Îro salvegera 77an ya damezrandina yekemîn Komara Kurdî ye di dîroka kurdan ya serdem de, ku weke îro 22ê Çileya sala 1946ê li bajarê Mehabad yê astana Kurdistana Îranê ew komar hatbû damezrandin, hersal kurd wê bîranînê berz dinirxînin.

Pêşewa Qazî Mihemed beriya 77 salan di 22ê Çileya sala 1946an de bi amadebûna 20 hezar kes ji hemû pêkhateyên li herêmên Kurdan li astana kurdistana Îranê di wê serdemê da, avakirina yekemîn Komara Kurdistanê ragihand.

Di wê rojê de, wan 20 hezar nûnerên gelê kurd û pêkhateyên li herêmê di daxuyaniyekê de ku piştre di hejmara 8emîn ya rojnameya Kurdistanê de hat weşandin, bang li rayedarên komarê kirin ku li hemû cihên ku kurd lê dijîn serxwebûna xwe ragihînin û bi welatên cîran re peywendiyên aborî û bazirganiyê danin û bi hikûmeta Azerbaycanê re têkilî bihên xurtkirin.

Semînar derabrê 77 Saliya Komara Kurdistan
Semînar derabrê 77 Saliya Komara Kurdistan

Bi vî awayî bo yekem car ala Kurdistanê li ser dezgehên hikûmetê yên komarê hat bilindkirin û bingeha yekemîn desthilatdariya kurdî ya serdem hat danîn.
Bi destpêkirina ragihandina Komarê, di hemî warn de kurdan hewil dan saziyên xwe yên mediyayê, perwerdê, siyasî û aborî bidin ava kirin.

Li bîranîna 77 saliyê de ku herêmên Kurdan û Belûcan li Îranê di rewşeke awarte de dijîn û li jêr givaştin û çewsandina hêzên ewlekariya pasdarên Îranê da ne, li vê bîreweriyê Navenda Hevkariya Parityên Kurdistana Îranê daxuyaniyek bo raya giştî da weşandin ku daneyek ji Dengê Amerîka re şandiye dibêje, "Îsal 77 sal bi ser avakirina yekem Komara Kurdistanê re derbas dibin. Roja 2’ê Rêbendana sala 1324’an (22 Çile 1946)ê, li bajarê Mehabadê, Pêşewa Qazî Mihemed weke yekem Serkomarê Kurdistan sonda yasayî xwar û Komara Kurdistanê hat avakirin."

Daxuyanî dîsan dibêje "Piştî 77 sal ji avakirina yekem komara kurdî li Kurdistana Rojhilatê niha Kurdistanî carek din û berfirehtir ji serdema Komarê hatine qadê û ji bo mafên rewa yên xwe li dijî desthilata Komara Îslamî xebatê dikin ."

Mohammed Saleh Qadiri
Mohammed Saleh Qadiri

Derbarê salvegerê birêz Mihemed Salih Qadirî berepirsê Nûneratiya HDKI li Hewlêr gote Dengê Amerîka "Îroj di 77emîn salvegera damezrandina Komra Kurdistanê bi sedema wan destkeftên dîrokî avakirina sopayê netewî, ala Kurdistnaê, sirûda Ey Reqîb, ev êdî bûne samaneke netewî."

Qadirî herwiha dibêje "li vê bîranîna em dibînin ku şêre jinên Kurd, xortên me bi canfîdayîyek mezin, di nava berxwedanek mezin dane, bi dirûşma "jin, jiyan azadî" li hember rejîma Tehranê liber xwe didin…Em dibînin ku xebat ji bo bidestve anîna xewna Komara Kurdsitanê ji her wextî zêdetir hêvî çêkirîye ."

Lêkoler û Pisporê pirsên Stratejî birêz Mamend Roj, derbarê bîranîna 77an ya Komarê gote Dengê Amerîka, "heta vê bîranîna 77an Kurdistana Rojhilat 4 yan 3 caran dînamîk bûye, ku di dema Komarê de nîva Kurdistanê rizgar bibû, cara duyan di salên 1967-1968ê de tevgera çekdarî li dij rejîma Îranê hat destpêkin, cara siyan jî sala 1979ê tevî şorişa giştî ya Îranê astana Kurdistana Îranê rizgar bû, niha jî çara ye ku fezyaê wê yê siyasî dîsan dînamîk dibe."

Mamend Roj, Şirovekarê pirsên Stratejî
Mamend Roj, Şirovekarê pirsên Stratejî

Di rewşa ku niha tevgerek nerazîbûnê li Îranê heye birêz Roj dibêje, di vê tevgera dawî û ya çaran de vêrziyonek cûda heye ew jî vêrziyona "şorşa jinê" ye, motor û dînamîka vê tevgerê jin û ciwa in. Mamend Roj herwiha dibêje bi dirûşma (jin, jiyan, azadî) rûbera kurdistana Îranê derbaz kirîye û gihaye hemî aliyên Îranê herwiha mirov dikare bêje ku ew dirûşm li seranserê cîhanê belav bûye weke birêz Roj dibêje.

Kakşar Oremar, Lêkoler û pisporê dîroka Komara Kurdistan li Mehabadê ku çendîn lêkolîn û pirtûkên wî hene gote Dengê Amerîka,"piştî 77 salan Mehabad dîsan îro jî bûye navendeke aktîv ya kurdîniyê, li pey doza pêşewa Qazî Mihemed e."
Oremarî dîsan dibêje, Sistan û Belûçisan jî berovajî salên berê zêdetir ketine di nava daxwazln maf û doza xwe de, di vî warî de weke Belûçî bi xwe jî dibêjin em hêza xwe ji kurdan distînîn."

Lêkoler Kakşar Oremar
Lêkoler Kakşar Oremar

Dema ku salvegera 77an ya ava kirina Komara Kurdistanê tê libîr anîn, heman herêmên Kurdan û Blûcan li jêr zulm û zordariya Komara Îsalmî ya Îranê ne bi taybet piştî ku xwepêşnadanên bi mirina jina kurd Mahsa Aminî (Jîna Emînî) re li Îlona borî hatbûn destpêkirin, li astana Kurdistana Îranê bi taybetî û li sernaserî Îranê bi giştî meş û çalakiyên protestoyî li dij rejîma Îranê hatin destpêkirin û heta niha jî dom dikin. Girêdayî aloziyên li Îranê ajansa AFP îro yekşemê tomareke videoyî weşandiye ku tê îdaa kirin ku li roja 20ê Çile2023an, hatîye tomar kirin, nîşan dide ku xwepêşanderan " li Zahedan, parêzgeha Sîstan-Belûçistan li Îranê dirûşma "Bimre dîktator "diqîrin.

Nerazîbûn li Îranê li dijî rejîma Îslamî çend meh in dom dikin, ji 16ê Îlonê ve her roja Înê li bajarê Zahedanê xwepêşandan tên lidarxistin. Herwiha li piraniya bajarên astana Kurdsitana Îranê xwepêşandan dem bi dem tên lidarxistin.

Rêxisinên herêmî û navnetewî yên mafên mirovan û Netewên Yekbûyî didin zanîn ku heta niha zêdetirî 500 kes di xwepêşandanan de hatine kuştin, zêdetirî 18,000 kes jî hatine girtin û binçavkirin û bi dehan kes jî hatine revandin û sêdaredan.

Jêder: https://www.dengeamerika.com/

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).