Evîn Elo û xwendina dîwana Kemal NECIM
Xwendina Evîn ELO JI dîwana helbestvan Kemal NECIM re.. ya binavê (Danên bi çêja peyva destpêkê)
Dîwana (Danên Bi çêja peyva destpêkê) ya helbestvan Kemal
Necim, ne danên rojê û ne jî danên beravêtî ne, lê danên
helbestên evînê, bêrîkirinê, tenahiyê û dilbijînê ne.
Ji xwe navê pirtûkê, navê helbesteke dîwanê bi xwe ye:
Danê Helbestê
Pelika spî di bêrîka min de xav bûye..
Serê çend mehan e, li peyva destpêkê
digerim…
Danê Evînê
Cara pêşî ku min bîra te bir,
Ne danekî rojê bû
Nejî şev bû
Danek heye, baran mîna meqamê nehawendê, nerm
dibare
û li ser keviya penceryê stranên
Germ şîn tên…
Helbestvan bi ximava qelema xwe xemgînî û mixabiniya
li ser sawêrên xwe, bi zimanekî şayîk bi gewde dike û
xwîner li dilnizmiya xwe daqûl dike:
Ji ber ku helbestvan im, ji min weye dikarim
navekî li vê harbûnê bikim.
Yan dê deryayê xwînê bi helbestekê
Biqelişînim…
Rêzdar Necim êş û tirsa ji derbaskirina hûrgiliyan kom
dike û bi nîşaneyan derdibirîne, xwîner jî di rewşeke
wiha de li pêşberî bihnkişandina peyvan dihêle, her ku
pê re dibe yek, bêhtir asoya helbestê dinase:
Ewlehî
Wêneyên te,
Ev çend sal bûn min bi şîfreyekê dirêj di nava
wêneyên xwe de veşartibûn
Ew hemû li ber bayê azadiyê ketin..
Wêneyên te li ber bayê azadiyê bêvirî
Man….!!!
Necim bi wêneyekî helbestî û mîna ava heyatê zelal, bi
lêhûrbûna derveyî xwe ramên xwe radixe:
Çarenûs
Her şev berî ku razê
Mîna pûtekî li ber televisyonê rûdinê
Çarenûsa xwe ya sibê,
buhayê nan
û rewşa bayê…..azadiyê
Hîn dibe….!!!
Bi ponijîna mîna leza şîmaqekê, Necim helbest hûnaye û
tevî kurtbûnê, mirov jiyaneke bi rengê evînê hîs dike:
Destnivîs
Bi nivîsekî evîn hêsantir tê axêftin,
Her ku derî li dîdarkê digrim, ji xwe re
dibêjim;
xwezî min bi nivîsekî xatir jê xwestiba.
Tevî valahiya di malikan de, bi nimandinên lihevhatî
hemahingiyek di navbera watedayînan de heye, ji lewma
ji xwîner tê xwestin ku birame da ku dagire, ji ber ku
beşek ji malikê di hinavên helbestvan de veşartî maye:
…..
Paşê, ezê matmayî bimînim, mîna te..
û ezê pir poşman bibim…
…pir…mîna te…!!
Çawa ku serlêderên ziyartan hêviyên xwe qut nakin û
dixwazin benikan bi hev ve girêbidin, helbestvan jî li êş û
bendewariyên penaberan dadigere:
Penaber
Mîna terîşeke bi dara miradan ve girêdayî li ba
dibû..
Bêdeng û pêjin û behitî bû..
Rêyên xwe mîna derwêşan li aliyan belav kirin..
Dê jêre li welatekî bigerin..
Lê hemû rê, westiyayî, bê welat, vedigeriyan
ber lingên wî..
û ew her mîna terîşeke bi dara miradan ve
girêdayî
Bêdeng û pêjin û behitî li ba dibû..!!
Keyferata salan, helbestvan bi telesima kenê azadiyê
aşkere dike û dukela bi pencereya reş ve, bi naziya
tiliyên xwe ji pêşçavan dibe:
Kenê Min Dike Azad Bibe
Nêzî azadiyê me..
Dikim azad bibim,
Hew maye vê siyê ji laşê xwe bibirim,
Dikim azad bibim
Hew maye pencereya vê zindana tarî ji kenê
xwe re vekim
Helbestvan bi şayikbûna malikan, bala xwîner dibe ser
derdê dayika şehîd û vegera li warê xwe Efrîn. Bi
hostatiyeke wiha hatiye nivîsandin ku qelem jî li ber jana
dilê wê dayikê, koraniyê bi çavên xwe de tîne.
Xwîner bi vekirina girêkên peyvan ve mijûl nabe, bi qasî
ku bi lêgerîna li awazeke layiqî ritma serpêhatiya vê
helbestê, dibile:
Dayika Şehîd
Ne çûye ne jî hatiye
Laşê wê mîna pûtê xwedawendekê li wir
maye…
Dê sibê, yan rojeke ji sibê zûtir kulîlkên binefşê
li ber lingên wê bibişkuvin,
Ji xwe ew ne çûye nejî hatiye,
Lê sibê yan rojekê ji sibê zûtir ku hûn
vegeriyan,
dê li ber serê her şehîdekî xwedawendeke bi
binefş bibişkuve..
di dawiyê de dibêjim, rast e helbestvan bi zimanekî sade,
hêmin û hîmên avakirina helbestê dîwana xwe kire mala
me, lê çawa ku birînên "Zeytûn sor e" nayên hev, bi çend
şîrove û nêrînan perde li veçirandina hestên helbestvan
jî, nayê kişandin.
-Pirtûk: Danên Bi Çêja Peyva Destpêkê
-Helbestvan: Kemal Necim
-Ji weşanên: Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê-
2020
-Berg û design: Stêr Design
-Wêneyê bergê: Hunermend Azad Hemê
0 Komênt