêjtir bû, vê pirojeyê ronî ne dît.

Te bi stayla xwe ji hunermendê nemir Se'îd YÛSIV re strand! Gelo em dikarin bêjin ku ev rengê Xoşnav e ? Anku daxwazeke da rengê strana kilasîk bête guhertin ?

Ez ji nifşê ku ji dibîstana hunermendên gorbuhişt vexweriye yên wek Aram DÎKRAN, Mihemed ŞÊXO, Se'îd YÛSIV, Mihemed Elî ŞAKIR û Tehsîn TAHA. Dema ku min stranên wan gotin min bi reng û stayla xwe gotin, bê guman ev yek strana resen nependî nake ew her dimîne, ez tenê li dijî çavlêkirinê me, û daxwaza min çaxê ez stranên wan dibêjim da muzîka stranê li gor raman û dîtina xwe nûjen bikim, bi giyan û dema ez têde dijîm re têkildar bikim.


Çi hêla da Xoşnav strana felsefî bi pirsên pir kûr çêke ? Gelo Xoşnav sînorên netew û olê derbas dike û doza yekîtiya mirovan dike ? Yan jî van pirsan ji hiş û giyanê te bar nekiri bûn dema te ev stran çêkir ?

Wek kesekî nasnameya mirovî li ba wî li pêş e, û nasnameyên din jêre beşin û di pila duyem de ne, herweha ez baş dizanim jî ku wekhevî li dunyayê peyda nabe, lewra normal e ku gelek pirsên girêdayî hebûnê hevparî jiyana min bin. Lê sedema sereke ya kirî ez strana "Gazin" binvîsim; şerê birakujî bû ku di salên notî de li başûrî Kurdistan rûda, van bûyeran xemgîniyek mezin di dilê min de çand û gotinên strana "Gazin" hatin nivîsandin strana ku gelek pirsên felsefî dike pirsên ku di mejiyê her mirovekî de digerin.


 Em dikarin cudahiyê têxin navbera hestên Xoşnav yê li Siwêd dimîne dema stranan çêdike û hestên Xoşnav dema li welatê xwe dijî ? Em li vir dikarin pirseke din bikin: bandora şerê Sûriyê li ser kar û stranên te he bû?

Bê guman şerê Sûriyê bandora wî li ser girîngtirîn biryar di jiyana min de he bû çi ji hêla kar yan ji hêla hunerî. Ev bandor di elboma minî dawî de pir zelal xuya dike, nemaze di mijarê stranan de, derbarî beşê yekem ji pirsa we ka binere strana "Kerwan" yan "Rojên Şemal" yan "Mîna Xewn" ev tev min li xerîbiyê nivîsandin, lê "Gulên Hewşê" û "Kobaniyê" min li welêt nivîsandin, bê guman bandora rewşa li hawîrdor xuyaye.


Tu pir li kê guhdar dike? Hunermendên buha li ber dilê te çi Kurd çi biyan kîne?

Naskirina min ya baş bi muzîka çandên hawîrdor heye û berhemên rojavayî jî bigiştî, bi taybetî dibîstana Rok ya kilasîk û Mîtal, lê herdû dibîstanên Pop û Latînyo bihtir xwedî bandorin li ser muzîka min. Coş Gropan û Mayk Poblî du kesên ez ji dengên wan têr nabim, ez ji wî dengê ji qirika Edîl derdikevin pir hez dikim, lê Marî KARÎ xatûna şanûye li ba min.

Ji ber têkiliya minî xurt bi zimanê Polonî re, nasîneke baş li ser berhemên muzîka Polonî li ba min heye, bandoreke xuya bi stayla PLADA û helbesta devokî ya wek stranê bi zimanê wan tê gotin li ser min heye. Herweha hunermeda hêja Adîta GABRÊT mamosteya mine, û Sêvîrn KRAFISKÎ mamostê ku ez jê fêrî fira di azmanê wate, hest û awazan de bû me. Ji ber nêzîk bûna min ji muzîkê re di salên dawî de êdî ez nema dikarim li her dengî û herkesî guhdar bikim ez tenê dikarim li dengên resen û stranên taybet guhdarbikim.

