Serokê berê yê çepgir Luiz Inacio Lula da Silva yê ku di gera duyemîn a hilbijartina serokatiyê ya ku li Brezîlyayê hat kirin da bi ser ket. Luiz Inacio Lula da Silva peyama yekîtiyê da û diyar kir ku ji aboriyê heta guherîna keşûhewayê ew ê welêt ji bo hemû gelê Brezîlyayê birêve bibe.

Serokê berê yê çepgir Luiz Inacio Lula da Silva roja Yekşemê 30ê Cotmeha 2022an di gera duyemîn a hilbijartina serokatiyê ya Brezîlyayê de bi ji sedî 50,83 dengan bi ser ket.

Li gorî encamên Dadgeha Bilind a Hilbijartinê ji sedî 98,9ê sindoqan hatine vekirin, Lula ji sedî 50,83, hevrikê wî serokê niha Jair Bolsonaro jî ji sedî 49,17 dengan standiye.

Di malpera Dadgeha Bilind a Hilbijartinê de hat diyarkirin ku hilbijartin bi matematîkî temam bûye û sindoqên ku nehatine vekirin wê bandorê li encamê neke.

Lula ku beriya niha du serdeman li Brezîlyayê desthilatdarî kiribû, di hilbijartinê de bi ferqa ji sedî 2an kêmtir bi ser ket. Lula li ser hesabê xwe yê Twitterê Ala Brezîlyayê ya bi nivîsa "Demokrasî" parve kir.

Luiz Inacio Lula da Silva yê ku dê dest bi sêyemîn serdema xwe bike, dê di 1ê Çileya 2023an de ji Bolsonaro serokatiyê werbigire.

Lula da Silva piştî ku di hilbijartinê de bi ser ket, ji alîgirên xwe re axivî û got, “Ji cihê ku min lê hîştibû bo cihê ku ez ê bigihêjim, ez her dem di wê baweriyê de me ku Xwedê ji min re pir comerd bû.”

Lula anî ziman, “Ji 1ê Çileya 2023an pê ve ez ê 215 milyon Brezîlyayiyan birêve bibim, ne tenê yên ku dengê xwe dane min. Du Brezîlya nînin. Em yek welat, yek gel û miletekî mezin in.”

Jêder: Rudaw

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).