Netewa minî hezkirî û hêja, ez gelekÎ ji we û Niştîman hez dikim, loma pirsgirêkên li nav civaka me de dilê min pir dêşînin.

Kurdno, gelo çima hinek Êzîdî, Elewî, Zaza û yêd mayîn niha dibêjin em ne Kurdin? We qet ev pirs ji xwe kiriye? Bê çima?

Gava kesekî sûcdar dikî, gereke du rûyê pirtûkê bixwûnî.

Siyaseteke gelekî qirêj, ji bo bêrîkên xwe radikin serê me, ji bo netew û niştîman, gelek kêm mirov difikirin, mixabin…

Werin em bi hevre giloka têlê verêsin û serê têlê bibînin. Ezê li gorî hiş, fikir û zanebûna xwe hinekî şirove bikim.

Herdem ez dibêjim, pênûsa xwe ezê pêk bînim ji bo rastîyê, dixwazin bo min zehmetiyê bibînin, dixwazin keviran bavêjne min, dixwazin min bavêjin zindanê, nexeme, ezê ji bo gelê xwe rastiyê bêjim, her tenê da miletê min bi serkeve.

Ez ji malbetek netewperwer ji dayik bûme, herdem min li mezina guhdar kiriye ku netewa me Kurd e, dînê me Êzîdîyatî, Şerfedîn e, ez wisa mezin bûme, dil, ruh û xwîna min jî wisa dibêje.

Gava ez diçûm dibistanê, nivîsarên min tev li ser kurd û Kuridstanê bûn, mamosta min ya zimanê Ermenî M. Gêvorgyanê herdem digote min: – Tu gelekî milethezî (pesna nadim, ew ne pêşekê min e), wisa berdewem ke. Ew bi xwe jî milethez bû, loma baş min fehm dikir.Wê demê durûtî tunebû orta kurdê êzîdî û misilmana de, wek netewek bi hevre aştiyê de dijiyan.

Hate dema ne bi xêra salên nodî, orta Ermen û Azêra şer çêbû, azêra ji Ermenîstanê derxistin, çawa Ermena li Azirbêcanê, tevî Azêra jî kurdê misilman koçber bûn.

Nav Ermena de çend kesê radîkal hebûn ku ji dizî ve digotin: – Paşî safîbûna pirsa Qerebaxê emê Êzîdîya jî ji Ermenîstanê derxin, lê ez nizanim ev çiqasî rast e.

Ji ber van gotina gelek êzîdî jî berê xwe dan Evropayê û Rûsîyayê, kê jî mabûn li vir ji tirsa gotin ku em ne kurdin, bi fikra wan ku tu kurd e, dêmek misilman î, êdî zor nedidane hişê xwe ku daxwaz ewe da dîn têxin şûna milet.

Em bên sala 2014 -a, sala ku ji bo civaka me êzîdîya reş bû.

Rokê pêşda çek û rextê êzîdîyên Şengalê kom kirin, ku nikaribin xwe biparêzin, revîn komekê nedan, dûrva dinhêrîn çawa xwîna birayên wan dirjînin, bi fikra we ev sedema kîn û cûdatiyê nîne?

Kes nikare çevê rastyê bigre, kes nikare rûpelê dîrokê dade.

Bi rastî gava ew ferman rakirin serê gelê minî hêsîr, ez bi xwe jî gelekî hêrs ketim, kîneke xedar dilê min disot, ez difikirîm ku em tevî kurdên misilman yekin çima dihêlin Dahîş me bikujin? Çima nabin komekdar? Ji bo dînê me çima me dizêrînin? Me pê dînê xwey paqij û Arî zirar nedaye tu kesî. Em baş zanin kê û çawa em firotin û kî hate hewara Êzîdîyan.

Hate demekê ez jî ji netewa xwe dûr ketim, gava digotin tu Kurdî min digot na Êzîdîme, lê min xwe komî ser hev kir, ew agirê gur ku dil û cergê min dişewitand ava qudretê serda kir û min bi xwe ji xwe re got : – Ku dijmin jî wê dixweze, wekî em parçe – parçe bin, windabin li rû dunyayê da qet nemînin. Dîsa ez ketim rêça xwe, rast û ne rast ji hev vedqetînim.

Emirda lêborîn heye, bîrkirin tune, lê gerekê nejîn demê çûyî va, gerekê bi rastî em bibin wek dost û bira, çêbikin yekîtiya xwe, sazkin welatê xwe, nekevin pey dîn û partîya, ku nivşê nû mêzekin mînak ji me bigrin, em gerekê wan berberî kuştinê nekin, ay vê gavê emê serkeftî bin.

Netewa me Kurd e, Ola me Êzdatiye. Dijminê xwînxwer, Ji me vegere.

Riataza


>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).