Derbarî hunera Erebî em nikarin dibîstana Rehbaniyan a kilasîk yên ta salên heştêyî berhemdar bûn jibîr bikin. Ji hunermendên vê demê ez mamoste Merwan XÛRÎ dişopînim, herweha dengê Ebîr NA'AMA û nûjeniya di stranên wê de pir li xweşya min diçe. Têkiliya min bi nifşê hunermendên Kurd yê berê re têkiliya heskirinê ye ew girêdayî Nostalicya ye, û nabe em vê têkiliyê bi pîvanên vê demê re girêdin. Xemgîniya di dengê Hesen CIZRAWÎ de pir bala min dikşîne, lê ji hunermendên Kurd ji nifşê min Ziyad ESA'AD xwedyê zengelora zêrîn, li ba min yekemîn e.

Nerîna min hebûna dengên resen û xweş di nav hunermendên mey Kurd de nehînî nake, lê piraniya wan ta roja îro rêya afrandina dibîstanek strangotina nû negirtin e, tenê ji dibîstanên heyî parçekî digrin û li navhev dixin bê pîvan û taybetmendî. Lê ka ez bersiva ku şopîner li bendêne bidim; ji nav dengên navdar îro ez hej naziya di dengê HANÎ de dikim, û hej hedan û germahiya dengê Heval IBRAHÎM dikim, lê dinav nifşnûhatî de ez SÎMAV xwedî paşerojek geş dibînim.


Bi çi zimanî û li ser çi mijaran tu dixwîne ? Niviskarên tu ji wan hezdike kîne? 

Bi giştî ez ji nifşê ku pirtûkên Ebdulrehman MUNÎF xitim kiri bûn, paşê derbasî dibîstana Selîm BEREKAT bûm, lê ji nişkê ve û bisedema mijûliya min bixwendina ekadîmîk ve, van deh salên dawî ez dûrî xwendina romanê ketim, lewra dawîtirîn pirtûka min xwendî "qîrepîra Qazan" bû. Ji hêleke dî ve ez şeydayê helbestê me bêtir ji romanê, xwendina helbestan li ba min berdewam bû, ji helbestvanên ez wan tim bibîr tînim nemir Şêrgo BÊKES e. Ji nifşê nû pir nav hene ji wan Rodî SILÊMAN pir xweş dinvîse, herweha Osman HEMO yê min li rojên ciwaniyê bi xweşî û nexweşiyên wê demê vedgerîne, bê guman Mihemed ZADA yê hêza neyênî û keftelefta erêniyê di giyanê min de duxrîne, lê Evîn IBRAHÎM eger helbesta wê bête pîvan ewê eynî şêweya "TRÎTIL" di sînemê de be, ew hestê me sar û germ dike lê çare tune divê naveroka helbestê ta bi dawî bişopînin.

Ger ji te were xwestin tu şîretekê ji hunermend û muzîkjenên nûhatî re bêje.. tuyê çi bêje?

Ez hej şîretan nakim, ji ber kêmin yên guhdariyê li şîretan dikin, ez jî di nav de, lê heger pêwîst be ez gotina xwe bêjim ezê wisa ji nifşê nû re bêjim: berdewam be li ser karê xwe hêviyan nebirr e, bila pirojeya te zelal be tuyê encamên baş bidest bixe, fêr bûna ji derdorê tiştekî baş e lê dûrî çavlêkirina kor be, riya hunera dirust eve; afirandin û rastiya hesta ye.


Ti projeyên muzîkê yan karin nû di rêzê de hene?

