Kemal SONAL navdartirîn hunermendê komîdî, şahê fîlmên komîdî li Tirkiyê, yek ji baştirîn hunermendên sînemê di dîroka Tirkiyê de, navdartirîn kesatiya li seranserî Tirkiyê ku heskirina xwe di dilê xelkê de çand, navê wî li dervey Tirkiyê jî baş hat naskirin.

Kemal SONAL hunermendê komîdî, şanoger, akterê sînemê, û nivîskarê Tirk. Di 11 Cotmeha sala 1944 de li taxa Kuçûk Bazar li devera El Fatih li Îstenbolê ji dayik bû. Ew kurê mezin e li malê, bavê wî Mustefa ye, ji koka xwe ve ji Malatya ne ku nêzîkî çemê Furatê yê li başûrê Tirkiyê ye. Dayka wî bi navê Sayma ye du birayên jê biçuktir hene bi navê Cengîz û Cemîl, navê hevjîna wî Gul e, kurê wî Elî ye keça wî jî bi navê Ezo ye.

Dema xwendinê 
Tevî ku SONAL jiyanek zehmet dît lê wî zarokiya xwe bi xweşî derbas kir. Piştî xwendina serete û navendî û piştî bidestxistina bekelorya wî berê xwe da zankoya raghandinê ya Mermera li Îstenbolê û beşê (radyo sînema telefizyon) xwend. SONAL li gel xwendina xwe kar li karsaziyekê li Îstenbolê di kir, hevdem bi kesekî re karê eliktrîkê jî di kir.
Ji ber mijoliya bi karê Şanoyê, SONAL xwendina xwe bo demekê rawestand, paşê ew li xwendina xwe vegeriya û sala 1995 ji zankoyê derçû, wî bi alîkarî û piştgirtina xanima xwe û malbatê, xwendina macistêr jî bi dawî kir û xwest da bawernameya dektorah jî bidest bixe lê mirinê rê nedayê. 

 Despêka ekteriyê
Di dema xwendinê de SONAL derhînerê Şanoyê Muşfiq KENTER naskir KENTER yê ku li gel xwîşka xwe Yildiz KENTER Şanoya KENTER ava kirin, KENTER xwedî roleke berz bû di jiyana SONAL ya hunerî de ji ber wî gelek lîstikvanî di şanoyên xwe de dan Kemal SONAL. 

Şano rêya navdariyê bû
Destpêka Sonal di Şanoya (Bizîşkê Mucebir) de bû, wî xwendina xwe li zanko rawestand da karê xwe di Şano de birê ve bibe, wî leşkeriya neçar di sala 1964 de bi dawî kir, û gelek Şano bi KENTER re pêşkêş kirin herweha li gelek cihên din Şano pêşkêş kirin ta rastî derhînerê navdar Artem ÊGILMEZ bû vî jî pir ji SONAL heskir û berê wî da Sînemê.

Sîneme û navdarî 

Piştî hevdîtina di navbera SONAL û ÊGILMEZ de wî cihê xwe di fîlmê (Parçek Şêranî) de wek lîstikvanê baskitbolê dît. Di sala 1974 de wî bi navê Şaban beşdarî di fîlmekî de kir ku navê wî fîlmî (Pileya Tevliheviyê) bû, naveroka wî fîlmî jî komek ji gencên Pileya bilind henek û laqirdiyan bi rêvebirê dibîstanê re dikin. Wisa SONAL beşdarî di gelek fîlmên sînemê de kir û binavê Şaban gelekî navdar bû, û bihtir bi vî navî li seranserî cîhanê hat naskirin, gelek nîşan û xelat di rêya van fîlmên xwe re wergirtin ta bi xelatên zêrîn jî ketin nava jiyana Kemal SONAL ya hunerî de.

Dawiya rêwîtiyê 

Fîlmê SONAL yê dawî li sînemê sala 1999 bû. Fîlm bi navê (Propoganda) bû, û kurê wî Elî beşdarî têde kir, paşê SONAL xwe bexşî malbatê kir û xwendina macîstêr bi dawî kir û dixwest bawernameya dektorah jî bistîne lê dema ku berê wî li bajarê Trapzon bû da ekteriyê di fîlmê (Palayaka) de bike; û çaxê balefir bi jor ket qotikê li dilê wî xist û wisa di roja 3 tîrmeha sala 2000 de SONAL jiyana xwe ji dest da. Kemal SONAL li goristana mezin ku pir binav û deng e li Îstenbolê hat binax kirin. 

Wergêr: Lawîn ŞÊXO


>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).