Wate ji gotina (nejadperistiyê); her cudayî, vejarte (ferq), grêdan yan hevyaziya ku li ser nijad, reng, malbat, koka netewî yan jî olî ye . Ku armanca wê têkbirina mafê mirovan û azadiyên sereke ye, yan bikaranîna van şêwazan di rewşa siyasî, aborî, civakî anku çandî de, yan jî bikaranîna wan li ser asta civaka giştî. 

tişta herî zor û zehmet ku kes tênagihêje ewe: çawa kesek dikare kesekî din bikuje, sergon bike yan wî işkence û gunekar bike tenê ji ber ku ne ji kok, nijad yan, ziman, reng herwisa ne wek bîr û baweriyê wî di rame. 

Şêwazên nijadperistiyê. 

Paşî me nijadperestî nas kir em dikarin zanibin bê kîne yên piştgiriya wê dikin.nijadperistî ne şêwazeke tekaneye, û kesek di civakekê de nabe nijadperist, çi ew di civakek pêşketî de rabûbe yan jî di civakek kevnar de, û heger ev kes peyda bibe wê demê nav lê tê kirin xwedîtin (yên xwe ji kesên din çêtir û bihêztir dibînin) lê nijadperistî şêwazek giştî ye, û yên piştgiriya wê dikin welatên dagîrkerin yan rêjîm, rêxistin, yan tevger û karsazîne. Armanca wan jî çespandina aborî yan jî desthilatdariye. 

Welatên dagîrker ewin yên nijadperistiyê gur dikin, ji ber ev baştirîn rêye da ku berjewendiyên xwe bi parêzin û welatên ku dixwazin wan dagîr bikin bêhêz bibin, wisa dagîrkirina van welatan ji wan re hesan dibe. 

Rêjîmên ku nijadperistiyê gur dikin; rêjîmên bê hêzin lewra dixwazin zimanê nijadperistiyê xurt bikin da wan cemaweran li dora xwe bi civînin û hukumdariya xwe bihêz bikin. 

Rêxistinên ku nijadperistiyê gur dikin ew jî weku rêjîmên bê hêz mayî vê dozê dikin da cemawerkî  li dor xwe bicivînin da ewjî hukumdariya xwe tekez û bi hêz bikin. 
Karsazên ku nijadperistiyê gur dikin doza wan tenê perene lewra jî ew dikarin hemî rengên nijadperistiyê bikar bînin çi olî ramanî, yan rêbazî be. 

Boçûn

Ka em texmîn bikin kesek ji ol, netew, ziman, yan ramana xwe re nijadperist e. Ew kurê dê û bavekiye ku niha li dijî koka wan nijadperistiyê dike, yan ew bi zimanekî din di axivin, yan jî wî xwe dinava civakekê de dîtiye ku neçar e xwe li dijî wan ramnan dibîne. Ev kes wê pişta kîjan alî bigre ? Bê guman ewê li ser şêwaza ku li ser xwedî bûye bimîn e, ji ber ev tişt di xwezaya mirovan de peyda dibe, lê wisa jî ev yek maf nade kesekî da hinin dîtir bindestî xwe bike yan wan bi qewtîne. 

Di rewşa normal de ya herî durist ewe ku kesek ji kesî çêtir tuneye, û dema ku karvedan, kiryar û raman kesekî na êşînin, ev tê wateya ku gelemperî hîm û lat e ji pêşketin û geşvedanê re. 

Ka em hizir bikin: ger hemî darên fêkî tenê pirtuqal ba yan tenê sêv ba, anku tenê yek rengê dara fêkî hebûna, yan jî kulîlk tenê yek nifş û yek reng ba! Yan jî ajel yek cûr tenê ba! Ez xweş bawerim wê kêmanî heba, ev rengê xweşiya jiyanê ku em dibînin wê kêm ba, ji ber ev cudabûn û gelemperiya di jiyana me de jînê xweştir dike. 

Herwisa cudahiya nijadan, û bîr û baweriyan, giringtirîn sedem e di pêşketina şaristaniyê de ewa ku îro li ber çav e. Ev rastiya han sermediye û herkes vê baş dizane ta kesên herî nijadperist jî. 

Qurbaniyên vê yekê jî herdem kesin tekane ne, û yê sûd jê digrin jî, ew cihên ku nijadperistiyê gur dikin. Nijadperistî bilindtirîn pileya dilreşiyê ye, û tê zanîn ku dilreşî zikreşiyê encam dide, û li dawiyê malwêranî para hemî dilreşa ye. 

Lewra wek kesayetî pêwîste em zanibin ku nijadek yan rêbazek û ramanek tekane di ser yên din re tuneye û tekez hemî raman û bîr û bawerî cihê rêzêne dema ku di xizmeta şaristaniya mirovî de bin. 
Hevdem wê tev ne başbin eger ew tersî geşvedan û pêşveçûna mirovî bin. Lewra jî gereke em geşbîn û dilgeş bin ji ber vê gelemperiya ku me bi hêz dike, da em nekevin dijberiya ku me hemiyan tune bike. 

Wergêr: Lawîn ŞÊXO. 




>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).