Ez li ser komek stran kar dikim wek parçekî ji elboma di rêzê de, ez bawerim ku wê surpirîzên ji hêla şêweya hunerî û rengê stranê têde peyda bin, dibe ku rengê rastiya di hin stranan de ne ligorî dilê hinan be, lê rastî pêwîst e wek ku heye bê gotin. Di be ku ez hin ji karê nifşê bûrî bi deng û rengê xwe tomar bikim, herweha di be ez hin ji stranên xwe yên kevin jî bi rengekî nû tomar bikim wek strana "Leylo" û "Esmerê".


Te çawa dema xwe bi KORONA re derbas kir?

Sala bûrî ez bi KORONA ketim û bo demekê li cihê cudakirina tendirustî mam, ji dil min pir mifa ji wê demê kir, fersendeyek baş bû da ez têkiliya dinavbera mirov û xuristê de nasbikim, herweha ez li gelek tiştên jibîrkirî vegeriyam, tişta herî balkêş ew bû ku ez li jenîna gîtarê vegeriyam û birêka Gogilê min zanyariyên xwe li ser vê alavê nûkirin, lewra ez li bersiva pirsa tey berê vedgerim ji bo nifşê nû: ev şoreşa teknolocî li ber destê herkesiye, pêwîstiya we bi şopandin û xebatê heye eger daxwaz hebe.


Tu çi dike dema tu hest bi qehrê dike? Herweha xemgînî ? Yan jî xweşî ? Anku dema tu evîndar be?

Berê ez zû tore û bihinteng di bûm, lê di vî temenî de ez nema guh didim pir tiştên ku berê ez tore dikirim, nema xwe pir reht dikim da ji xelkê re tekez bikim ku ez rastim, serê xwe bigotûbêjê na êşînim. Lê go hat û ez tore bûm wê demê evînî min radwestîne û min dibe warê Lêborînê.

Dilzîziyê ez fêr kirim bê çawa qehr û xemgîniyê bikim êzinga nivîsê, tişta ez nikaribim yekser bînim ziman di kûrahiya mejî de lê digerim da bikim stran û basa xweşiya rewşê bikim anku nefretê lê bînim. Derbarî xweşiyê ew pir bi şermînî li dergehê min dixe, heger carekê bê jî wek mihvanekî cansivik tê û dereng namîne da biçe, di van kêlîkên kêm de ez dixwazim henekan bikim û bikenim, dixwazim wê kêlîkê bi yekemîn xatûna ku bihna gulava wê bê min re sema Tango bikim.


Xweştirîn xwarin li ba te çine?

Li pêjxaneya rojhilatî ez ji Epraxan hesdikim, eger plê mêwan di beroş de sertacbin. Di salên xerîbiyê de min hin ji hûrguliyên pêjxaneyê rojavayî tevî Epraxan kir û wisa min xwe bi vê yekê li pêş dît ta min serdana Sûriyê kir li wir xwîşka min diya Alan tekez kir ku ew jimar yeke dimalê de ya ku Epraxan xweş çêdike. Li pêjxaneya rojavayî dibêjin Pasta ku ez çêdikim xweş e, di vê derbarê de min ji tevlîhevkirina muzîkê xwarin bi heman rengî çêkir.


Li dûrî hunermendiyê çi guhdanên te yê din hene?

Ez hej şêwekariyê dikim min pir dixwest ez şêwekar ba. Ji dibîstanê şêwekariyê ez ji ya Portirê, Karîkator û dibîstana Bandorkêş hesdikim, lewra ez dixwazim stranên xwe weku dîmenan binvîsim, ez bawer dikim eger kesek pispor strana Kerwan bi şêwekarî bikarbîne ewê vê gotina min tekez bike. Herweha ez ji trimbêlan jî hesdikim û zanyariyên baş li ser wan li ba min hene. Hej nêçîra masiyan dikim. Şeydayê balinde, gul û gulavê me, û bidaxewe hej hilgirtina çekan jî dikim.


Wergêr: Lawîn ŞÊXO



>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).